qasîd were mijde bere bo lay hemû lawe

From the Book:
Dîwanî Aciz
By:
Ajez (1929-1967)
 2 minutes  428 views
qasîd were mijde bere bo lay hemû lawe
îman ẍelebey kirduwe, kufrîş buwe biławe
bem ’îde birînî diłî bêçare kulawe
em lawe weku lawlawe temaşa ke çi lawe
westawe ewend xawe dełêy xawe řwawe
em diłbere wek ḧeydere bê xencere nawî
qatîle wekû fîle be ḧîle qedî lawî
bew lenceye bem penceye qet naka tedawî
qed ’er’ere leb şekkere řeng esmere çawî
ẍemmaze piřî naze dełêy baze le řawe
řengînewu şîrîne çu hengîne le şane
em dilbere bo neşterî wek tîẍî debane
kirdî diłî ’uşşaq û ẍerîban be nîşane
kun kun bu ciger tîrî be piř hat le kewane
fewtawe ke kujrawe diłim karî kirawe
ew diłberî xał ’enberî luqmanî diłim roy
wek bedir û hîlale ku ẍezale be mişk û boy
cellabe gułim boyê be dił bo derî ew řoy
řûy wek gułe mûy sunbule xał filfile ebřoy
şimşêre mujey tîre be sed lîre kiřawe
em dewłete piř sewlete bem zulfey ku mare
lem baẍewe leddaẍe be daẍe weku nare
lem ḧałe be nałe diłî şeyda bû be pare
em qamete em suřete em neqiş û nîgare
me’lûme le ’alem ke be piřgar nekşawe
dił xesteyî dem beste leber ḧesretî ḧusnî
bê heste leber deste leber serwetî ḧusnî
bê bexte leser textî leber kesretî ḧusnî
sermeste ’eceb meste leber dewłetî ḧusnî
xoy bûyte cefa pişt le wefa meylî nemawe