her le zemî «ḧesen dede»da

From the Book:
Dîwanî Mîrza Xefûr
By:
Mirza ghafour (1870-1938)
 1 minutes  308 views
çî bikem legeł em çerxe, ke ew maker û dêłe
saḧîbî dîwexan û ker û mayn û çêłe
teyare şikênêkî heye, lûley çermîn
estûn şikene, dugmelîye gułxenî fêłe
destêkî heye, řende be êkiram û tewazi’
me’mûre le sayey fereḧe, abadî ceḧêłe
weqtê be tige dêt û deka arezûy dan
wek biznî berawîte, hemû paşî kemêłe
ḧaşa le qezaye ke ewe zabteyane
bed cehre, wek pîrezendîy mendîy xêłe
bo şanî ḧikumet esefe, sûkîye qurban
ḧakim be serî xot; ewe lem şare mehêłe
ḧeyyale le meydanî îta’et be delakî
ew kûnîye şermî nîye, bew řîş û simêłe
zanîwme leber xatrî kê serfî nezerte
«ew» bedtire lem, çerxî denî çewt û çewêłe
«mîrzaPen name» çi dełêy çerxî denî dûn periste
merdî çi nîye, tal’ û nawçaw tewêłe