xoşa řojê le ’alem derbeder bim

From the Book:
Dîwanî Wefayî
By:
Wafayi (1844-1902)
 1 minutes  3003 views
xoşa řojê le ’alem derbeder bim
le nêw ewza’î dunya bêxeber bim
leber bêtaqetî dêwane asa
le ẍewwasanî derya bêxeter bim
şew û řojê le çołî her be nałe
ḧerîfî şewřewî badî seḧer bim
nezanê hîç kes naw û nîşanim
eger ’aqił eger aşfite ser bim
le herla ba bisûřênê ẍubarim
le her cêgayê pêwîste super bim
çira bê hełkirê, cana, le nêw dił
le řûnakîy diłî yarim xeber bim
leber çawî teřim soranî biřzê
gehê bêdayk û gahê bêpder bim
xuda xom çon bisûtênim be carê
le derd û daxî eḧwałim be der bim
şewê her takû řojê her binałim
be giryan dest û damanî seḧer bim
çi řêgey çare nabînim «wefayî»
meger ser ta qedem ẍerqî nezer bim