gileyî le babekir aẍa û pijderyan

From the Book:
Dîwanî Mîrza Xefûr
By:
Mirza ghafour (1870-1938)
 1 minutes  283 views
erê yaran leber çî waye guł? bê xar û xes nabê
leber şehd û letafetîye, ’esel qet bê meges nabê
ḧeyatî xom be zay’ da, heder çû ’umrî şîrînim
xeyałêkî ’ebes bû, çunke nakes qet be kes nabê
şefeqqet boç le ’alemda nema, bûnî wefa yaran
muḧîbbet çîy beser hat, ehlî me’na bê hews nabê
le lay xom min penahîdey kesêk bûm zebdeyî qewme
le zumrey bê wefayanda supehsalare pes nabê
le sû’î tal’ û bextî bedim, fîkirim xeter derçû
weger ne min dezanim qewmî wa çakî be kes nabê
wefa zor nadre, des nakewê lem qewmeda yaran
telîsmate qezay pijder mełên: řencim ’ebes nabê
lecêy awaz û neẍme, wek seba û řast û ḧîcaz û şor
seday dengî segan û paseban şeytan, ’eses nabê