serwî xeraman hatewe

From the Book:
Kilpey Derûn
By:
Mulla Abdulrahman fatehi (1930-2002)
 1 minutes  448 views
ey řefîqan mujde bê, serwî xeraman hatewe
bulbulî baẍ û çemen xunçey beharan hatewe
yarî nazdar û necîb û řûbexałim xoy nwand
qumrî nêw gułzar û gułşen yarî caran hatewe
aftabî ’alem ara, askî çîn û xuten
yusifPersony mîsre be şewket, řû be ken’anLocation hatewe
suxme ałî, dîdekał, sîmîn’uzar û diłberim
ba hezaran naz û ’îşwe, gware lerzan hatewe
çaw kejał, lamil be xał, saḧeb cemał û xunçedem
mûkemer, şîrîn nezer, şem’î şebistan hatewe
bo şewî hîcran û dûrî, koçî kird karwanî xem
zułmet û tarîkî laçû, mahî taban hatewe
şay şekerlêwan be xende hate bax bo gułçinîn
ey birayan bû be xoşî, guł le baxan hatewe
qafłey ’etir û ’ebîr û sunbûl û řeyḧan û guł
şoxekey maçîn û çîn, kakoł perêşan hatewe
çaweřê bû «fatîḧîPen name» herdem wekû ’ebid û ẍułam
sed şukir dîsan umêdî qelbî biryan hatewe