pendî pêşînyan 3

From the Book:
Diyarî Mehabad
By:
Mala ghafour Dabaghi (1927-1990)
 10 minutes  1746 views
cêy le çwar quřney dunya pê tenge
mam samîş dełê namewê nenge
bizane baran çon dê berew xwar
xoy pê hejare, bê fîz û demar
dekewête dem gyandarî beḧran
debê be duřî qîmetî û giran
şewnim le ser guł denîşê tawê
berz ebêtewe be tînî tawê
fiřî swar debî ke çû bo ḧewa
zû le naw deçê û debê be hewa
ba bêynewe ser pendekanî zû
wayan fermuwe serdemî pêşû:
gurgê bese bo qiřanî kozê
abřûy hozê deba řeş bozê
her qafłeyek pêşengî ker bê
bê guman debê tûşî zerer bê
le derkî kest hênabê teqe
derkit dedrête ber mist û leqe
ker le kwê kewtiwe, le quř gîrawe
seyrî ke, kunde le kwê diřawe!
gewreyî xercî pêwîste gyane
řîşt bû, eşê hełgirî şane
diruşmî pyawan dyare be řîşe
bełam pyawetî řîş nîye, îşe
gelê kes le jêr řîş û ’ebawe
xerîkî fêł û kełek û dawe
lay gewherfiroş gewher girane
qedrî zêř le kin zêřîngerane
bo giftî şîrîn diłim le kułe
dełên qisey xoş kwêstanî diłe
em qiseş gelê be tam û bone
dił awêney dił, fermûdey kone
pyawtî xełkî bigre berçawit
dena be sipłe ezřê nawit
keřem kemîş bê, zorî bizane
zyad debê nî’met, behoy şukirane
naspas nebî le mawey jînit
kełk werdegrî le dinya û dînit
to çonî bo min, minîş her wame
dunya destewaw ya destewame
be îmřu û sibey, diro û tefredan
qewlî hawînim lê mexe zistan
bedbext îşî nařêk û xware
mizgewt danê, qîblekey lare
çun bextî řeşe, êskî girane
xwênî kekireye, dwanî jane
le şanan qurse, dêze û dizêwe
du’aş bo xełkî bika, cinêwe
bextewer çunkî barekey bare
naḧezîş biłê şîrîn witare
herçî ew bîka pesendî ’ame
le nîw komeł da be îḧtîřame
gerçî ḧeq le dił girane û sexte
biden le texte, ḧîzîş be bexte
ne asin be fû bot nerim debê
ne ḧemam be tiř qet germ debê
be hêzî lawan, be tecrebey pîr
be têkuşan û xebatî şêlgîr
be tegbîr û řay pyawî řûnakbîr
gacûtî hîwat dêtewe ber nîr
dawênî ẍîret be kemerda ke
nan heta neycûy, qût naçê kake
legeł destî gel tekanê derê
beřet le quřaw dênîte derê
wek dełên berî kurte tengane
zû bedûyda dê xoşî û fer’ane
zorim bîstuwe şagirdî kołî
hîç fêr nedebû leber kiłołî
çun mandû nebû le îş newesta
êsta ke bote baştirîn westa
her tozê leser xo bê pişûman
le qore hełwa dexoyn hemûman
dwê xełkit toqan ewřo bitoqe
meşhûre dunya mendoq mendoqe
dwênê to řeḧimit be hîç kes nekird
xwa şukur ewřo boman bûye pird
dwênê milhuř û tosin bûy keçî?
îmřo serşoř û kiz û milkeçî?
çekit be neftim kiřî bo gyanim
hat nore gurzim derdit dezanim
dujmin her boye karî serdegrê
çun be ’arebe kerwêşk degrê
xwênî şêrit kem le demar û řeg
her fisosî wek tacî qubadbeg
le wextî řawda nebê gût naye
çar çîye xwêřî pîşey herwaye
şitî çak debê řesenî çak bê
le maynî qotiř espî şê nabê
tacî řeş kujîş baweřim waye
le dêłî fisos qet bedî naye
satê nagrê aram û qerar
le nêw kalanda tîẍî cewherdar
be dû kes dekirê xirape û çake
çepłe be destêk lê nadrê kake
bê derpê dû gez cawî dête xew
zig birsî piław debînê wek ew
ew boney mestî kirdî wek şeřab
ker daẍ kirdin bû, nek kizey kebab
leber meynet û derd û nexoşî
naçête gerûm qet awî xoşî
wayan fermuwe qedîmîy diłpak
swar heta neglê, nabête swarçak
ta nexoş nebî neçye ḧekîmî
nazanî qedrî saẍî û selîmî
ta nehate gwêt şeqey qełmase
tênegeyştî dinya çi base
witim lamede le řêbazî ḧeq
ta netna tebeq, bo netkut sedeq?!
key paşî baran kepenk dabe?
nuşdarû le paş mergî sohrabe
paş řût kirdinewe bê xof û xeter
teştî zêř danê le ser tewqî ser
le berdyan pirsî boçî wa řeqî?
kutî berdim dî zor be diłřeqî
şayî nekirawe, dehoł teqey dê
ben neřêsrawe, coła şeqey dê
wityan be qirjał boçî be dû ser
deřoy? witî: şox lêy ’eybe meger?
şeřneker pîşey zû danîştine
berdî zil, bełgey nehawîştine
hêndê kes aza û řijdin le şeřê
hetakû lêyan weřast degeřê
katê şeřeke germ bû tewaw
řêgay hełatin degirne berçaw
dujmin xerîke kwêrayî daye
çawî dû serî pêman hełnaye
dîsan xîşî kird wêney berazî
ker mandû û mirdû, xawen nařazî
nayewê legeł ême bisazê
ne dête pirdê ne dête bazê
meřwane xanû û derk û derwaze
daykan bibîne û kîjan bixiwaze
be tundutołî û şoxî menaze
bo kiçan, bextî daykan cyaze
pêm řanagîrê ew naz û baze
didan ke êşa ’îlacî gaze
namewê bimirim leber muḧtacî
goştî kerwêşk û bo fisî tacî!
naxom û hergîz neybînim yařeb
şîrî wiştir û dîdarî ’ařeb
bo sîrit bo bê le dem lêw’ałan
nek guł wergirî le des xwêntałan
her le ’eřşewe hetakû qurş
kes nîye be doy xoy biłê tirş?
dayk tarîfî kiçî xoy bika
dom bêt û kełaş le bo xoy bika
’etir eşê xoy bon bida kake
nek ’ettar biłê zor ’etrî çake
yaran! memdene ber tîrî lome
min nêr bê û mê bê, he lebo dome
sa bê sikî xot medře le daxa
kê mird û kêy tir ma le wecaxa!
dek diłe kwêr bî ’emirit nemênê
qaław le cêgey bulbul dexwênê!
le dinya herçî gende û mendeye
boçî her beşî xidrî zîndeye?!
le cêgey xoyda emeş her pende
namênêtewe gende le mende
zał kutî: řostem! řołey zemane!
qet dujminî xot be kem mezane
mełê başarim naka ew gule
çikołe, fêł û tełekey zile
ser le ber namerd damenewêne
bo wiłat û gel xwênit biřjêne
be zorî bazû, be hêzî şanan
xanî xanan be, ya tozî banan
şûłî şilk û teř dadêtewe zû
deyçemênyewe çonî meylit bû
katê wişk bû, çonî dadênî?
zorî xerîk bî, řenge bîşkênî!
nemam ke taze çeqabê dyare
be hêzî kesêk derdê dûbare
bełam ke řîşey dakuta zewî
bû be darêkî zil û mil qewî
dernayetewe, nek be şan û pîl
be keł û kotan, tenanet be fîl
eger biray pişt bû le biraza
taze derçû, kar le kar tiraza
deste çewreket le min hełmesû
bûk legeł tome, gwêt lê bê xesû
kesê wecaẍ kwêr serbinêtewe
yekcarî çiray dekûjêtewe
kuřî çakî bê, xêrî belaşe
bêkesî, dełên bo xuda başe
řêz nada be ker dirêjîy mewda
nabête êstir be çûnî beẍda
sermayey jyan jin û didane
be derdit nexon, dinya zîndane
xetay nekirûdim be milda bênî
şaneket le ser minda deşkênî
meşhûre dełên xile deka gan
biley çareřeş deben bo zîndan
yekcarî lêj bû cê be hetîwan
mał bo xoy nebû, řûy tê kird mîwan
małî mêrûle be kewçke awê
wêrane, bêne û berey pê nawê
zorî naşkurî kird û hełqiřa
wa manga mird û îtir do biřa
çake be çawda dirawe, tûre
neqłî nîrgeke û pîre gasûre
teła le mil ker bikey, maqûłe
seła lew kesey bê pare û pûłe
ewî le lêfey babî netřîwe
lûtî berz bû bew zêř û zîwe
dît segî sipî, tifî lê řo ke
zererî zore bo bare loke
çakey tom hergîz nabê le çawa
nanî komasî û pasî cirtawa?!
kesê xoy le la gewre û girane
neçête pêstî xełkewe cwane
kesê akarî pesende û ça bê
ḧurmetî xełkî debê le la bê
’eyb û ’arî xoy bênête berçaw
xełk be sûk û çirûk neba naw
eger neşxiwênê kełebabe sûr
řoj debêtewe, biław deka nûr
aş her kar deka, genim dadênê
çeqene serî xoy bo deşkênê?!
małî wa heye qaqiř û kiřên
lêy des nakewê berdî serişkên
çibkem legeł to bextî xewałû?
detkeme tenge û debyewe pałû!
ta kirijit dekem to her xawtirî
hir boye řîsim botewe xurî
hîwam kuřêk bû ewîş lebarçû
taze kuřî çî, wek befrî par çû
xot lê win nebê, hoşt netasê
pyaw dost û dijmin debê binasê
ne xoş bawer be, ne bê baweř be
ne têhełqutê, ne kwêr û keř be
lay jîr û zana hîçyan pesind nîn
gwê bo bîstine û çawîş bo bînîn
hatewe bîrim pendêkî zerîf
em çawe kwêr bê, nabînê ḧerîf
herçî taze bê, pesnidî xełke
bełam hêndê şit kon bê bekełke
dost û do legeł şeřab û tûtin
be’zêkîş ełên kon bê başe jin
emeş fermûdey qedîmyekane
qedrî qedîmyan zerîf bizane
şemme başe bo hemû karubar
bełam qet bûkî têda meke swar
şemme û dûşemme û sêşemme lîbas
mebře, zerere be tecrebey xas
mał gesk mede be nwêjî şêwan
newek nakokî bixate nêwan
ya nûkî gesk bide le agir
to le pêşînyan nazanî çatir
mirîşk xwêndî, serî bibře zû
dełên têk deda beynî jin û şû
eger nawext xwêndî kełeşêr
guştekey dexon ya deyken be xêr
katî xoy nebê qaqa û pêkenîn
akamî debê be giryan û şîn
her pêkenînêk dwayekey şîne
şîwen baştire lew pêkenîne
derzî le qaç û qulî xot řake
ew kate şûjin be pêy min dake
zistan be ser çû, befir twawe
řûřeşî hemû bo řejî mawe
em pende sûdî ta qyamete
ziman lêgerê ser siłamete
em pende cwanet le bîr bimênê
tofan dedrwê, kê ba biçênê
hemû kes deka bem pende biřwa
herçî ba hênay, her be ba deřwa
meyhawê ser min herçî xetaye
destêk be tenya teqey lê naye
kê bêt û neka bergirî le xoy
bełam kes xeta nagrête estoy