şengeswar

From the Book:
Xewe Berdîne
By:
Sware Ilkhanizade (1937-1976)
 1 minutes  2560 views
kwa şengeswar?
ke direwşanewey peřî serî espî
çawêk bixate bîrî tilû’ê
ey ser zewî piř û pûç
ey her henaseyek:
nefesî dwayît
termê eçê
jinê janî minałî pêya dê
axo hemû eme bû embîst?
damênî jînî ademîzad
hełnatekê le minał
le jyanî kirç û kał.
dîtim ke piřme dê
min germî bîr û hîwa bûm
piřmey keḧêlî swarî merîwane
bêçare xom
piřmey girînî gencî ’eşîret bû.
ey serdemî hemû ber’awejû!
daxê, meẍabnê, xefetê
bo çawî şînî taze behar
kwa şengeswar?
wa kewte ber tełezmî simatey ẍar
asman ewende xołemře
qaz û qurîng teputozawîn
çexmaxedanî hewrî nezok
estê û berd û pûşûn
bedestî pîrî lerzok.
řûxan bedaxewe bê qirme
řûxan koşkî le poła
dîwarî çîn û peykerî bulhewl.
axo firmêskî řûnî dwa baweř
bo merg zirêye biřêjim
ya řûbarî çûkî befîřo çû.
emřo her şewîlke le karaye
des pîrełokî areqî berpiştên
dił hemaney kołwane
ser giřke tałe
demar bê xwên.