nîştimanperwerî

From the Book:
Dîwanî Mîrza Xefûr
By:
Mirza ghafour (1870-1938)
 2 minutes  357 views
erê yaran, leber çî waye ’alem, mat û ḧeyrane
le gerdawî ẍem û hemda, esîr û dił perêşane
debînî dost û eḧbabîş nema meyl û muḧîbetyan
kewa êsta le derḧeq yek, dekoşin bê ḧîcabane
esef bo mîlletî îslam kewa kurdayetî meḧwe!
leber sû’î emel emřo, syaset merdî meydane
weha kewtote dawî fîkiretî teḧsîlî cîve û mał
şerî’et payemałe û ’îlim û tedrîsîş be yek «anh»
çîye em gonbedî eflake şîne, wa leser qîne
be da’îm her wekû bûme, be ḧîle û fêł û efsane
felek boxoy denî teb’e, weha wez’êkî gêřawe
be kullî kes nîye fikirî be çakî lem xyabane
sebatî bo nîye, pênc û dû řojê lezzetê nada
be kes her wek «ebu cehlePerson» le dûy xûnî şehîdane
be her new’ê temaşa key, ewende dûn řeftare
esasî waye, řûy şîne, be ’eksî her le dewrane
xeyałî ’alemî dinyay nîye, ẍeddare, bê bake
temaşa, çî le ’alem kird, gedaye, êste sułtane
ḧîcabêkî nîye, bed bexte lo ewladî kak eḧmed
degêřê wez’î nahemwar û meylî kafiristane
xecałet bî le dîwanî xuda ey çerxî bê mirwet
ke bûyte duşminî xûnî, legeł em qewmî kurdane
desa; çî bikem eger carê, dega destim be damanit
debînî çît beser dênim, dekewye řewtî domane