8

From the Book:
Janî Gel
By:
Ibrahim Ahmad (1914-2000)
 17 minutes  1316 views

ke aso û cwamêr çûne małî kawe, her hêmin hatbû, ke kuřêkî herzekar bû. kawe legeł cwamêr herdûkyanî be yektirî nasand, herdûkyan zor řêz û şadîyan nîşan da betaybetî kawe.

ewendey nexayand le derga dira, berlewey kawe biçê dergake bikatewe aso pêy wit: be lêdanekeya le xoman nîye řenge şaho bêt, min pêm wituwe bêt, zorî ḧez ekird cwamêr bibînêt, helî leme baştirîşî dest ne’ekewt boye hîwam heye herdûktan toş û kake cwamêrîş lêm bibûrin, şaho kuřêkî çake. cwamêr û şaho herçende nasyawî konîş bûn û çaweřwanî yektirîşyan ekird, keçî besersuřmanêkewe temaşay yektirîyan kird.

şaho legeł eweşa ke hêşta le temenî sî û pênc, sî û şeş sałîda bû, tak û tera mûy řeş le tûke çiřekey serya mabuwewe û ew tak terateş mûy sipî wa gemaroyan dabû, ewanîş řeng hełbizirkaw û wireberdaw û çaweřwanîy dwařojî xirapî aşkiray xoyan ekird, simêłêkî zilî maş û birinc lejêr lûte qincekeya beser liçêkî estûra řêk kişabû, cige leme xiřupiř û geşîy çarey û têksimřawî û dařêjrawîyî leşî nîmçe bałay, dijî muwe sipêkanî serî eyanneřand, xo çawe řeşe biçûke piř tirîqekanî etut çawî minałn le řûnî û pakjya û xoşî û hîwayan lê heł’equła. lepaş çaw pyagêřanêkî daxawî, be cwamêrî wit:

― erê to cwamêrekey caranît? bêguman eger le řêbaza pêt bigeyştimaye û hemû eqłîşim mîwanim bwaye, nem’etwanî bitnasmewe, way bendîxane bextit sûtê çî be pyaw ekeyt!

aso hełîdaye witî:

― bendîxaney besezman gunahî çîye? tawan tawanî zordare ke bendîxane dirust ekat!

― cwamêr be zerdexeneyekî pejarawî tiftewe witî:

― başe ewa min zîndan, ya wekû aso ełêt řastitir zordar gořîwmî ey to boç serit sipî bû?

şaho be diłîkî kirawe û dengêkî zułał witî:

― wa dyare ḧez ekeyt biłêm minîş daxî dinya, wate bendîxane gewreke gořîwmî. ne gyane ême her be tayefe zû serman sipî ebêt, ewe mame marfim ’umrî le heşta têpeř buwe û serî ełêy şeweye!

hemû destyan kird be pêkenîn. lêreda saman û bêbak, merîwan kirdyan be jûra. kawe hełî daye witî:

― be lay minewe gořanî leş hîç bayexêkî ewtoy nîye, be hefteye dû hefte ḧesanewe pyaw eçêtewe doxî caranî ...

(îstêkî kird û çawêkî be jûrekeda gêřa), nazanim boçî hawřêkanî keman dwakewtin. hemûy çarekêkî mawe bo qedeẍey hatuço?

hêmin witî:

― małekanyan nizîke pêş qedeẍekirdin egen, bełam to ezanî kawe min legełit nîm leweda ke ełêyt be hefteye dû hefte ḧesanewe pyaw eçêtewe doxî caranî. řast eweye ke hergîzawhergîz û hetahetaye be hîç şitêk û be hîç corêk, be mu’cîzeş, be eksîrî jyanîş, be dermanî hemîşe lawîş pyaw naçêtewe doxyanî caranî, nek hî caranî dûrî, bigre derdî kabray şa’îr witenî hî dwênêşî:

bişgeřêtewe yarî koçkirdû naybînêtewe jînî řaburdû

ne to ew toyey caranî, ne yar ne dwêke îmřo ne’îmsałîş par

xełk bexořayî neyanutuwe: «mirov dû car le awî zêyeka mele nakat».

kawe, zortirî be nyazî biřandinewey baseke witî:

― herçonêk bê gořînî leş bayexêkî ewtoy nîye, giring gořanî gyane!

saman ke kuřêkî kełegetî genmiřengî mûřeşî tengetîlkey deng‌zil bû hełî daye witî:

― ewe to çî ełêyt kawe, ełêyt têk çûyt gyanî çî û leşî çî? deto ba leşt lejêr dara binałênêt, bizanim çon gyanit pê nazanêt. ba hefteye nan nexoyt, bizane gyanit çîy beser dêt? heta êste hîç sinûrêkî wa nedozrawetewe le beynî gyan û leşa, ke le yekyan cwê bikatewe bew endazeyey to ełêyt hîç gořînêk nîye ke beser leşa bêt û kar nekate gyan, nek her eme kar û encamî hemû ew gořananey beser leşa dên, giştyan behoy mêşkewe leşyan lê agadar ekirêt, egîna leş agay le ... xoşî nîye; cige leme hemû ew çalakîyaney ke edrêne pał gyan dîmenî mêşk û fermanekanîn, wate gyan le mêşk û çalakîyekanî bew lawe şitêkî tir nîye, mêşkîş endamêkî here geşekirdû û xemłîw û pêgeyştûy leşe.

aso, kewa lemêj bû samanî enasî, le diłî xoya witî:

― wa dyare lem řojaneda saman xerîkî dayelêktîk‌xwêndineweye!

pêwîste ciłewî bo şil nekeyn û mawey nedeyn, egîna hemû kitêbekeman bo exwênêtewe, boye witî: herçonêk bêt eme basêkî ałoze ba şewekeman pêwe nekujîn, xwa xoy neywîstuwe zor leser em base biřwa eweta be pêẍemberî wituwe:

«le babet gyanewe pirsyarit lê eken, pêyan biłê gyan karî xwaye»!

bêbak bê ewey gwê bidate qisekey aso witî:

― lam waye nyazî kawe le bayexdarîy gořanî gyan û bêbayexîy leş eweye ke nehêłîn zebruzeng û zordarîy dujmin diłman bigořêt û bîrubaweřman bileqênê. bigre ebê xirape û siteme canewerekanî, xebatman tundutîjtir ken le řêgey řimandinî řêjîmî bogenya, bem core etwanîn nek her heqî gel û wiłatman bełkû heqî taybetî xoşman le dujmin bikeynewe, ewsa wate dway tołesendin etwanîn biłêyn, eger neşgeřabînewe tafî cwanî, tafî cwanîman befîřo neçuwe!

kawe be îşêk çuwe derî jûreke. cwamêrîş bîrî le qisekanî bêbak ekirdewe, le diłî xoya eyut to biłêyt em qisane kirdeweşyan legeł bêt. lepiř bêbak řûy tê kird û lêy pirsî:

― bîrte kak cwamêr key bû yekem car tom tya nasî?

cwamêr bedem bîrkirdinewewe witî:

― lam waye çwarde, panze sał lemewber bû le dukanî westa eḧmedî xeyat. şaswarî şagirdî kuřêkî çak bû, çalakîyekî başîşî hebû le řîzî lawana, dukanî westakey kirdibû be baregay lawan.

kabraş ewende pyawî baş bû qisey ne’ekird.

bêbak bepêkenînewe witî:

― ne’, wa bizanim baş bîrit nemawe, ewe duwem car bû, yekem car nizîkey sałêk leweber min û mîran qadrî cwanemerg le şarî «......» bûyn emanxiwênd. hemû řojêkî heynî bezor eybirdim legeł xoy be kitêbfiroşekanewe egeřa, be dyar heřacekanyanewe řa’ewesta, be destî bwaye hemû kitêbî bazařekey ekřî, kitêbbazêkî wa bû. le yekê lew řoje heynîyaneda toman pê geyştî, mîran be yekî nasandîn zor çak lebîrme destê cilî sipî mîl mîlit lebera bû, serêkî qotîn, qijêkî řeş, ewsa serî qotîn lay xełk seyr bû boye zor çak şêwetim le mêşka çespî. ême basî şê’ir û edebyatman ekird toş bêdeng legełman kewtîte řê. wekû ezanin mîran xoy edîb bû. şê’rî cwanîşî hebû bełam begşitî her le cwanîy jin û şîrînîy tebî’et edwa û înca ke bas hate ser şê’rî kurdî, toş hełt daye û řexney ewet lê girt kewa egerçî jin û cwanî û siruşt zor şayanî siruwdipyahełdanin bełam nabê zemînî şê’rî şa’îrêkî gewrey hełkewtû her çawî kał û lêwî ał bêt, pêwîste asoy lêkdanewe û meydanî şa’îrêkî řasteqîne gelêk lewe firawantir bêt, ebê hemû jyan û xełk û tebî’et bigrêtewe, ca qey nakat kem û zorî û çend û çonî!

minîş lem ře’îyeda hawbîrîy tom ekird, bełam ew ney’eselmand û eyut ...

lem kateda bepele bejûrakirdinî dyarî û řêbwar qisekey pê biřî û îtir nehatnewe serî çunke kawe wekû mijdey bo hatbê qîřanî:

― kuřîne îtir em qisane besin, kesî tirman nemawe çaweřêy keyn, kořman tewawe. hestin ba biçîne jûrekey ewdîw, êre leser kołane, nextêkî ke eykeyn be geřelawje, le hezar aş ekeyn. lewaneş ke bikewîne bay xoman, dengîşî lê berz bikeynewe, bełam ewdîw kipe piřbedem kake saman biqîřênê dengî nagate derê!

hemû dayane pêkenîn. saman xerîk bû weramî bidatewe, aso tund destî girt be demyewe û witî:

― bew xwaye keme nayełim wirtey le demewe bêt, xo kifir nîye carêk bêdeng bît.

hemû bedûy kaweda çûne jûrekey piştewe kewa cige le çend qenefeyekî danîştinî asayî, mêzêkî xiřîş le naweřastya danrabû, şeş kursîy ḧeyzeranî le dewr bû, le qujbinêka dû qap areq û heşt no perdax û dû sê dewrîy biçûk leblebî û towkûleke û towgułebeřojeş leser mêzêk danrabû legeł suraḧîyek aw. kawe dergay jûrî beynekey daxist û pencere gewrey ser ḧewşekeyanî kirdewe û witî:

― herçende germaşe û pankeşman nîye bełam herçonêk bê le kunî bendîxane fênkitre, metirsin befirim bo peya kirdûn bełam befrêkî pak nîye, her eweş hebû le bazař, îtir arezûy xotane wa eçim botanî ehênim, witûme bomanî bişonewe. înca bo xwardinîş sî û cigerman bo ebirjênin lebatî çêşt bełam bo meze nîye, çunke ḧisabman lê têk eçêt, dey fermûn herkese perdaxî xoy hełgirêt.

way wit û yekê le qape areqekanî hełgirt, le pêşa be nînok lokekey lê kirdewe înca be lepî dest małîy be binekeya serekey derpeřî, wîstî le cwamêr dest pê bikat pêkyan bo tê kat, bê ewey temaşay cwamêr bikat witî:

― min her yekem pêktan bo tê ekem lewe paş arezûy xotane.

awřî dayewe ser cwamêr, ke dî perdaxî pê nîye besersuřmanêkewe witî:

― ewe çîye perdaxt ber nekewt?

― ne be xwa, her naxomewe!

― çon? to bît û nexoytewe!

― bełê le gîranekemewe ahim kirduwe, le cejnî řizgarîda nebê demî bo nebem.

le pêşa hemûyan beramber bem qiseye demyan bû be tełey teqîw, lepaşan bere bere hatnewe ser xoyan. hendê legełî xerîk bûn ke her qumêk bixiwatewe legełyan, ke dîyan kełkî nîye kawe benextê sardîyewe witî:

― babe kewate hîç, zorman ḧez ekird ke legełman bixoytewe bełam ke ewende sûrît leser nexwardinewe arezûy xote êmeş eweman la xoşe ke to xot lelat xoşe.

lew gwastyewe, yeke yeke pêkî bo tê kirdin ta geyşte ser hêmin, pêy wit:

― to qerzarît hêmin, eme sê care dyar nît boye ebê beşî em sê şewe bixoytewe.

hêmnîş zor leserxo û bepêkenînewe witî:

― desa be serî herdûkman minîş terkim kirduwe.

― etirsim to le panze sał lemewberewe terkit kirdibê!

― na min wam newtuwe, tenanet naşłêm îtir areq naxomewe, herweha xwardinewekeşim be mercî qursewe nabestimewe wekû kake cwamêr! tenya ewende heye eme beynêke kewtûme bîrkirdinewe le ḧałî xom, herçende ser ehênim û ser ebem xwardinewe legeł kar û ḧałî min û em řojgare nalebare naguncêt.

dyarî ke lawêkî bîst û pênc sałey kurtebney řeşkarî çawnermî lût‌pan bû, mamosta bû le qutabxaney nawincî, betewsêkewe le hêmnî pirsî:

― erê pêm nałêy ew kare giringey to çîye ke legeł xwardinewe naguncêt? bombay etom dirust ekeyt ya hî haydirocîn! le mangêka panze řojî bê îşît.

yekêkî keyan hełî daye witî:

― kar heqî çîye beser xwardinewewe, her şite katî xoy heye derdî kabra witenî: «satê bo xwat û satê bo xot», lê de gwê mederê kakî xom, em řojgare nalebarey to ełêyt xwardinewe nebêt çî çarey ekat?

hêmin zor leserxo û dostane her wekû şêwey tewsawîy dyarîşî hest pê nekirdibêt witî:

― ewî řast bêt lew şewewe ke nehatûm biřyarî nexwardinewem dawe, her leber eweş bû ke ne’ehatim. bełam ke bîrim lê kirdewe dîm řêgakem xebatkerane nîye bigre tirsinokane û goşegîrane û xoperistaneye çunke carê ewe hîç hunerêkî tya nîye le kûrewe xot dûr xeytewe û xoşt hełkêşît biłêyt le piřîşk natirsim, huner eweye le nizîk kûrewe bwestît û le piřîşk bakit nebê wate le bezma bît û nexoytewe. duwem xoperistîye pyaw tenya be derbes řizgarkirdinî xoyewe bêt û gwê nedate kesî tir. boye damna bêmewe naw cergey bezmeketan û neşxomewe herweha xebatîş bikem bo ewey xwardinewe be êweş terk bikem. ca leber ewe ... yekêkyan beperoşêkewe qiseke pê biřî witî:

― başe to carê pêman biłê hoy em dujminayetî û řiqe estûre kitupřet çîye beramber be xwardinewe? toye ke ta dûşemûy řaburdû areqit be çawî xeyam temaşa ekird?

hêmin leserxo witî:

― mesele ewende peywendî be dujminayetî û xoşewîstîy xwardinewewe nîye.

― ey peywendî be çîyewe heye gwaya?!

hêmin begermî witî:

― be xoman û namûs û şerefman û nîştimanewe ...

yekêkan betundî witî:

― hîç tê nagem, xwardinewe peywendî çîye bem şitanewe ke to ełêyt? xo ême nebûyn be «îskulsî» areq bixoynewe û minałewrdikeman dû kewêt!

― ha zor başe beser çaw pêtan biłêm boçî xwardinewey ême peywendî heye be namûs û şerefî xoman û nîştimanîşmanewe. a êsta ke danîştibûyn jendirme kirdî be jûra û hemûmanî řapêç kird bo gîrawxane abřûy hezar sałman eçêt le katêka ke gelekeman le şeřî jyan û mirdinaye, afret û minałî be dest dujminewe zakey dêt, hawnîştimanî ême destî le naz û nî’met û bergî çak û xwardinî xoş û xwardinewe hełgirtuwe û kejî girtote ber lepênawî parastinî xak û azadî û namûs û şerefî gelekeman û lepênawî řizgarîy nîştimanîda. êmeş xerîkî areqxiwardinewe bîn! ca sereřay kiłołî, dujmin eşmankat be daxî nengî be nawçewanî gelekemanewe, we hewł eden be êmewe hemû bizûtnewey nîştimanî bednaw biken û leber çawî gelî bixen, we bo geyştin bem amance giławe dûr nîye nawî gewre gewreşman lê binên, ca min beş‌beḧałî xom hîç becwamêrî nazanim ke bo řabwardinî serxoşîy satêkî xoman helî zyan eyandinêkî zor benawbangî bizûtnewekeman bo dujmin hełbixeyn, ke çakeman boy nebê ba xirapeşman nebêt.

maweyek hemû bêdeng bûn, ewsa yekêk hełî daye:

― babe ême çîman dawe le bizûtnewey nîştimanî û şořş? ewaney peywendîyan bew şitanewe heye cê û şwênyan dyare, kesîş nîye nezanê ême le çi berêkîn! îtir bo bexořayî xoman le xoman bigořîn!

dyarî ke lem çeşne qisane zor bêzar ebû û etirsa leweş ke bibê be demqał û şewekey lê têk çêt, nawbijîkerane witî:

― babe em muḧakeme û muḧakemekarîyey pê nawêt, kê exwatewe bixiwatewe kê naxwatewe nexwatewe, qabîle lemeşa serbestîman nebêt!

de fermûn dey kê exwatewe bifermiwêt! min xom le partîy xwardinewem.

hêmin witî:

― řast ekeyt serbestîy xwardineweman heye û hergîz împiryalîzim em serbestîyeşman lê qedeẍe nakat, bigre be hemû hêzî xoy eşîparêzêt! ewe nebû le çîn şeřyan hełgîrsand lepênawî parastinî serbestîy tilyakxiwardinda le katêka ke yarmetîy koneperistîy çînyan eda bo qedeẍekirdinî hemû serbestîyekî řasteqîne le gelî çîn!

eger be dujmin bêt ewende em serbestîye bekar bihênîn ta minałî ser bêşkeşman lebatî şîr û şekir areq û şerabî bo bikirête memekeyewe!

yekêk be dengêkî nextê berz witî:

― wa dyare hêmin em çend řojey ke dyar nebuwe dersî dijî xwardineweyan dadawe, ba şewekeman bem çeşne qisane nebeyne ser, birayne fermûn dey her kesê xoy û ře’î xoy.

dyarî serî le řêbwar birde pêşewe witî:

― lam waye ’amîlî abûrîş destêkî zorî heye lem biřyare giringey kake hêmnida!

hêmin be cwanî nezanî lewe zyatir leser baseke biřwa boye bêdeng bû.

înca cige le cwamêr û aso û şaho û hêmin şeşekey keyan le dewrî mêze xiřeke danîştin û kewtine konkenkirdin. emanî keş lelawe seryan na be yekewe û kewtine qisekirdin. le paş çend basêk geřanewe ser basî xwardinewe. aso witî:

― zor kes xwardinewe be çaktirîn xemřewên û dax‌bebaderî dinya da’enên û ełên gewretrîn yaryedere le hełgirtinî xem û xefet û barî giranî jyanî nalebarda. em qisane zor karî kirdote ser mêşkî xełk ta řadeyek kewa hendê kes xwardinewe be serçaweyekî xoşî û kameranî da’enên bo ewaney hemû derûyekî tirî xoşî û kameranîy dinyayan xiř lê daxrawe. xwardinewe nebwaye zor kes emirdin bebê ewey lem jyaneda tamî xoşî, şadî biken!

cwamêr bo yekem car hate qise witî:

― lam waye emey bast kird pîstirîn xirapîy giştîy xwardineweye nek çakey çunke serxoş bew bêhoşî û xoşîye dirozneyey pêy egat îtir be yekcarî xoşîy řasteqîney lebîr eçêtewe. îtir gwê nadate hoy binçîneyîy ḧałî xirap û małî wêran û jyanî piř naxoşîy xoy û gelî û dest heł’egrêt le xebatkirdin lepênawî binebřikirdin û nehêştinîda. herwek ew nexoşey lebatî ewe biçête lay duktor bo zanînî corî nexoşîyekey û çarkirdinî řast û dirustî, xû bidate dermanî bêhoşker û siřkerî wekû espirîn û tenanet morfîn û şitî waş ke emane nek her çarey derdî naken mawey lê pîskirdinîşî edenê. herweha ew kesaneş ke eyanewê çarey nebûnî û kwêrewerî û hejarî û gîrodeyîy xoyan be xwardinewe biken ke dênewe ser xoyan ebînin nek her derdekeyan lekoł nebotewe serbarîşî hatote ser.

aso pêkekey xoy girt be destewe û be nîweterîqîyekewe pirsî:

― başe ey ewrupayî boçî hemûyan be hîy řojhełat û řoj’awaşewe ewende exonewe?

cwamêr bedem bîrkirdinewewe witî:

― wa bizanim zorî řahatne. cige leweş le ewrupay řojhełat û sovyetistana yekêke le paşmawey řewşte xirapekanî serdemî sermayedarî. herçonêk bêt wa bizanim lewêş be gijya eçin.