kiçî bokan

From the Book:
Diyarî Mehabad
By:
Mala ghafour Dabaghi (1927-1990)
 3 minutes  731 views
şehênî, diłřifênî, xem řewênî, řûgeşî, cwanî
ḧesûd kwêr bê le ḧandit ey kiçî nazdarî bokanî
leber bejnî biłînd û naskit heqyane serdaxen
çinar û ’eř’eř û şimşad û kac û serwî bustanî
le şox û şengîya wênem nedîwî, şerte nazanim
le ḧorî hełbiřawî, ya le tîre û hozî peryanî
le wirdîy xałî serkułimit erestû waqî wiř mawe
le teswîrî biroy to ’aciz û bê çareye manî
demit ’îsa sifet mayey jyane, lemperî gyane
leşî mirdû, henasey to weber dênêtewe gyanî
xidirPerson bo hênde ’ebdał bû le dûy serçawekey jîna?
tinokêke le nêw şîwî memanit, awî ḧeywanî
le çaxî pîrîya dyare weha bot bûme petyare
lewanem mil bidem bew kare kirdî şêxî sen’anîPerson
egerçî pîr û zurhanim, legeł to afetî gyanim
debestim ’ehd û peymanim, heta hem bot dekem şwanî
le seyrî baẍî mîrawa û temaşay ḧewzegewrem çî?
ziney bergerdin û nêw baxî sînet xoşe seyranî
le bîrte zor nexoş bûm hatî bo pirsînî eḧwałim
kutim pêt xoşe nemirim, ba serit bawême ser řanî
bizût hêzî hîwa û hestim ke destit naye nêw destim
kutim her to le cêt xistim, keçî wa êste luqmanî
geşim ya wek behêy zerdim, le koşkim ya le bin berdim
be des toye şifa û derdim, ke bo min jînî, hem janî
be řûxoşîm ke bidwênî, ḧeyatî nwêm lebo dênî
bełam xot tûře binwênî merg dênî be hasanî
meřêje pêm řiq û kînit, be dił hatûme ser dînit
qebûłme kîş û ayînit, mesîḧî ya musłimanî?
we’esto megre obałim, be dûta wêł û ’ewdałim
le botey ’îşq da qałim, diłim bot bote biryanî
diłî pêkam yekem tîrit, des û pêm kewte zincîrit
le ḧał û bałî yexsîrit, bipirse, sexte zîndanî
ewînit bû be napałim, biłêse û tînî na pałim
be tîrî to şika bałim, peřupom çî bû pirwanî
le wesfî ew xet û xałe, qełem kołe, ziman lałe
desim bew dû lîmo kałe nega, demirim le swêyanî
be dîmen gerçî mindałî, le aşq kuştina załî
newey kawey dilêrî ya berey samî nerîmanî?
serim goye le meydanit, diłim dîle le zîndanit
leş û gyanim be qurbanit, firîştexû! xway cwanî!
dekêşim nazî pêławit, hemû jînim le pênawit
denêm, dînim fîday çawit dekem, to mangî asmanî
egerçî xawenî nawim, le nêw em xełke nasrawim
bełam min qetreyek awim le berpêy yarî bokanî
ewîndarêkî diłpakim, le swêy ew yare xemnakim
le gerdûnîş nîye bakim biga destim be damanî