16

From the Book:
Janî Gel
By:
Ibrahim Ahmad (1914-2000)
 19 minutes  1214 views

paş dû řoj cwamêryan bird bo gundî «nawdołan» bo lêkołînewe le meselekey! herçende le seretawe em betundigritne û em hênan‌wibirdine lay cwamêr şitêkî bê řê‌wicê bûn, bełam le encama karêkyan kirde ser jyanî meger her de sałî zîndan ew karey tê kirdibêt.

çêştengawêkî direng bû ke geyştine dêyeke. le řê cwamêr zor seẍłet bû, çunke her çendî kird û koşa dû çekdarekey yasawłî bo řazî nekira ke legełyan biřwa bebê dest‌ le piştewe bestin. boye le mawey dû sê se’atî řêgeda her hewłî ewey da ke benaw awayîda neřon û le xwa epařayewe kesyan pê negat. em hestey heta ehat perey esend. pêy şerim bû gîraw û dest‌bestirawî hêzî «li. a. n» bê. mawey de sał, bekelepçekirawî û çekdar legeł hênrawe û birawe, her mêşîşî mîwan nebuwe, bigre hendê car fîzîşî ecûła ke bew çeşne be şwênêkî piř xełka eyanbird, çunke ew girtine nîşaney nîştimanperwerî û pyawetî bû. bełam emey êsta herçende benaheq û nařewaş bû, lay xełk nîşaney xyanet û namerdî bû, boye pêy giran bû!

beyanîyek dway ewey kulêre û çayekî xward, dû yasawił cwamêryan bird bo lay ḧakim, kuřêkî herzekarî sûrkeley kurtebney qełew bû. wa genim kirdî cwamêrî be pirsyar dagirt ewendey nemabû serî lê têk çêt û xoy tûş kat. legeł eweşa herçendî kird û koşa neytiwanî pêy biselmênê kewa nardinewey bo şarî «çi...», dway de sał gîran û lem kateşa le şar hatne derewey û řûkirdine yekê le nawçe here giringekanî şeřî, beřêkewt û bê nyazî xirap buwe. boye ḧakim biřyarî da ke her begîrawî bihêłrêtewe ta le lêjney şar epirsin le babet çalakîyewe řaportêkyan bo binêrêt. em biřyarey ḧakim day le bałî cwamêr, destêkî kewte emla û destêkî kewte ewla. ke zor le ḧakim pařayewe û basî bêtawanî û pakîy xoy bo kird, ḧakim pêy wit:

― başe to carê le derewe bweste ba îşekanî kem bibřimewe ewsa bizanîn beşkû tegbîrêkî lê ekeyn!

cwamêr le pena dîwarêka hełtirûşkabû. yawsawłekeşî lewlayewe be tifengêkewe bedyaryewe řawestabû. lepiř destî kird be baxełya û pakete cigerekey derhêna û be yasawłekey wit:

― řêm heye cigere bikêşim.

yasawłeke beserleqanêkewe witî:

― ḧez ekey sed cigere bikêşe! pêm bwaye xom emdaytê, bełam min cigere nakêşim.

bêdeng bûnewe. dunya xerîk bû germ ebû, hetaw tengî be sêberî pena dîwarekey cwamêr hełçinîbû, kabray yasawłîşî tengaw kirdibû, boye be cwamêrî wit:

― heste ba cêgekeman bigwêzînewe, îtir be kełkî danîştin naye. ba biçîne ewdîw sêbere!

cwamêr bêdeng pêşî kewt û çûne ber sêberekey ewdîw. lepiř yasawłekey, kewa dyarbû le cwamêr baştir gwêy řahêştibû, witî:

heste wa bizanim ḧakim to bang ekat. ke pirsîyan wa bû.

ḧakim le cwamêrî pirsî:

― hîç kesêk enasî le şar kewa peywendîy be leşkirewe bibê?

cwamêr nextê bîrî kirdewe, xerîk bû bedaxêkewe biłê: nexêr kes nanasim. lepiř hat be bîrya witî:

― kak nerîman ḧesen enasim carêk dîwme. herweha aso memendîş hawřême, ca nazanim hîç peywendîyan heye be şořşewe yan na!

zor başe herdûkyan pyawî başin. betaybetî kak nerîman xoy le leşkiraye. bełam bo nembîstuwe peywendîy hebê! başe epirsîn le kak nerîman, lam waye şwênekeşî zor dûr nîye, boye bepele nameyekî bo enêrim. her ew pakanet bo bikat bê sê‌widû berełłat ekem. ḧezîş ekey biłêm netnêrnewe şwênî caranit. her lêre be ta werameke dêtewe.

cwamêr em qisaney ḧakmî zor pê xoş bû, witî:

― zor supast ekem, xot çonî bebaş ezanî wa bike. her beşkû wa bikey zû werameke bêtewe!

― her êsta be nameberêkî taybetîda eynêrim û tikaşî lê ekem ke zû weramman bidatewe, eger çî xoşî pyawêkî tewawe, lewane nîye karî emřo bixate sibeynê!

***

dû řoj beser emeda řaburd, êwareyek yasawłêk hat bedûy cwamêra birdye lay ḧakim, ḧakim be řûyekî xoşewe pêy wit:

― mijdet bemê kak nerîman xoy weramekey hênawetewe û hatuwe bo çawpêkewtinit. to le êstawe azadît, etwanî bo kwê eçî biçî.

bêguman lêşman ebûrît kewa naçarîn lepênawî parastinî şořşa em çeşne kirdewane bikeyn û carubarîş tûşî hełe bibîn. encamî derbazbûnî pyawxirap ewende besam û piřzyane, daxim naçêt natwanîn hemîşe ew destûre peyřewî bikeyn ke ełêt: «no gunahkar ber bideyt çaktire lewey bêtawanêk bigrît». bełam diłnya be leweş ke destûreke hełnagêřînewe «no bêgunaḧ bigrîn bo ewey gunahkarêk derneçêt!».

îstêkî dirêjî bo kird. cwamêr bîrî lewe ekirdewe beşkû řizgarî bwaye û bikewtaye řê bo gułan. be qisey yasawłekey nawçekey piřmetirsîye. xełk letirsî fiřoke her be şew le dêyekewe eçêt bo dêyekî tir. ca emîş êsta řêgakey dûre, hemû şew bigrê beberewe nîwey řê nabřêt. «xwa nazanim çîyan lê bikat, bexořayî dûryan xistimewe, ewendem nemabû bigem. eçûm be çawî xom małwêranîyekem ebînî û le dû kesim epirsî, legeł dû hawderd nextê sikałaman ekird û xemman be ba eda ...». lêreda nerîman ḧesen kirdî be jûra û wekû dostêkî zor nizîk û xoşewîst destî kirde milî cwamêr û emla û ewlay yektiryan maç kird û pêy wit:

― nehatûm şayetîy başt bo bidem. min bo ewe hatûm ke be nawî lêjney serkirdayetîy şořşewe daway lêbûrdinit lê bikem! hemû zoryan pê giran û gelê layan naxoş bû ke bîstyan řołeyekî wekû to, lebatî řêzgirtin lelayen leşkirewe, tûşî azar kirawe!

nerîman way wit û pelî cwamêrî girt, kewa le xoşîy em qisane hemû beserhatekey xoy bîr çûbuwewe, birdye ew şwêney xoy lêy bû. be řêwe pêy wit:

― biçîn nextê qise bikeyn û pêkewe şîwîş bikeyn, her lelay minîş binû, xo hîç cêyekî tir şik nabeyt?

cwamêr wîstî pêy biłê ke ḧez ekat îznî bidat biçê bo dêy gułan, bełam her demî kirdewe û witî:

― ne be xwa cêm lekwê bû bełam ...

nerîman witî:

― bełam‌wimełamî pê nawê, îmşew boxoman pêkewe lêre ebîn.

tarîkeşewe, nyazî geřanewey şarîşt hebê řê dernakeyt. şewekî heł’esîn, min egeřêmewe şwênî xom û toş bo kwê eçî biço ...

bełam agat le xot bê, xot têkełî karwançî nekey! ta pêşt ekirê lařî bigre ...

cwamêr, qisekey wa becê û lutfekey ewnde zor dî, naçar legełî řoyşit. le diłî xoya witî: dey beşkû şitê bixoyn řîxołeman bixûsêtewe, nan û ça kuştînî ... małî benyadem kawil bêt, çen zeyn‌kwêre! panze bîst řojêk xwardinî başî małî lawey mamim çiłkawey de sał bendixaney lebîr birdimewe. îstaş wa le dest nan û ça bêzarim! ełêyt hergîz nanî zîndanim nexwarduwe û mêş û dařucanim le çêşteke nebjarduwe, ke boyan ehênayn ... lêreda hîwa û kałêy bîr kewtewe kispeye le cergîyewe hat. xoy le ’astî xoya terîq buwewe ... nerîman le destiştin geřayewe, be mîşî wit, ke eger eyewêt ba biçêt dest bişwa, herçende şîwekeşyan pêwîstî be destiştin nîye, nan û çaye!

dway nanxiwardin, dîsanewe nerîman hatewe ser basî girtinî cwamêr û poziş‌bohênanewey, lenaw qiseda witî:

― ewî řast bê hawřêyanman le serêkîşewe heqyane em çeşne kirdewane biken û herkes nenasin bîgirin. mangî pêşû kabrayekî, gwaya seydî şał sewz, dête dêy gułan, lew kateda şeş ḧewt çekdar bo fermanêk lewê ebin. kabra tumez casûs ebê. ke egeřêtewe be mîrî ełê gułan binkey leşkire. ewanîş berebeyanêk şeş fiřokeyan narde ser xełkî bêtawanî gundeke, kesî lê derneçû, meger ewaney le awayîda nebûn yan be kêwewe bûn. emeye encamî kemterxemî!

nerîman ke qisey dekird řwanî cwamêr, kewa lew beryewe danîştuwe, zerd hełgeřawe, hemû leşî elerzê. beperoşêkewe lêy pirsî:

― ewe çîte kake cwamêr? ebînim řengit têk çû, çi xêrte, nasaẍît!

cwamêr bedengêkî kipî nimdarewe witî:

― ne gyane hîçim nîye kostekemim kewtewe bîr!

― kam kost? bełê! kostî kujranî newed û sê kesî bêtawan!

beřastî kostêkî gewre bû bo hemuwan!

cwamêr wek bo xoy qise bikat witî:

― bełê kost lewe gewretir çî ebêt, betaybetî ke bo min kostî giştî û taybetîş bû!

― boçî kestî tya kujra, hîç xizmitî lê bûn!

cwamêr xerîk bû demarî kerêtî bîgrê weram nedatewe û hestê biřwa ... çon ebê nerîman nezanê hîwa û kałê lew dêye bûn û legeł ew xełke kujrawin! çon ezanê newed û sê kes bûn û nazanê hîwa û xoşî û jyanî emyan lenawa buwe! le çawtirûkanêka kerêtîy em boçûney xoy bo derkewt. nerîmanî besezman çûzanê hîwa û kałê kên? emî lekwê nasîwe, minałî dwênêye. ke em kurdayetîy ekird, ew řenge taze le polî sêyem û çwaremî qutabxaney seretayî bûbêt ... hemû nasînyan temenî le panze řoj têpeř nakat. ber lewey aso be yektiryan binasênêt le «gazînoy bextyar», ne em eyzanî nerîman ḧesenêk heye le dunyada û ne ewîş cwamêr bayzî enasî.

îtir gileyî çî lê bikat. dway êstêk, ke nerîman beřêzewe çaweřwanî biřanewey ekird, çunke hoyekey be daxdarî ezanî, witî:

― taqe kuřekem û jinekemî tya be kuşt çûn legeł komełê qewm û qîleyan.

nerîman be peroş û daxêkî le kangay diłewe hełquław witî:

― kuř û xêzanî to! beřaste! weyş daxî be cergim. ne’ebû bîyełî bêne naw em agirewe!

cwamêr henaseyekî hełkêşa witî:

― minî hejbeser lekwê bûm ta bîyełim ya neyełim! min le zîndana bûm, řojanî dwayî de sałî girtinekemim beser ebird! ca eger ewan bêkes û derbeder nebûnaye, çon řêyan ekewte êre û boçî wayan beser ehat!

nerîman her beşêwe xefetawîyekey pêşûy witî:

― kewate çawîşt pêyan nekewt!

firmêsk çawî be cwamêr daxsitibû, qułpî giryan gerûy girtibû, lebatî weram serêkî leqand. hat be bîrya ke beramber bew řêze zorey nerîman heyetî boy, cwan nîye le berçawî bigrî, boye behêzêkî pałewanane xoy girt û witî:

― dey, ewanîş wekû ew deyan hezarey tir ke hemûyan hîwa û kałêy xoyan û kesukarî xoyan bûn!

em qiseye karêkî başî kirde ser nerîman, bedaxewe serêkî bada witî:

― waşe û waş nîye. bełam ełêyt çî? îtir ewe şořşe, teř û wişkî pêkewe tya esûtê!

cwamêr emey behel zanî ke nextê daxî diłî xoy tya hełřêjêt, boye witî:

― eweşî lay min le hemûy naxoştire, beřastî leweda le me’na derçuwe! em hemû bêtawane ekujrê, em hemû mał û xanuwe wêran ekirê, ew hemû zewî û zare esûtênrêt, her emeşe wa le xełk ekat lêy bêzar bibêt! zułme teř û wişk pêkewe bisûtênrêt.

xozge şitêkî watan ekird nextê lem azar û derd û kwêrewerîyey xełk kem ebuwewe. ewî řast bê min bezeyîm be teře bêgunahekeda dêtewe ke behoy wişkekewe esûtê.

nerîman zor leserxo witî:

― xozge şitêkî wa le twanay êmeda bwaye ta bîkeyn! bełam daxim naçê le wizey îmeda nîye. ewî teř û wişk pêkewe esûtênê ême nîn, dujminekemane. em řijême zordare sitemkare bogene xwênmijeye, egîna ême ne xawenî fiřokeyn û ne hîy top! em małwêrankirdine giştîye û em teř û wişk pêkewe sûtaneş be fiřoke û top ekirên! to ełêyt min bezeyîm be teřî bêgunaha dêtewe, bełam min bezeyîm be teř û wişka dêtewe û herdûkyan bebê tawan û be şayanî jyanêkî azadaney piř diłnyayî û serberzî û xoşî ezanim. bełam desełat çîye kewa dujminî xwênxor herdûlayan be şayanî mirdin û sûtan û kwêrewerî da’enêt.

řenge hendê kes biłê axir êwe dijî hestawin û be gijya eçin, ewîş watan lê ekat! carê ewî em qiseye ekat ewe lebîr xoy ebatewe kewa ême lekwê û leber çî dijî hestawîn û be gijya eçîn. ême le wiłatî xomana, ke ew dagîrî kirduwe lêman, bo destxistnewey mafî neteweyî û dîmukiratî û mirovayetîy xoman, ke ew bêbeşî kirdûyn lêyan, lepênawî azadî û řizgarîy gel û nîştimanî xomana be gijya eçîn û dijî hestawîn, boye be lay minewe her kesê em core pakaneye bo dujmin bikat, byewê ya neyewê ebê be layengirêkî tewawî ew řijême bogeney ke gelekeman le pîstirîn û nizmitirîn piley çewsanewe û řûtandinewe û zorlêkirdina ḧukim ekat, ke nek her le azadî û serbexoyî, le jyanêkî mirovane û nanêkî pyawaneş bêbeşî kirdûn.

řeşuřût, birsî û dwakewtû, nexoş û nezan û jêrdest. eger pyaw lem hemû zułim û zore bêdeng bêt, çi pyawêke! eger yekêk em jyanî řeşewłaxîyey lela le mirdinêkî merdane lepênawî jyanêkî mirovaneda baştir bêt, ebê çî bêt? witim řeşewłaxî, egerçî řeşewłaxî zor le ême nazdartire lay xawenekey, çunke be mirdinî parey lekîs eçê, boye xizmetî ekat. bełam ême emrîn be cehennem, dîlêkî tir dênête ber kar. boye hemû bîrubaweřî pêşkewtûy dinya, hemû dîn û aynêkî asmanîy berz, hemû řewişt û xûyekî însanî, cwamêrane hander û yarîderî êmeye le hestanman dijî zułim, dijî jêr destî, dijî çewsanewe û xwênmijîn, le pênawî azadî û pêşkewtin û řizgarî û serberzîda ...

cwamêr be’espayî witî:

― kewate be bîrî to em kuşt û kuştare, em wêranî û kwêrewerîye, em derd û azare û em teř û wişk pêkewe sûtane, biřanewey nîye.

― biřanewey legeł biřanewey zordarî û çewsaneweye, çunke emane hemûyan kirdar yan ber yan biřiştî kirdarî zordar û çewsênerewe û dagîrkerin.

cwamêr bew nyazey dwayî beqse bihênê witî:

― sa meger xwa be řeḧmetî xoy bigat be firyay em xełkeda, egîna hemû her lejêr dest û pêda efewtêyn!

nerîman serêkî ba da û henaseyekî hełkêşa witî:

― etirsim biłêm ke eme be çeşnêkî lecyakirdinewe nehatû, bestirawe be şořşewe. heta şořş le dunyada bimênê em ḧałeş emênê û heta zułim û zor û çewsaneweş hebê pêwîste şořşîş bibê, bebê gwêdane nirxî, lepênawî jyanêkî nwê û le řêgey azadî û kameranîda, ebê hemû şitêk be kem û hemû nirxêk be herzan bête pêş çaw. ew řojey wa nebû, biłê mirovayetî mird, biłê zordar xoş! biłê komeł tûşî nezokî buwe û be dîlî û hejarî û dwakewtinewe deqî girtuwe û ewsaş şořş her heł’egîrsê bełam dwa ekewêt û heta dwaş kewêt nirxekeşî girantir ebê û be zortirîn fîdakarî leser gel ewestê.

le hendê qonaẍî mêjûy komełayetîda şořş ebê be şitêkî pêwîst û fermanêkî naçarî, çunke be şořş nebê zułim û zor û çewsanewe binbiř nakirên. le kûrey şořşa nebê kot û zincîrî dest û mil û mêşkî komełanî xełk nakirênewe. şořş janî gele. janîş nawî xoy be xoyeweye çi hîy jin bêt çi hîy gel, boye şitêkî seyr nîye ke janî gelêk piř derd û azar û areqe û firmêsk û xwên bêt, eme waye, bełam aya hîç guman leweda heye ke hatne dunyay neteweyekî aza û serberz, bextyar, janêkî leweş piř’azar û naxoştir ehênêt!

― cwamêr kewa le seretada be tasûqêkî tewawewe gwêy le qisekanî nerîman girtibû, lem dwa wişaneyda her agaşî lêy nemabû, geřabuwewe kat û şwênêkî tir, wek em wişaney destêkî nihênî bûbin nirabin be gopkey bîrewerîya, filîmêkî konyan hênayewe ser perdey mêşkî.

xoy û kałêy zor becwanî hate pêş çaw, ew le cêda bedem janewe etlayewe û emîş le jûrekeda kewtibuwe hatuçokirdinêkî xêra, wek řa bikat, eywîst şitêk bikat, her şitêk bê û be her nirxê bikewête serî, bo ewey nextê le azarî kałê kem katewe. bełam hîçî le wizeda nebû. le daxana û le bêdesełatîda neřanî witî:

― beřastî em azar û êşe bê’endazeye ta biłêyt şitêkî nařewa û bê‌cêye ...

kałêş ewendey le twanaya bû tirş û tałîy çarey piř’azarî xaw kirdewe û be dengêkî wek sirpe witî:

― ne gyane wa mełê! nabê bezeyî behełet berê, bûnî însanêk gelê lemeş zyatir heł’egrêt!

leberxoyewe witî:

― bełê řaste hatne dunyay însanêk gelê lew jan û azareş zyatir heł’egrêt, bełam daxî be cergim jan û bûnekeş wa be fîřo çûn berlewey hîç kełkêkyan lê werbigîrêt. mergî bê aman jan bo gîraw û jangirîşî birdewe bo xoy.

cwamêr ke le bîrkirdinewekeya geyşte êre îtir mawe û cyawazîy kat û şwên û kesî la nema, řaburdû û êstay têkeław bûn. destêkî nadyar zor diřindane diłî hełgiłofit, girjîyekî tałî azarawî çarey dagirt, pirsyarêk piřbemêşkî, piřbejûreke, piřbehemû dunya wek besamtirîn dêw leber demya qut buwewe. kê ełêt janekey gelîş wek hînekey kałê nabêt! çûzanê em hemû qurbanî û kwêrewerî û êş û azarey gişt em xełkeş befîřo naçêt! çon ew mergî sitemkar jandar û berî janîşî parçeparçe kird û gořêkî tenk û tarîşî pê řewa nebînîn, êsteş zordarêkî taze le pêstî řizgarkera, gel û berî jan û azarekeşî bo deskewtî xoy û dar û destey, naqozêtewe û serlenwê komełanî xełk be nawêkî tazewe û le dawêkî tazeda nahawêjrênewe naw dozexêkî le caran naxoştirewe!

cwamêr lem bîrkirdinewe besameda bû ke nerîman, sa ya wekû şitê le diłî geřabû em bîr le çî ekatewe ya her encamî qisekey way hêna, witî:

― ca bêguman şořşêk ke em hemû êş û azar û kwêrewerî û xwên û areqe û firmêske bikewê leser gel, pêwîste gelîş le bîbîley çawî baştir berekey biparêzêt, herwek daykêkî diłsoz kizey cerg û berî janekey xoy eparêzêt!

cwamêr ke çarenûsî hîway kuřî hatewe bîr be’espayî witî:

― be xwa bira çak etwanê bîparêzêt!

nerîman nek leber’ewey hoy em gumaney emî zanî, her wekû xebatkerêkî bebaweř behêz û twanay gel witî:

― bełê hîç gumanit leweda nebê ke eger gel wiryayî û twana û wizey bê‌payan û bêsnûrî xoy bebaşî û řêkupêkî û hest û wîstî şořişgêřaney xoy becorêkî dîmukiratîyane bekar bihênê û em fermanî parastinî berî şořşe řastewxo bigrête estoy xoy, zor bebaşî etwanê em erke giringe bibate ser, ke be lay minewe le şořş xoy bayexdartir nebêt kem‌bayextir nîye. we hîç gumanîşim leweda nîye ke gel le encama lem xebateşya her serkewtû ebê.

dway beynê danîştin û qisekirdin hendê bêdeng bûn. nerîman bawêşkêkî da, cwamêr boy sendewe û witî:

― ke şewekî zû bikewîne řê, binûyn baştire ...

nerîman witî:

― řast ekey binûyn baştire. xew baştirîn xolebîrbereweye.

erê beřast xo to pêt newtim nyazî kwêt heye, şar?

― nexêr emewê biçim bo dêy gułan!

nerîman serêkî ba da û leserxo witî:

― «gułan»y çî kakî xom! gułan gyanleberî tya nemawe, eçî lewê çî ekeyt? cige lemeş êsta şeř kewtote ew nawewe, řoj nîye sê çwar car řêga û dêhatekanî ew nawey tya bordiman nekirêt!

cwamêr le diłî xoya witî: bordiman ekirê cař be cehennem, xway ekird parçe bombaye eyda le peřey diłim û řizgarî ekirdim, řûy kirde nerîmanîş û witî:

― lam waye her çûnekem çaktire, dway ewey be serim hat, lem dunyayeda le hîç şwênêkî tir hîç karêkî kem nîye!

nerîman bezerdexeneyekî piřbezeyîyewe witî:

― lêm ebûrît eger biłêm min lem ře’yeta legełit nîm. yekêkî wekû to êstaş û ber lem kostkewtne gewreyeşt, şwênêkî taybetî û kar û fermanêkî dyarî hebuwe û heşe!

cwamêr tê geyşit le nyazekey nerîman, bełam xoy lê gêl kird.

be bîrîşya hat ke řenge nerîman řûy neye pêy biłê qedeẍeye le nawçey şeřa sûřanewe, lewaneye carêkî keş bîgirnewe û ewîş tûşî seryeşe bibêtewe. cige leme, wa çûş bo gułan, çi dadêkî em edat ke berdî beser berdewe nemabê! boye witî:

― başe leser qisey to naçim bo gułan, egeřêmewe şar.