naḧez û cwan

From the Book:
Diyarî Mehabad
By:
Mala ghafour Dabaghi (1927-1990)
 3 minutes  2059 views
ta bijîm têt debiřim, xawenî cwanî û desełat
çawî awat û hîwam, ey gułî sertopî wiłat
dademirkê kułî dił tawêkî řêtxem çi debê
be serî nukî zimanim le binî penceyî pat
řojî hełkewte desa ba gułekem têt řakem
le tirombîlî fîdakarî berew kořî xebat
lêt debem carê be bêdengî neçî bîkeye qaw
nêwî hawkarî legeł şořşekey dêmukřat
yarî şîrîn de were ta zuwe ta lêt neçuwe
temenî cwanî bijîn pêkewe takey be temat
gyanekem xo to hezar car pitirit dawe be min
qewlî bê kirdewe her wîşkih, tirîtim be hîwat
kengê bom dadekenî, xomî be ser dakêşim
kewşeket maç kem û ser danême ber pêt kiz û mat
lît neçê řenge le ber tengî eşê bot teř kem
deste nerim û şileket bazne azarî nedat
tund û tîjî bese bom tîl ke deba lêy řadem
be simêł geskî dem ew toze le ser şanî kewat
to le ser ew řiqe bî, têk deçeqênîn le piřa
min le pêt diřkî mijoł to le diłim tîrî nîgat
her nebê taqe yekêkim deye ba xom nekujim
lem hemû desre ke pêy desřî dem û lêwî nebat
bêłe xawî kemewe řeq buwe sinduqî serit
barî lêwim be tikey areqekey ser gonat
paş û pîş her yeke bo min ke mebestim çûne
zerdelîmo çuwe naw destimewe ya pirçî syat
her le lay toye ewey min demewê têy kêşim
xołî ber pête le çawim kirê řûnakî dekat
ḧez dekey carê bijîm bom were pêş ba têy nêm
dem le nêwanî mem û sînh, wexom awî ḧeyat
nayełim bêşê, were pêşê, deba bot têxem
em dû engustîle ałtune le qamkit be xełat
dewere gyan û qewet, tawê ewem bigre be wet
nebzî destim be serî pencih, nexoşim ke le lat
min ke xom nawete pênawit etoş bom fiş ke
qołî řastit bixeme baskim û derçîn le wiłat
ba bikem tobe le ser dest û îtir dayhêłim
řîşî bozim bibme salkî ser koşk û serat
ta kutim kwanê? biłê hanê, diłim meşkêne
ḧafizPen namem musteḧeqim, çaw le desî tom hemû kat
cwanî toy da le miḧek naḧezî min, bom derkewt
ewî cwanan heyane, be tenya heye lat
gułekem boye neşet saze dełên çakit da
îmtiḧanî şeşî nawendî, bijî mamostat
xot kemê şil ke serit daxe deba pêtewe nêm
dû zerû, kułmî geş û çałî çenet zîbke nekat