riftin ḧizirit ’îsî bih twaf bît alḧiram û miḧya nimudin waldîn û ’im ḧizirit risul ﷺ kih abutalb ast

From the Book:
Komele Şîrî Feqê Qadirî Hemewend
By:
Faqe ghader hamawand (1830-1890)
 2 minutes  254 views
ḧezret ’îsa «’ilîh alsilamArabic»
mekero tewaf ce «bît alḧiramArabic»
perê walîdeyn ’emim mustefa
ce ḧerem beyt mekero du’a
beşq zat wêt zat kîbrya
hersêşan be lutif wêt kerî îḧya
derleḧze ne bab ’elîm wehhab
du’ay mesîḧa mebo mustecab
hersêşan be lutif ḧeq mebo meḧya
qubûł meken dîn «xitim alanbya’Arabic»
ta sê řoz ne emir dîn meban me’mûr
ewsa be řeḧmet ḧeq meban mesrûr
cewdima mesîḧ enbyay ’îzam
şehir medîne meko be meqam
ce yumin enfas ’îsay «ruḧ alilhArabic»
be muddey qelîl erz mebo meḧya
ce ewweł xaster mebo ’emaret
be kesb ḧełał meken tîcaret
be eltaf wêş «’ilîّ ala’lîArabic»
bewtewr bereket medo be dunya
ekil yek enar ce pa ta be ser
meko îdareş ta çihîl nefer
bew tewr bizurgen cełd her enar
meken be xeyme ce seḧra û kosar
cem’ fewakîh, eşcar û nebat
qyas ken bew tewr cumle ne bîsat
tûl sełtenet ḧezret ’îsa
çîhîl sał ḧukmet meko ne dunya
meko asayş ne řûy serzemîn
cumle xelayq yek ḧukim û yek dîn
yek duxter ce nesil nebîyî xatem
meyo be nîkaḧ ’îsay bin meryem
firzendiş new zen meyo be dunya
îsimş be eḧmed mekero îfşa
’îsa ne umûr dîn sermedî
wêş meko teqlîd şer’ eḧmedî
posen îradey zat «zwalcilalArabic»
’uqbey her kemal daro yek zewal