derbarîyekî tir bo îngilîz

From the Book:
Dîwanî Mîrza Xefûr
By:
Mirza ghafour (1870-1938)
 2 minutes  287 views
musłimanan çi qewmawe? çîye em şoř û ẍewẍaye
çi aşubêke berpa bû, ke îslam lêk tewellaye
çîye em hat û hawar û nîfaqî beynî îslame
’ibadetxane wêranin, be carê sofî gumřaye
çi řestaxîze wa êsta le ’alemda numayane
debê çî bê kewa sofî le şêxîşyan tebeřřaye
xelîfey sofîyan boçî dełên: «lurans» mel’ûne
leber çî şêx kerîm řazî buwe, bem ḧałe bîcaye
le wertey ḧîreta sergeşte û asîmeser mawim
kewa em qewme bê meẍze, be carê şêt û şeydaye
terîqet çon le kafir werdegîrê, sofîy namerd
debîte banyanî û sîk be ew bergî lebertaye
esef bo em terîqey neqşîye kewtote nêw zułmat
qyamî kafiristane, şerî’et wa le kufraye
’eceb hengameyêkî sexte, řûydawe le dinyada
xetî řesmî se’adet gum buwe ’alem kufir xwaye
dexîl baweř be qewlî kafrî mel’ûn meken ḧeyfe
sege, dîn duşmine, kezzabe, řîsway her dû dinyaye
çi fikirêkî betał û fasde, em qewme kirdûye
hemû muřted le dîn bûn û le nêw qehir û ẍezebdaye
gelêkim ḧesret û daẍe, kewa dost û biray dînî
be naḧeq fikiryan gořîwe, řiştey dîn berhełdaye
be her new’ê xeyałê lê dekem, sersam û ḧeyranim
çi bû çon em beła barî û ẍezeb lem dûn û e’laye
seḧîfey xatirim bê neqşe, taqetim ḧek bû
kewa em qewmî îslame, le dîn bê xetit û înşaye
nîşaney axret derkewt, nema cîlwey şerî’etman
be îman mirdinim pê xoştire, lem ’eyş û sewdaye
dełêy çî «xałe mîrzaPen name», řojî xoy teqsîmî wa kirdûn
biřo to şukirî «mewla» ke ewe settar û yektaye