ey ḧuqqeyî şehd û şekerit abî ḧeyatim

From the Book:
Dîwanî Wefayî
By:
Wafayi (1844-1902)
 1 minutes  1148 views
ey ḧuqqeyî şehd û şekerit abî ḧeyatim
mirdim, be beden bênewe bew abe, ḧeyatim
ahû ke deka cîlwe çi şîrîne nîgahî!
ye’nî be fîday ẍemzeyî dû çawî syatim
sewda’îy zulfî syehit nîm be hewayî
ta řojî wefatim be temay mîhir û wefatim
biřwane çilon ’eksî ’îzarit le diłî dam
perwane be dił sûxteyî şewqî çiratim
her çawenwařim ke kutit dêm û nehatî
yařeb mededê! salîkî řêy hat û nehatim
dił cîlwegeh û cê qedemî to buwe dîdem
herçende ke dûrim be dił û dîde le latim
sergeşteyî sîřřî demî tom bem řuxe daym
goya ke deqîqeşumerî řoj û se’atim
bew řenge diłim dawe be sîḧrî serî zulifit
ta dił heye mumkîn nîye lew dawe necatim
girtûmî qulabî muje bo xidmetî ebro
ye’nî ke wefayîPen name were min qîblenumatim