çend sałe diłim piř xefet û zar û elîma

pênc xiştekî ’aciz leser şî’rî «řacî»
From the Book:
Dîwanî Aciz
By:
Ajez (1929-1967)
 2 minutes  468 views
çend sałe diłim piř xefet û zar û elîma
bo weslî qedî serwî le nêw baẍewe dîma
îmřo ke le meyxane sirûrêkî ’efîma
saqî were to piř ke pyałe ser û sîma
«qid sirit ’ilî albab fiqîraً wîtîmaArabic»
herçend ke le gułzarî îřem bê beş û dûrim
lew xuřřem û bezim û teřebe zar û ḧisûrim
ger bimkujî řazîme ke min talîbî nûrim
bo řojî qyamet le hemû cewrê ebûrim
«în ci’it îlîna bil’alîk ni’îmaArabic»
fewtawe bo narincî teřî guł be demit mird
meftûne be çawit diłekem piř elemit kird
lem ḧałete pîr bûyme mełê boçî kemit kird
’umrêkî dirêjim be heba serfî ẍemit kird
«fanzirnî li’en kîf tirî al’izim rimîmaArabic»
wek bulbulî ḧeyrane le dewrî gułî pêçet
yaxo wekû perwane le ’îşqî řux û çoçet
nabînî çe cewrêkî be min da ser û pêçet
kewtûmete naw dawî bełay zulfî be pêçet
«wikilit ’ilî alilh ḧisîbaً û kirîmaArabic»
ew qamete westawe dełêy serwe le gułzar
ew cebhete wek mangî le asmane be enwar
ew lêwe ku guł ẍunçe minî kuştuwe yek car
ew nergise şehlaye řifandûye diłî zar
«la tiqbil ’înak mi’ alqilb qisîmaArabic»
afat û beła giştî le nawî to bederkewt
tałanî diłan bo qedî lawlawî to herkewt
řû zerdî gułan wa le guławî to bederkewt
serçaweyî kewser ke le çawî to be derkewt
«min qad lî’eyneyk fiqid sar nidîmaArabic»
«’acizPen name» ke esîre be řux û perçemî tatat
carcar ke deka meylî lebî le’lî şeker xat
muştaqe le bo weslî qedî law û şehenşat
«racîPerson» be hemû dem ke desutê be temaşat
«farḧemhu mîne allihî wewasilh ze’îmaArabic»