wituwêjî kiç û kuř

From the Book:
Tarîk û Řûn
By:
Hemin Mukriyani (1921-1986)
 1 minutes  3404 views
kake gyan lawî kurdî şox û şeng
ta kengê debî wa bê hest û deng
dîlî, jêr destî, esîrî, ta key?
řûtî, nedarî, feqîrî, ta key?
le jêr zincîr û kota denałî
meger dêwaney, şêtî, ’ewdałî?
têfkire xełkî hemû azade
her to xemnakî hemû kes şade
were meydanê le řêy nîştiman
bike qurbanî ser û mał û gyan
kuř:
dêde gyan kiçî kurdî jîkełe
dawênî pakit dûrbê le pełe
lînîn řapeřî małî çar şêwa
to hêşta ḧepsî le jêr çarşêwa
kiçî hemû kes îmřo serbeste
her heqî kiçî kurde pê peste
bipsêne le pê to zincîr û kot
dêde gyan bide yarî biray xot
le gwên jandarkPerson heste wek merdan
dujmin weder nê le xakî kurdan