5

From the Book:
Janî Gel
By:
Ibrahim Ahmad (1914-2000)
 44 minutes  1368 views

ber le dest pêkirdinî em dastane be dwanze sał paş nîweřoyekî hawîn cwamêr be diłî xoş û gîrfanî piřewe le dayere egeřayewe bîrî ekirdewe lew pyawe ladêyîye başey le xoyewe ewe çend mange bedûya egeřêt ke qerzî bawkî bo bihênêtewe bebê ewey em hîç senedêkî hebê ya her agaşî le meseleke bibê. pyawî çend çak û seyr heye!

çend seyr epařayewe ke lêy bibûrê û êste nîwey qerzekey lê werbigrêt bo nîwekey keşî dû sałî lê řawestê be dû werzî tir xwa yar bêt dwa pûlî edatewe! cwamêr xoy ekuta berew mał ke em mijde xoşe bidat be daykî. bełam her ke daykî dergay lê kirdewe tarmayîy jinêkî řeşpoşî bedî kird be heywanekeyana tê peřî. cwamêr be’espayî le daykî pirsî.

― wa dyare mîwanman heye! małî kên?

daykî be dengêkî berz witî:

― cwamêr gyan ewe toy hatûytewe, yaxwa bexêr bêytewe debřo jûrê pîroz xan lewêye legeł kałê xanî kiçî, bexêrhatnyan bike û danîşe layan ta min yem!

cwamêrîş be dengêkî berz, mîwanekan gwêyan lê bêt witî:

― başe daye gyan! ba des û pilim bişom eçme xizmetyan, bedem qiseşewe le daykî hate pêşê, kewa leser tenûreke xerîkî çêştilênan bû û be’espayî pirsî: daye em pîroz xan û kałê xane kên?

daykîşî beçirpe witî:

― çon nayannasî? pîroz xan kiçî feqê qadrî xałme! zû ke zû dest û pilit bişo û biçore layan minîş her çêştekem xiste ser agir dêm. řojgar direnge etirsim zû pê negat û birsîyan bibê!

cwamêr destî wişk ekirdewe hatewe bîrî ke mijdey nedawe be daykî kewa kabrayek her le xoyewe qerzî bawkî bo hênawetewe. bepele řêy sertenûrekey girt, bełam daykî zû bedîy kird û hat bepîryewe witî:

― ewe çîye hêşta neçûyte layan?

witî: axir...

― axir û oxrî pê nawê biřo dey gyanekemî!

― qiseyekim heye.

― herçîyek heye carê hełî gire. biço ezanim şerim ekey zû egem be firyata.

cwamêr benaçarî milî řêy jûrekey girt û beşermêkewe siławî kird û be terîqî û beşî zorî lejêr lêwewe bexêrhatnî jin û kiçekey kird û lelay dergakewe danîşt. kiçekeyan ke legeł hatne jûrewey cwamêr hestabuwe serpê deng dilêrtir lew weramî dayewe û hate xwar ewewe danîşê, ke dîy cêge nîye nextê řawesta û ewsa řûy kirde cwamêr witî:

― kake cwamêr to heste biço lay jûrû ew cêgaye bo min çoł ke.

xo ême mîwan nîn çon ebê to lêre danîşît?

cwamêr bedem qeynaka be xwa qeynakawe çuwe ser kursîyekey serûtir danîşt. destî heł’egłofî û çawî biřîbuwe lakêşî konî jûrekeyan. pîroz xanîş kewte gêřanewey basî minałîy cwamêr ke çon her be kołî ewewe buwe û le baweşî ewa gewre buwe û zor car legełî çuwe bo małî xoyan dû sê řoj lewê mawetewe dayk û bawkî her be bîrîşyana nehatuwe! cwamêr niqey le demewe nehat. carcare le jêrewe be tîlayîy çaw temaşayekî kiçekey tenîştî ekird ke her pê û gorewî û dawênî kirasekey lê dyar bû. daykî kirdî be jûra serfiraz bêt řizgarî kird. hesta leberî. daykîşî kałêy le xwarewe hestan û benabedłîy xoy birdîye lay pîroz xanî daykîyewe daynîşand û serlenwê kewtinewe bexêrhatin û xoşî û çonî. we lepiř daykî cwamêr daye piřmey giryan witî:

― kwêrayîm daye kaşkî swêm bwayewe botan û bem çeşne çawim pêtan nekewtayewe!

jine û kiçekeş kewtinewe kurkekurk, kiçeke gelê be kuł û diłtir bû le daykî kewa be bîrî cwamêr le giryan bêzar bibû kewtibuwe dewrî diłdanewey xoy lejêr perdey řezam be řezay xwa û herçî ew neykat nabêt! eme egerçî cwamêr her hîçî le kostî kewtûşyan ne’ezanî! hemû bêdeng bûnewe. le henasey tungî jine û wirdeheniskî daykî û kiçe zyatir deng le jûrekeda nebû. daykî hestî kird ke cwamêr bêtaqete witî:

― de heste cwamêr gyan toş biço xot bigoře û pişûyek bide le say beyanîyewe bepêwey bese mirdît dûr le gyanit!

eger bêcê nebwaye cwamêr eydaye qaqay pêkenîn û eyut:

― daye bepêwe bûnî çon? boçî kołim kêşawe! le beyanîyewe ewende danîştûm leşim hemû siř buwe!

dîsanewe meseley parekey hatewe bîr bełam katekey pesind nekird hesta û lêy da çû bo jûrekey xoy cilekanî bigořê.

daykî nanî bo em hênaye jûrekey xoy û xoşî legeł mîwanekan nanî xward. (em bełay nagehane çî bû, bo lem kateda hatin! boçî hatûn! kostî çîyan kewtuwe! axo çîyan lê qewmabê! kêyan mirdibê! bo çî hatûn bo małî eman? demêke nawyanî le daykîşî nebîstibuwe! xwa bikat xêr bê! carê pêşekî zeḧmete xêr bêt çunke her hîç nebê mesrefî mał ekat be dû çendaney caran! xo berçayî nan û gwêzyan nadatê! dey, herçonêk bê baş bû lepaş serî mang hatin, le nîwekey tirî manga bihatnaye ḧał şiř bû lepiř bîrî kewtewe ke pareyekî mişey pêye! bełam wekû şitêkî zor xirapî bîr kewtibêtewe xoy girj kird û be dengêkî nextê berz witî- na ewe ...

parey şitêkî tire. pûlêkî destî lê nadrê! dway nanxiwardin leser cêgakey pał kewt bew hîwayey daykî bête jûrê basî parekey bo bikat û pirsyarî mîwanekanî lê bikat, bełam daykî her nehat emîş xew çuwe çawî. dway maweye ke xeberî bibuwewe xoy řêk xistewe, demuçawî şit, serî dahêna û çuwe derê bo çayîxane «wa dyare ta şew daykî dest nakewêt...».

be řêwe bîrî le jinhênanekey ekirdewe. beřastî lemêje herdû la lêy bêdengin lewsawe ke daykî çote lay bawkî askoł wate sałêk û dû mang û şeş ḧewt řoj lemewber bû bawkî askoł witbûy carê wa be xêrî cwamêr taze damezrawe û manganekey keme û nomałe û kiçekeş minałe û exwênê. ba maweyekî keş meseleke bihêłnewe beşkû helêkî le êste çatirman dest ekewêt. lew sawe qiseyekî lê nekirawetewe. lew saşewe daykî serî nekirduwe be małî mamya çunke em weramey bawkî askołî be dest beřuwewenan lêk edayewe.

herçendîşe be lay cwamêrewe qisekey becê bûn ta endazeyekî zor!

başe ey êste çî ełê! axo daykî enêrêtewe bo lay mamî, to biłêy biçê? baweř naka çunke diłî lêyan yeşawe, ne’ her le seretawe daykî legeł małe bawanî bawkî cwamêr danûyan le mencełêk nekuławe, yekem bûkî małî buwe ke daway xanûy cyay le mêrdekey kirduwe û îtir wekû nasyaw hatuçoy kirdûn! le batî ewan řûy kirdote xizmanî xoy. cige lemeş her le seretawe pêy xoş nebuwe ke taqanekey ew kiçe ... bihênî. egerçî leber diłî em be’aşkiraş derî ne’ebřî. êste emane hemû têpeřîn biřubyanûy nawê em kutemałêkî pêkewe nawe û ew pareyey îmřoş bo mesrefî jinhênanekey le serî dê le pêy der’eçê, eger pełpî pê negrê! byanûy xwêndin tewaw kirdinîşî nemawe! çunke dû sał le seryek derneçû xoy qutabxaney becê hêşt herçonêk bêt şew legeł daykî qise ekat û eynêrêt bo lay mamî bo biřanewey meseleke.

le çayîxane legeł dû sê hawřê be qisewe xerîk bûn katêkî zanî sat le no lay dawe le nîwey qiseyekî legeł hawřêkanya hesta û witî:

― min îşim heye ebû zûtir biřomewe, lêm bibûrin. xwatan legeł.

carêkî tir qise lem base ekeynewe!

bepele řêy małî girtewe eyzanî daykî dway nwêjî xewtinan enwêt.

bełam diłêkî be mîwanekan xoş bû ke beşkû be hoy ewanewe ta ewsa mabêtewe. cige leweş tenanet bepêy ḧisabî nwêjî xewtinanîş bê hêşta direng nebû.. legeł emeşa lebatî ewey kilîlekey gîrfanî bekar bihênê le dergay eda bo ewey eger nustibêtîş hełî bistênê.

bełam wa dyar bû daykî û ewan taze xerîk bûn eçûne ser cêgakanyan.

daykî ke dergay lê kirdewe be dengêkî berz pêy wit:

― ewe bo çî wa direng hatîtewe gyanî daykit.

― çend hawřêyekim dî, legełyan danîştibûm herwa boxoman qise û basman ekird. hîç direngîş nîye hêşta êwareye êwe le xotanewe kirdûtane be şew! bêguman pîroz xan û ewanîşt bezor nardote ser cêga.

pîroz xan ke be çûne małewey em hestabû leser cêgakey danîştibû, witî:

― ne be serekey to, xoman kiftî řêgeyn ḧezman kird zû binûyn.

xo kałê daykekey bimrê ewende mandû bû her nanekey le dema bû xew eybirdewe.

cwamêr řûy kirde jûrekey bo xogořîn temaşay kird cêgakey nebrawete derê ke awřî dayewe daykî be dûyewe bû eyut:

― cwamêr gyan ewe leber pîroz xan û ewan newek şerim biken cêgakey tom her le jûrê hêştewe pencerekan bikerewe hîç germ nîye etwanî boxot binûyt ta direng ne dengedengî min û ne hetaw hełtinasênin.

way wit û xerîk buwe biçête derê... cwamêr gurc qołî girt û witî:

― direng nustinî çî min ebê se’at 8 le dayere bim. daykî leberxoyewe witî:

― dey be serekey to wam zanîwe cum’eye.

― carê to meřo were qisem bo bike. hezar û yek pirsyarim heye yekemyan: pîroz xan û ewan boçî hatûn? duwem: kostî çîyan kewtuwe? sêyem:

to carê řaweste yekeyeke, serim lê meşêwêne! pîroz dûr bê le serî to û xoşewîstan mêrdekey kujrawe. ewe mangêke kabrayekî gewrey desełatdaryan leser girtuwe ełên be desîsey ew kujrawe.

çunke çend car daway lê kirduwe ke kanî û awêkî heye pêy bifroşêt mêrdekey pîrozîş řazî nebuwe kabraş gałî dawe çûn bangyan kirduwete derê û kuştûyane û řoyîwin.

― kes dîwnî?

― le katî kuştina, ne’, bełam dway kuştinî dû pyaw û sê jin dîwyanin tenya jinêkyan wêrawye bê şayetîyan lê bidat ełên kabra zordarêkî kafre zor cûtyarî besezmanî bem core kuştuwe û be lûley tifeng xoy kirduwe be xawen dê. nek her dê xwa lêm negrî qisey ewan egêřmewe ełên kes xawenî namûsî xoşî nîye le dêyekeda! ca îste pîroz xan wekû bîstûye kabray destidar ewqatêkî gewrey girtuwe û pareyekî zorî danawe bo bertîl ke xoy pê rizgar bikat, emanîş hatûn lêre ewqat bigirin û hewłê biden beşkû xwênekeyan befêřo neřwa.

― baweř nakem serkewn. nek her xwên parekeşyan befîřo eřwat.

em desga û dûkane bo ewe danenrawe ke zordarî tya bigîrêt û heqî hejarî tya bisênrêt!

― her çonêk bê kuřim ebê hewł biden. xo xoyan naken be pengî awayî. kwêrayîm daye kuřîşî nîye, eger kuřêkî bwaye her řojêk tołey ekirdewe. bełam biłêyn çî ême diłdanewe nebê hîçî keman ledes naye! xoyan çî be baş ezanin boxoyan ba bîken û sed sałîş lêre bin her xom be xawenmałîş nazanim le ’astyan! nazanî bawkî çend çakey be sermanewe heye.

― başe. arezûy xoyane. ewe bîrim nebû pêt biłêm, ya řastitir katî nebû pêt biłêm kabrayekî qerzarî bawkim îmřo hate lam xwawřastan kirdyan dûsed dînar qerzî bawkimî bo hanîwmetewe ewendey keşî mawe xistûyete dû werzî tir, her werzî nîwey. karî řast bêt beşî hemû mesrefî jinhênanekem ekat eger pełpiman pê negirin!

daykîşî îstêkî kird û be’espayî witî:

― nexełetabî ta em małe lêren basî bikeyt! her abřûy hezar sałeman eçêt! dway emanîş hîç nebê ebê dû sê mangêkî pê biçê ewsa tê hełçînewe qey naka, egerçî, hîç...

― egerçî çî? qise bike bizanim nyazit çîye?

― ełêm egerçî min fate zile binasim îmřo kiç nadat be to!

― çonim nadatê?

― hîç kuřim. xwa bikat be kirasî berî xoyewe bitdenê «kwêre çît ewê? dû çawî saẍ». her çonêk bê carê ta em małe kostikewtuwe lêren ba meseleke dîze be derxone bêt.

― başe qisey toye êste wextî nîye. xwa bika zû řizgaryan bê û biřonewe.

daykî lêy da çuwe derewe û emîş leser cêgakey pał kewt û kewte bîrkirdinewe.

dû hefteyek beser hatnî małî pîroz xana tê peřî řengî mîwanîyan le řû hełgîra, wekû xełkî małê ehatin û eçûn. cwamêrîş legeł hemû şerminî û kem xo xistine małeweyda be bûnyan řahat, nek her eme be dirêjayîy řoj û be kokirdinewey xermanî serince şermawîye bedzîyewekanî wêneyekî tewawî girtibûn le mêşkî xoya, betaybetî hîy kałê, kiçêkî xwênşîrîn, şanze ḧevde sałey barîkele. pirçêkî řeşî hemîşe şanekiraw ta nawqedî hatuwe, dû řîz birjangî dirêjî şaş carubar ke ser heł’ebřê baweşî řoşnayî û xoşî û cwanî awazyan lê dête derê. lûtêkî be’astem pan beser dem û lêwêkî xirpin û şerabîyewe wan be řûyekî leçaw leşya piř û qełewewe. bekurtî kałê kiçêkî êskisûk bû. xo ew kiras û suxme řeşey lew dwayîyeda bezorî daykî leberî kirdibû her kirdibûy be perî, legeł em wêne cwaneşa le pesendikirdin bew lawe hîç hestêkî key le diłî gêlî cwamêra nebziwandibû ta ew kate.

pîroz xan û kałê begermî çaweřwanî řojî muḧakemeyan ekird, řoj nebû dû sê car hewałî řoj û mang le cwamêr nepirsin. dwayî, paş çaweřwanîyekî naxoş řojî muḧakeme hat û her le beyanî zuwewe pîroz xan - ke şayetî hebû ledawakeda - çû bo meḧkeme.

katê cwamêr le dayere geřayewe zanî kewa dawakeyan, leber nehatnî çend şayetêk, xirawete de řojî tir hemû bołebołî pîroz xan lew řuwe bû ke be de řoj natwanê biřwat û bigeřêtewe. daykî cwamêr û cwamêrîş gileyîyan lê ekird ke boçî małî ewan be hîy xoy nazanê û bîr le řoyştinewe ekatewe. herçonê bû benaçarî manewe û ew de řojeşyan birde ser. dîsanewe řojî muḧakeme, yekê le şayetekan, betaybetî ew jineyan ke şayetîy dabû, nehatbû dawakeyan xistibuwe 23 řojî tir.

ke şew basî geřanewe kira, pîroz xan be cwamêrî wit kewa serlebeyanî cêgayekî bo bigrêt le utubêlêkda.

cwamêr serî suř ma leme. bełam kałê ewende besersuřmawî neyhêştewe hełî daye witî:

― be xwa daye minîşt bibirdayewe legeł xot baş bû. hîç şitêkî tya nîye. to biłêyt ewende namerd bin dest bo afretîş dirêj biken?

― bełê kiçim to nayannasî gelê leweş namerditrin. ke ewan destyan bo pîremêrdêkî, qur’anxiwênî bêwey û xêrewmendî wekû bawkit dirêj kird û kuştyan le hîç gunaḧ û xirapeyekî tir ho nakenewe. lepaşa min xom agam le diłî ewane û ezanim çon temaşay to eken! hemûy pêrar bû ke kerîm beg nardye xwazbênît bo fereydûnî kuřî. ezanê dûr leserî to wecaxman kwêre wîstî be xizmayetî dest beser kwêre kanîyekeman bigrêt bełam bawkit - piř gořekey le nûr bêt - pêy da be erza û witî nemdawe û naydem, kiç nadem be zordar. wityan be kuřekey be xoy na. witî ferqî nîye ewî le mişk bê cewał edřêt, xo ême ta êste basî eweşman lay to nekirduwe bełam ba bizanît bo ewey wa tê negey min bexořayî, ya pêm xoşe betenya bigeřêmewe, ne’ gyanî min, her le êstewe bîrit ekem ewa bo şanze sał eçê şewêk xew neçote çawim gwêm le mişey to nebûbêt û çawim be çawit nekewtibê û desim nekirdibête milit.

daykî cwamêr begleyîyewe witî:

― ewe çîye kałê xanim ełêy be ême razî nît? ferqî êre û ewê çîye? êreş her małî xotane. be serekey cwamêr ewendey kiçêkî xomim xoş ewêyt!

kałê le şerma sûr hełgeřa û be dengêkî nextê berz witî:

― ne be xwa pûre ecê gyan leber ewe nîye, ya xwa małtan her awa bê û hezar małî lê bikewêtewe. le małî xoşmana ewende diłnya nebûm.

bełam her ewey heye ke pêm naxoşe daykim betenya bigeřêtewe.

daykî witî:

― to gwê medere min, çî le min eken? cige lewe lêkîş bibnewe min ew zewîwzare bo ewan becê nayełim. heta xwên le demarma bigeřê wekû çiq! eçim be çawyana. ba em meḧkeme û şite bibřêtewe zordarêkî wekû xoyanyan bo ehênme dêyekewe nîwey zewîyekanî edemê ca ba ewsa boxoyan her şeřeseg biken. nazanim be xwa lemeşa dûdiłim etirsim her cûtyare hejarekanî tya biçin. herçonêk bê to le minî têk mede. lêm geřê ba êsta betenya biřomewe, wa xwa êrey dawe małekeyan her awa bêt ewe ece xane wekû daykit waye û xo kake cwamêrîş her biray xote îtir bîbřewe. ke bişbînin tom legeł xom nebirdotewe tê egen le kiloredar nehatûyne derê!

şewê cwamêr leser cêga bîrî lem qise û base û le manewey kałê ekirdewe. wekû şitê serî lê şêwabû ney’ezanî pêy xoşe mawetewe yan naxoş! bełam legeł eweşa nextê şiłejabû zortirî bewe lêk edayewe ke çunke xuşkî nebuwe le małêda, we le daykî zyatir afretî keşî nedîwe û le nawçekeşyan herzekarêkî wekû em ewende têkełîy legeł jin nabêt tenanet legeł askołî dezgîranîşya le dwanze sałîyewe betenya pêkewe yektiryan nedîwe. nek her eme bigre bebaşî naşzanê kiçêkî çone û lem mawey pênc - şeş sałeda ke em le nizîkewe neydîwe, çîy beser hatuwe çi le dîwî nawewe û çi le dîwî dereweşya, boye be xoy ewt hîç dûr nîye em şipirzeyîyey lew řuwewe bêt ke yekem care le jyanya legeł kiçêkî herzekarî wekû xoy le małêkda ebin pêkewe be şew û be řoj!.

pîroz xan řoyştewe û kałê becê ma. zormanewey û hêmnî û řastî û řewanî û kiraweyî xoş û pakî yarmetîyekî zoryan da le labirdinî ew şermeda ke le seretawe wek moteke swarî ser singî cwamêr bûbû pekî ewey xistibû wek mirovêkî asayî le małekeda bicûłêtewe, nek her eme berebere legeł yektirî bûşin be hawřê. cwamêr ke le hatnî ewanewe małî la bûbuwe bendîxane û eger bo nanxiwardin nebwaye ne’ehatewe. enca bepêçewane derêy leber çaw kewt û benaçarî nebwaye małewey becê nedehêşt. be’asanî kałêy fêrî dame kird.

da’enîştin yek dû se’at pêkewe yarîyan ekird. carubar xoşî bo şil ekird lêy bibatewe daway kitêbî kurdî lê ekird ke bîdatê bîxwênêtewe çunke le kurdî zyatir hîç zimanêkî key ne’ezanî. bełam cwamêr her çende serî ehêna le kurdîda le şî’ir zyatir nebû bîdatê, ewîş bezorî her basî diłdarî bû. boye le pêşewe xistye pişt gwê.

ke dî le destî řizgarî nabê benaçarî dîwanekanî nalî û salim û meḧuyî xiste berdestî. naxoştirîn kat lay cwamêr ewe bû ke lepiř kałê ehate lay zor bepakî û bê nyazîyewe manay şî’rêkî diłdarî lê epirsî kewa leber wişey ’erebî ya farsî zorî ya leber řeqî û ałozî têy negeyştibû. lem kataneda şerim betundî hełî ekutayewe ser cwamêr zimanî ebest. sûrî heł’egeřan beçeşnê ke zor car kałê bezeyîy pya ehat û kitêbekey ledest wer’egirtewe û eyut qey naka kake cwamêr.. xom têy egem ba bizanim carêkî keş eyxiwênmewe eger têy negeyştim ewsa dêmewe lat! hendê carîş wek řiqî le şerminîye bêcêgey cwamêr hełsa bê ewîş eydaye lasarî ciqî bikirdaye û şîn bwayewe û mor bwayewe heta manakey pê lêk nedayayewe lekołî ne’ebuwewe. eme way le cwamêr kirdibû ke be bîrya bêt kałê bedro xoy gewc ekat û eyewê em bidwênî. egerçî em boçûney cwamêr binaẍeyekî pitewîşî nebû bełam bîrî cwamêrî xiste gêjawêkî nwêwewe bo yekem car encam û metirsîy pêkewe jyanî kuř û kiçêkî lawî hênaye pêş çawî. boye nextê xoy dûr exsitewe. nîweřoyek ne’ehatewe bo nanxiwardin, şewêk direng ehatewe bełam le derîşewe her bê’aram û pest bû. daykî û kałêş seryan ekirde serî naçaryan ekird ke waz le derê bihênê. bem core heta ehat xem û matîy cwamêr pitir ebû ke eydî wa xerîke řabwardinî legeł kałêda ew pakjî û sadeyîyey caranî nemênê hîç nebê le dił û mêşkî ema û bebê ewey ke zatî kirdibê le kangay dił û derûnî xoşya, serincî bidat lem gořane û serçawe û binawanî.

hatewe bîrî, dway de dwanze řojê le řoyştinî pîroz xan kewa çake daykî binêrêt bo małî mamî. her hîç nebê bo bonkirdinî demî amojnî. eger lewe zyatrîşî pê nekirêt her eme xoy hengawêkî başe betaybetî lem kateda. bo lem kateda betaybetî? cwamêr nextê le qisekey xoy wird buwewe bełam neywêra weramî «bo»key xoy bidatewe. kewate ba daykî biçê bizanê amojnî ełê çî. kiçî edenê yan na. tirs û lerzî boçîye. lepaşa eman heqyan çîye beser kujranî bawkî kałêyewe, de panze řojî tir eřonewe şwênî xoyan wekû berdî bin gomyan lê dêtewe, bê ewey emane tenanet beman û nemanîşyan bizanin. ba daykî biçê! ta zû biçê direnge, 10 dînarî zyatrî le pareke xerc kirduwe. bem core biřwa dwa filsî xerc ekat! eger daykî neçû xoy be «lawe» ełê! beřastî xesûyekî cambaz û zorzanî ebê, hergîz le mekirî dernaçêt xwa bikat askołîş neçûbêtewe ser ew egîna be herdûkyan eyken be pengî mêrdan! zerdexeneyek girtî.

ke be daykî wit, wîstî byanû bihênêtewe. cwamêr byanuwekey biřî witî:

― qey çî kat kałê ba le małewe bêt eger ḧez nakeyt bîybey legeł xot.

daykî dway îstêk bizeyek girtî û biřyarî da ke kałêş berê legeł xoy çatre. kiçeş ḧezî be çûn ne’ekird. zorî legeł daykî cwamêr wit ke ew hêşta le pirsedaye cwan nîye bikewête geřan, betaybetî bo małê ke neyannasêt bełam kełkî negirt, witî:

― pêş çêştengawêk beser pêwe serêkyan lê edeyn xo naçîn bo piławxiwardin! be çawekanit eger leber diłî cwamêr nebwaye serim be małyana ne’ekird.

***

ke hatnewe le małî fatme xan, kałê zor şermezar û daykî cwamêr zor peşîman bû. her le diłî derne’eçû ke boçî bezor ew kiçe bêbawke damawey legeł xoy bird û tûşî ew terîqî û naxoşîyey kird. xoy qey nakat îşeke îşî xoyane ebû biçê, ebû bizanê. bełam of.

cwamêrîş xwa bê bełay kat wext û nawextî bo nîye. egîna êsta key ême katî xwazbênîkirdin û jinhênanmane. her hîç nebê leber diłî ew kiçe bawkikujrawe ebû meseleke bixate katêkî tir. her hîç nebê ta ew eřoyştewe. bełam legeł herzekar ełêyt çî nawî xoy be xoyeweye. afretî wekû ew fate zileye bê çaw û řûm nedîwe erê xo ewe yeken derdû nehêłî kird û neşifit witî: «emeye bûke teřlaneketan!» liçêkî hełqułtan le kiçe besezmaneke her ewe bû nebê be tinokê aw! minîş dem û pilim xwatewe ełêy aw lay dawim. ne be xwa her wekû şitêk ḧepesam, zû nehatme dest beme jinî tayen zyatir şûłî lê hełkêşa kewtewe dagirtinman îtir pişûy nedayn bo ew jine çawdaqłîşawe liç kulêreyey dirawsêşyan her boy esenewe. o xwaye ewe ometî wa bê abřûşt heye! xo her mawey nedam qiseye bikem, meselekey tê bigeyênim. be naxêrî gyanim komełê qisem ḧazir kirdibû. bełam qisey çî wekû peřesêlke hemûym lebîr çowe karî kałê řast bê witî pûrê heste ba biřoyn. egîna wa kasî kirdibûm řoyştinîşim bîr nemabû ... herçonêk bê boxom qey nakat bakim nîye bełam zyatir bezeyîm bew kiçołe bêbawkeda dêtewe, zor terîq buwewe. besezmane xoy çûnekey be dił nebû. milim şikê min bekêşim kird. kiçê ey çî ekey naybey wey eşîbey her wey! xo be qurbanekey bim her çende cwamêr wekû pîr û pyawçakan waye û hîç le kuřî em ’eyame naçêt bełam her cwan nîye, xełkî çîm pê ełên? kiç û kuřêkî herzekar le małêkî daxrawa becê bihêłît. kes başman pê nałêt. min êste ke xom le małim be bist becêy nahêłim. nazanim çîye xwaye be gunah lêm negrît cwamêrîş gořawe zor le caran zyatir ekewête małewe. cige leweş zortir legeł kałê da’enîşêt egerçî çend carêkîş xom lê girtûn û çûm be seryana le qise û pêkenîn û damekirdin bewela hîçim lê nedîwin. legeł eweşa zor kirawnetewe legeł yek. kiçê dey çîy tyaye, xozgem, xozgem ḧezyan leyek ekird û ewî ehêna. pêławe şiřekanî kiçî fate wirçe kon ehênê! xo êsteş her xełkî be xizmetkarî bawkî xoy ezanê, wa ezanê ew dewreye ke pyawyan tya mare ekird şêxî şêx nît çawit derbêt. xwaye lêm negrî legeł xoyme, lay waye hemû kes ebê destî maç bikat. ewe wêł bû ew legeł êmey kird, her bo řwałet be diroş pêy newtîn meřonewe lêre qawełtî biken. kwa meřêkim ekird be mewlûdî pêẍember. kuř kuřî xom kiç kiçî xom. başe qey nakat ba wa bêt.

înca minîş eger jin bim ezanim çî ekem! xwa xoy baştirî ezanêt.

bêguman řezay lesere kewa em kare pêk bêt egîna eger afretî tayen neykirdaye bew herawzenaye û kałêy bo destinîşan nekirdînaye wekû melay mezbûre xurmakey pîşan kabray beqał da, ême xoman çawman le astî kwêr bûbû. nazanim şîrînîy cwamêr be kwêy askoła çuwe?

êskî xwatewe ełêy çeqełî dême. demuçawêkî dirêjî pencekêşî, wekû darî waweyla çuwe be asmana. xwaye lêm negrî ew kiçe le derûna saẍ nîye! dûr nîye derdî xirapîşî bêt! ne daykim be xwa kuřî xom naxeme ew dawewe be kwêrewerî û bêwejnisarî û hetîwbarî gewrem kirduwe! başe bełam çon kełkełey askoł xan le serî cwamêr derbihênim! dey hîç nîye. xwa ya ribê û cwanîy kałê xoş bêt ewîş asane be piştiwanîy kerêtî û lûtberzîy fatme xanî amojnî. lem çeşne bîr û qisane le mêşkî ecêda ehatin û eçûn.

dway nîweřo ke cwamêr hatewe zorî hewł da ke bezûtrîn kat daykî betenya bibînî ta bizanê encamî çûnekey çî buwe, çunke daykîşî emey ewîst her zû kałêy be zełatekirdinewe xerîk kird pêkewe çûne jûrekey cwamêr, ecê hełî daye witî:

― be xwa kuřim to bexořayî ême sûk û řiswa ekeyt. egîna ezanî fate xan kiç nada be ême.

cwamêr besersuřmanêkewe witî:

― çî buwe daye gyan xwa nekerde hîç řûy dawe?

― çî řû bida kuřim. wełła her ewendey kem bû nextêkîşman tê hełden!

― kê? çon! be bawkîşyanewe řayan nakewêt, biłê bizanim çî buwe şeqim bird?

― dujminit şeq berê kuřim, be kurdîy petî kiçman nadenê û eḧ!

― başe çî buwe? çon? çî dełên?

― çî dełên. ke çûyn askoł lewê nebû. demim sûta hewałim pirsî, fate xan hatewe be gij demma wekû kifirim kirdibê witî askołit bo çîye askoł lêre nîye, askoł çuwe bo małî pûrî. ewe eşzanê ke demêke her xoyan ew qaweyan daxsituwe kewa askoł şû ekat be kuřî pûrî! wate kuřî xuşkî daykî. minîş hîç qisem nekird. witim fatme xan gyan xo min be hîç nyazê ew pirsyarem nekird her wîstim bizanim lekwêye, cwamêr, îtir neyhêşt qisekem tewaw kem witî: cwamêr û mwamêrî pê nawêt bese bîbřewe qibûłim nîye be hîç corêk nawî kiçim bihênin. eger kiç be dyar cwamêr begî towe danêm ebê pirçî sipî bihonêtewe ewsa řenge ew bitwanê parey cûtê gware ko katewe.

cwamêr henaseyekî hełkêşa û beserbadanêkewe witî:

― bełam bo? leber çî wa betundî. boçî wa benaxoşî. kiç naden neyde. milî ..., şeytan bele’net bê pyaw tif hełda řûy xoy egrêtewe!

― gyanekem le behane egeřên. ey eger neyken be şeř çî biłên be dost û dujmin. biłên boçî peşîman bûynewe nemanda be cwamêr û daman be şêx ḧesen!

― herçonêk bêt îtir to qisey lê meke min xom eçme binc û binawanî kiçim edenê başe xêrî pêweye ta parekem xerc nekirduwe bimdenê û bibřêtewe, naşmidenê pêm biłên bebê naxoşî û diłyeşan ba her keseman nawî melî xoy bizanêt.

ecê wekû newtî pya bikey kiłpey send witî:

― çon be qisey min baweř nakey, diro ekem? buxtanyan pê ekem!

way wit û daye piřmey giryan.

― daye gyan çon be qisey to baweř nakem, çîm wituwe ey axir nabê xoşim dû qisey tya bikem. legeł lawe, legeł amojnim, başe ba becarê lêy bêdeng ebîn bizanim ewan çî ełên. başe. şerit bê min hîç qisey lê nekem û wekû her hîç nebûbêt, başe!

destî kirde milî daykî ke bedem giryanewe witî:

― min beşî zorî peroşim bo ew kiçe besezmane diłbirîndare bû ke be xut û xořayî diłyan kulanewe xwa diłyan bikulênêtewe.

― kiçî çî, kam kiç daye gyan?

― kałê řołe gyan kałê!

― ê kałê çîyetî beserewe. ewan çîyane beser kałêwe?

― nazanim le xoyan bipirse!

― axir çon? çîyan bew wit, çîyan wit!

― hîç kuřim bexwa leserim bideyt min naygêřmewe bot bizane lexoy bipirse beşkû xoy bot bigêřêtewe. toş nextê diłî biderewe.

ewe çîte ełêy pêt naxoşe lêre mawetewe řołe gunahe, hetîwe, nextê řûy berê, her leřêy xwada.

― daye bexwa min,

― başe kuřim xwa be diłî xotit legeł bikat û dujminit kwêr kat.

***

dway qawełtî cwamêr û kałê danîştine ser damekirdinî xoyan ecêş kewte amaniştin. le helêkda, cwamêr le kałêy pirsî:

― ewe em beyanîye çî buwe le małî mamim be qisey daykim piřîşk toşî girtotewe!

kałê be ḧepesawî û şermezarî serî leser texte dameke hełbiřî û be’espayî witî:

― pûrim boy gêřaytewe?

― ne be xwa her ewendey pê witim kewa toş bebê areq derneçûyt.

― hînekey min hîç nebû.

― başe axir çî bû ... çîyan wit?

― ...

― çîte? cinêwyan pê dayn! xo şêt nebûn. to çîte be serewe.

― ne’, cinêwyan neda, ewî řast bê ne’ebû min legełî biçim ... herçonêk bêt êste buwe û biřawetewe. le pûre ecêm bipirse ew bot bigêřêtewe.

― wa dyare destî destîm pê eken, ew ełê le kałê bipirse û toş ełêyt le pûrim. dey tu xwa pêm biłê. bizanim ...

― eger lêm bigeřêyt ḧez nakem bîłêm.

― başe lêt nageřêm!

― ... ewe wityan ... nazanim çîyan wit ... be xwa nayłêm ... be gořî bawkim tu xwa tû serî xot leserî meřo!

― başe hîç .... to seẍłet mebe û meyłê ... babe wazman hêna seryan be gořî ajdad û abayan. ewe ew amojnem herwa ker û lûtberze.

axir boye min hîç amuşoyan nakem.

na îşeke yekcar wa nebû toş gewrey meke.

başe ezanim to xot kiçî çakî boye wa ełêyt, başe dey bam wa bê.

cwamêr, cige leweş ke bełênî da be daykî ke îtir ke qise le meseleke nekat herçende bîrîşî lê ekirdewe mawey qise lêkirdinî nebû, amojnî xo ewe her řûy ne’ehat qisey way legeł bikat eger bişîzanyaye be kirasî berî xoyewe kiçekey edatê ca nexwazela êste kewa be qisey daykî ew kelle şekiraney şikanduwe, her beřastî jinêkî bełaye pyaw nazanê çîy ewê û çîy nawêt! çîy pê xoşe û ḧez be çî nakat, be hemû ḧezî xot etewêt diłî řabgirît we her leber diłî ew îşêk ekey kewa ezanê pêy xoşe keçî wekû tawêr be serta dêt û ekewête serzenîş û qisepêgutinit ke boçî wehat kird! eme amojin xanmiman xo lawe gyanîş le penay xwada bêt le xuşkekanî zyatir lêy etirsêt ya wekû xoy ełêt diłî řa’egrêt. ewîş nek leber ewey ke xoşî ewêt hîç baweř nakem be dił xoşî bwêt ba daykîşî bêt. her eweye dewłetekey bawkî wa lejêr destî ewa emîş eyewê be mêçkemêçke lêy bikêşêtewe. egîna ewe jin bû par boy hêna. lem dewreda dayk jin bo pyaw bihênêt. to xoşt diłit çûbêt be kiçêkî taybetîda û be hîway hênanî bît, keçî biçît leser qisey daykit kiçêkî naşîrînî nexwêndewarî le xot çend sał gewretir bihênît eme çîye kiçî xałte! seyr eweye kewa amojne fatme xan ’eybekanîşî lê ne’eşardewe, eyut kake lawe gyan xałozay xote eger to neyhênît kê eyhênê? - małî qełb seruberî saḧêbî - bew xwaye keme jin hemû wekû yekin û yek tam eden! wek meseley hengiwînekey afretekeye ke sed çeşin xwardinî lê dirust kird bo kabray załmî ḧezlêkerî tawekû têy bigeynê ke le řûy leş û cwanî û naşîrînîyewe afret hemû wekû yekin.

kewate baştir eweye meseleke her dîze be derxone kat û lêy bigeřê bo řojgar bizanêt ew çîy lê ekat. çunke hendê car ew le xoman çaktirman bo řêk exat, wekû şitêk kareke pê egeyênêt wek mîwe û dar û dirext. herçonêk bêt ba bizanîn bext û çarenûs kêy ekat be hawser!

***

pîroz xan dêtewe muḧakemekeyan ekirêt. kabray zordar xoy ber edrêt. yekêk le pyawekanî panze sał ḧukim edrêt dway çend řojêk legeł kałê eřonewe bo dêyekey xoyan.

cwamêr û daykî gelêkyan pê naxoş ebêt. ecê zor legeł pîroz xan xerîk ebêt ke bo maweyekî keş, ta meseleke lebîr eçêtewe, kałê le małî ewan bihêłêtewe. bełam ew ełê:

― taze ke yekê le pyawkujekanî aẍa ḧukim dira meselekeman bû be xwênî aẍay gêj lebîrçûnewey nîye. eřoynewe leser xwa. xwa kesî bêkesane. îmřoş nebê sibeynê her ebê biřwatewe.

karî řoyştinewey kałê le daykî zyatir le cwamêra dyarîy da bo yekem car dway řoynewekey ke çuwe małewe çawêkî be şwênewarekanya gêřa serî suř ma lew şwêney nek le mał, le řabwardinîşya piřî kirdibuwewe! hemû şitêk le małekeda tarîk û şikaw û kon û naşîrîn ehate ber çawî. nek her eme etut şitêkî lê win buwe herwa be naw jûrekana ehat û eçû. le hemû emaneş naxoştir ewe bû ke zatî ne’ekird serincêk bidate diłî xoy ta wekû bizanêt boçî be řoyînewey kałê wa seẍłet û diłgîr bû, małî leberçaw kewt, herçonêk bêt û herçîyek, taze řoyşit. wekû estêreyekî kişaw nextê asmanî jyanî řoşin kirdewe û řoyşit. xwa ezanê carêkî tir çon û key û lekwê çawyan be yektirî ekewêtewe. ewan ta em temene yek car yektiryan dîbêt ewîş wa, bem pêye dûr nîye heta mawin carêkî ke yektir nebînnewe.

beynê beser řoyştinewey kałê û daykya řaburd. ta endazeyek cêgakeyan le dił û le małîşyana piř buwewe egerçî wekû piřkirdinewey şwênî qałîyekî kaşanî naya» be beře şiřêkîş weha bû. êwareyek cwamêr le «yane» çawî be hawřêyekî ekewêt lêy epirsê ewe her wazit le jinhênan hênawe yan destit le askołî mamit hełgirtuwe.

cwamêrîş beperoşêkewe lêy epirsê: boçî çî buwe? «kuřekeş ke dezanê cwamêr bêxebere eyewê paşgez bêtewe ełê: hîç herwa pirsîm». bełam bêhûde ebê cwamêr le kołî nabêtewe heta qisekey pê tewaw ekat û pêy ełê kewa le ḧesenî şêx marfî bîstuwe xerîke askoł bihênêt. cwamêr zor em qiseyey pê giran ebêt bełam derî naxat. be dirêjayîy řê bîrî lê ekatewe, zorî pê xoş ebê ke le layekewe dirzêk, kelênêkî tya bidozêtewe û be diroy bixatewe bełam herçende leber tîşkî qisekanî daykî û řewişt û xûy fatme xanî amojnî serincî lê eda hîç dirzêkî tya nabînêt. dêt be bîrya ke biçê çawî be lawey amozay bikewêt bełam waz lem bîreş ehênê. taze kar le kar tirazawe be qisey hawřêkey şekirawyan xwardotewe. lawe eger bîwîstaye her hîç nebê pêş em keyn û beyne emî agadar ekird, herçonêk bêt ewîş hîç nîye, ezanêt kes hîçî pê nakirêt legeł fatme xanî daykî, dey pîrozyan bê emîş gunahî xoy bû, ebwaye dway ew qisane daykî boy gêřayewe biçwaye binc û binawanî kareke bizanê kiçî edenê yan ne. em herwa kemterxem xistîye piştigwê ta way lê hat, dey goy mederê, çareyan le çarey yek nenûsrawe.

cwamêr ke dêtewe małê basî şûkirdinî askoł herwa le diłya gîngiłe edat, bo daykî bigêřêtewe! neygêřêtewe!

nahênêt ba ne daykî seẍłet bikat û ne waşî pîşan bidat ke xoşî ewende be

tengeweye, çî ebê dey ba carêk qiseyek bo daykî negêřêtewe! xo kifir nabêt! be meseley askoł û jinhênan û daykyan hatewe bîrî kewa ne daykî û ne kałê pêyan newt ew qiseye çî buwe ke fatme xanî amojnî be kałêy wituwe û daykî xefetî bo exward. çuwe gyanî daykî be zerdexeneyekî kałewe lêy pirsî, daykîşî le pêşewe daye qaqay pêkenîn le paşa wek şitêkî naxoşî bîr kewtibêtewe henaseyekî hełkêşa û bêdeng bû. cwamêr pirsî: ewe çîye daye çît bîr kewtewe?

daykîşî be matîyekewe witî:

― ewî řast bê kuřim kałê û pîroz xanim bîr kewtewe.

cwamêr witî:

― başe dey carê wextî nûkenûk nîye to basekem bo bigêřewe.

ecê witî:

― fate wirçe konî amojinit her ke çawî be kałê kewt pirsîy bûkeket hênawe pîşanmanî bidey! hêşta zuwe ebû paş minał

bûn agadarman biken.

cwamêr bê ewey gwê le beşî dwayîy qisekey bigrêt serî daxist û çuwe jûrekey xoy. leser nwênekanî herdû destî xiste jêr serî û çawî biřîye binmîçeke. amojnî way zanîwe em kałêy hênawe.

êy îste tê geyştim bo wa betundî beřengarî daykim buwewe boçîş wa bepele askołî dawe be şû. bełam ne’, her xoy le behane buwe egîna bêguman daykim pêy wituwe kewa be hełeda çuwe. cige leweş dway ewey kałê û ewan řoyştinewe małî xoyan naşê way zanîbê ke bawexûn kirawetewe ne’. ey nabê le lawey kuřî bipirsê. řenge be qisey ewîş baweř nekat çunke lay waye lawe hemîşe leser min ekatewe. dey emane hemû qisey hîçin ew le behane buwe û bêdengî û kemterxemîy minîş yarmetîy sergirtinî behanekey dawe!

çend řojêk řaburd beyanîyek dway řoştinewe dayerey cwamêr, daykî xerîk bû tifaqî çayî la ebird kiçołeyekî de dwanze sałe kirdî be mała û pirsî: êreye małî cwamêr fenî? ewe şekirawî małî fatme xanim bo hênawin, way wit û paketê nuqulî leser ḧesîreke dana, bê ewey çaweřwanî weram bikat çon hatbû wa řoyştewe derê. ecê wekû le banê berî deyte xwarewe wa bû. şekirawî małî fatme xanî çî?!

fatme xan heyanbê û neyanbê askołyan heye ke ewîş be ḧisa» bo cwamêr danrawe. naşê fatme xan emeşî kirdibê û qisey xełkî be řast gêřabêt. babe qise bexořayî nakirêt. dûkeł bê agir nabêt. eyanut askoł eden be şêx ḧesenî xałozay! dey desełat çîye. řezam be řezay xwa. xo bew xwaye le serêkîşewe pêm xoşe ke em dîdey lêławe biřayewe! řizgarman bû le eyden û nayden. qey naka însan ewey la girane kewa nawî cwamêrî leser bû. egîna xwa řeḧmî pê kirdîn ke le kiçî fatme xan řizgarî kirdîn. xełkî pêławekanîşman maç eken wa kiçman edenê. ba bizanîn kamman zererman kirduwe! xwa yar bêt kiçêkî bo ehênim ḧewtî wekû askołe řeq le mizgênîda bidrêt.

lêreda bîrî ałoza û serî lêşêwawî zor kiçî hênaye ser perdey mêşkî û be liç lê hełqułtandinêk fitî kirdin. bełam her ebû ew şekirawe binêrêtewe. kiçeke çi çaw û řûyek bem fate wirçewe heye? were to hîç şerim nekeyt û terîq nebîtewe. şekiraw bo ême binêrît! başe daykim dîqedîqeman bide. xwa kiławî bo beřûş kirduwe. xełkîş xwayekî heye bo xoy. her xway êwe nîye. řaste be xwa. xwaye lêm negrî û le serim be kifir ḧisêb nekey her xway dewłemende! ey boçî pêyan ełên xwapêdaw, xo estexfîrełła bebê ḧezî xwa em naz û nî’meteyan pêkewe nenawe! kiçê dey naz û nî’metî çî hemûy giř û pifêke. bergey řûgirjkirdnêkî řojgar nagrêt. ewe kesî nasyaw řûy nehatuwe dû denke nuqłekeyman bo bênêt boye bew çetîwe çiřpine pilke baycaneyeda nardibûy xo her nemzanî kwêřa řoyşit, dû cinêwî mizirim bidaye be xoy û fate xanî û nuqlekeşim bixistaye ...yewe! herçonêk bê fate zile emey be serewe naçê. carê ba em nuqłe le ḧew kun bişarmewe newekû cwamêr gyan çawî pêy bikewêt. bêguman zorî pê naxoş ebêt.

***

paş nîweřoyek cwamêr le nanxiwardin bûbuwewe leser cêgakey pał kewtibû řojnameyekî girtibû be destewe xerîk bû xew biçête çawî lepiř fiřefiř û dengî utmobêlêk le kołanekeyanewe hat ­ kewa zor kem utmobîlî pya tê peřî. nexêr otmobîl westa û le dergay emanîşyan da, nextê xoy lê bêdeng kird beşkû daykî biçê. bêhûde bû dergake lê dirayewe û daykîşî dyar nebû. axo be çîyewe xerîke, benabedłî hesta çû bê pirs û deng dergay kirdewe. lepiř tewjimêkî şadî û sersuřman demuçawyan geşanewe, be dengêkî zor beriztir le pêwîst witî:

­ ewe êwen ya xwa bexêr bên!

her gurc le dîmenekey beramberî bêcêyî qîjandinekey bo derkewt beterîqîyekewe witî:

­ ewe çîye? pîrozxan çi xêrte? ya xwa bexêr bên fermûne jûrewe.

daye were ewe pîrozxan û ... ewanin.

kałê çûbuwe jêr bałî daykî hênaye jûrewe û cwamêrîş kel û pelekeyanî hełgirt kewa şagirdî lêxuřeke boy dagirtibûn û leber derga daynabû ...

dway de panze řojî derman û duktor pîrozxan řûy kirde çabûnewe ... lem maweyeda cwamêr xizmetêkî pyawaney kird tenanet le germey nexoşîyekeya legeł kałêda benore êşkyan egirt bo ewey le katî xoya dermanekanî bidenê. em têkełîye şermî řwałetî û bêcêy lenêwan hełgirtin û gelêk legeł kałêy le yekdî nizîk kirdinewe û şarezay řewişt û xûy yektirî kirdin. hengawbehengaw legeł pêşkewtinî çakbûnewey pîrozxana ewanîş girêy dem û zimanyan ekirayewe û matî û monîyan le řû eřewîyewe ta nexoşekeyan wekû xoy lê hatewe emanîş wekû caranî pêş bo ladê çûnewey kałêyan lê hatewe û zyatrîş cwamêr tenya wextê serî da’exist û bêdeng ebû le astî kałê ke qisekey fate xanî amojnî bîr ekewtewe, kewa be kałêy witbû, em serdaxsitin û bêdengîyeşî her çende le seretawe le terîqîya bû bełam le dwayîda bû be lêkdanewe û xeyał lêdan û mirxî lê xoşkirdin!

beřastî bo wa nebê. hergîz xwa jinhênanî wa sûk û asanî bo kes řêk nexsituwe. bûkêkî wa nask û nazdarî bepêy xoy bo hênawete małewe. hemû carê lêreda ew şî’re ’erebîyey bîr ekewtewe ke wextî xoy le (hezar û yek şew)da xwêndebûyewe ke ełê:

«řenge xwa dû lêk biřaw be yek bigeyenêtewe, le katêka ke be hemû baweřî xoyan layan wa bêt ke bibřay bibřay îtir her çawîşyan be yek nakewêtewe».

her beřastî řêkewtêkî seyre! qey nakat ewa kałê lenakaw egeřêtewe, bełam bo le katêkîşa egeřêtewe ke askoł şûy kirduwe û emîş û daykîşî bepele bo jin egeřên. lewaneye bo ewey qisey xełk bibiřn her jinêkî dest kewêt her zor naşîrîn nebê hîç sê û dûy lê nekat. bełam çon dest pê biken. carê kê ełêt diłî kałê kesî key tya nîye? na, lewe naçê. yekê diłî ledest dabê em tirîq û hûřey pêkenînî nayet. xo nyazî nîye em îşeş be daykî bikat, herçende fermanî daykî le karî ema her qise lêkirdinêkîş ebê.

bełam na bacarê em dem û dûy xoy taqî katewe ewsa legeł daykîşî qise ekat!

bełam çon, herçend serî hêna û serî bird xoy lem telîsme pê řizgar nekira, çon řûy bêt be kałê biłê şûm pê bike. ba nextê bixiwatewe beşkû şermî hełgîrêt, yek dû car emeşî taqî kirdewe kełkî nebû, cwamêr lem gêjaweda bû ke řojêk legeł kałê danîştibûn dameyan ekird lepiř lexoyewe witî:

­ to ezanî daykim qisekey fatme xanî amojnimî bo gêřamewe, ke be toy witbû ...

kałê serî şoř kirdibuwewe beser textey damekeda hîç wirtey nekird bełam tarmayîy zerdexeneyek bexêrayî birûske be çareya tê peřî û daşêkî bepele birde pêşewe ... cwamêr ke ewsake baş bîrî lê kirdibuwewe qisekey çend aw ekêşê û çi karêkî kirdote ser kałê hat be mêşkya eme ew heleye ke lêy egeřa û nabê ledestî bidat, boye leserxo be zerdexeneyekî be şerim ­ jakawewe witî:

­ ebînim hîç qise nakeyt! carê daşeket bigêřewe ewe hełeyekî gewreye damet lê ekem, be nextê tundî û bê serhełbiřîn leser texteke kałê witî:

­ qey naka nageřêmewe. dame bike ...

­ başe gyanekemî bo zwîr ebî xo xirapim newtuwe ...

yekem car bû tyaya be kałê biłê gyanekemî, boye gurc daşêkî birde pêşê.

kałê dengî nebû xerîk bû yarî be daşêk bikat. cwamêr tê geyşit kewa şerminî xerîke em heleşî lejêr desta mirdar ekatewe.

lûtepençeyekî da le textey dameke beşî zorî daşekanî xiste xwarewe.

nextê be tenge tîlkeyî, ke şipirzeyîy xoy pê bişarêtewe witî:

­ bese dame îtir ba nextê boxoman qise bikeyn.

­ kałê le katêkda xerîkî kokirdinewey daşe damekan bû serêkî berz kirdewe û be serzeniştêkî zerdexenawîyewe witî:

­ ey ewe nîye qise ekeyn, ya le dořandin bûyt boye têkit da!

cwamêr gwêy le qisekey nebû hemû hoşî lay çawî bû ke ewîşî bê zanîn biřîbuwe ew beşey ke behoy beçîçkanewe danîştinî kałê û hełbiřînî ser û daçekanî berokî kirasekeyewe, le sing û memkî derkewtibû, wek çaw têbřînekey cwamêr şepolêkî germayî bûbêt ařastey ser singî kałê kirabêt gurc daşe damekanî dana û destî girt be yexeyewe û hestaye ser pê û bedem bawêşkêkî meger her xwa bizanê řast ya destikirdewe witî:

­ ba biçim serxewê bişkênim, şewê xewm lê ziřabû hemûy dû sê se’at nenûstim ...

cwamêr eqłî le sera nema, her hesta û destî kałêy girt û leser kursîyeke daynîşandewe û bepele witî:

­ nayey qisekey fatme xan bihênîne dî?

kałê le demî derçûbû biłê (­ kam qise) ke kewtewe bîrî tewjimêkî şerim û terîqî qisekey le gerûda tasand û serî pê daxist, cwamêr be helî zanî witî:

­ ê ... gyane ełêyt çî?

paş nextê bêdengî be’espayî û bedem hestanêkî bêzarane ya nexoşanewe witî:

­ boçî biłêm çî?

­ bo ewey qisekey fatme xanî amojnim bihênîne dî!

­ min nazanim çî biłêm! daykim ezanêt!

way wit lêy da řoyşte derewe. bełam cwamêr ewey lê bizir nebû ke lejêr řengî sûrhełgeřaweyewe tarmayîy zerdexeneyekî şîrînî be řuwewe bibînê le katî le jûr çûne dereweyda.

dway ew řoje be hefteyek hemû ḧisabêkî jinhênanî cwamêr řêk xira, tenanet řojî gwastineweşî, kewa leber pirsebarîy kałê û daykî xistyane zistan.

ewsa geřanewe bo dêyekeyan.