pêm biłê gułî beharîm le to tabekey cuda bim

From the Book:
Dîwanî Wefayî
By:
Wafayi (1844-1902)
 2 minutes  3068 views
pêm biłê gułî beharîm le to ta be key cuda bim?
werewe, be şertî caran, řojî sed carit fîda bim
xałî çaw û goşey ebro, dû dînyan kirdim leser to
ya bimke pîrî meyxane, ya murîdî xaneqa bim
serekem fîdat ’ezîzim, were zîz mebe leser dił
sere payebendî toye, diłe małî xote ta bim
şew be tay zulifit şêwandim, řoj le tawa detsûtandim
çi xuda le to hełdegrê be şew û be řoj ’ezabim?
nefesê mołetê bide ’umirim, bidbînim zulfeket bigirim
be kemendî towe bimirim xoştire tawekû řeha bim
le nêw menzerey dûderî xoşe seyrî mewcî beḧrî
were ser çawim ’ezîzim, çi dekey le diłey kebabim?
ẍemzedey nazî çawit bim meylî ebroy to qet nanêm
min ke hat û qîblem gořî, yaxuda kafir bê celabim!
bûye gułbaẍî gułekey min, sarêj bû daẍî diłekey min
řeḧimit kird be ḧałim gułekey min, bendey bałatim sed şa bim
dad leber ḧusnî fîtneco! diłim da zulf û ebroy to
le layê zunnar be doşim, lelayê řû be mîḧrabim
segekey řêbazî leylê were ser dû çawî mecnûn
çawim ew řoje lê řûne xakî berpêy aşnabim
ẍerezim çunke penhane weřezim lew cîsim û cane
merezim mergî dermane, her ezim bo xom ḧîcabim
xwênî girtim çawî bazî, cigerî biřîm tîrî nazî
dełê: min mestim serxoşim, cigere mezey şerabim
demeket be dił wa bêne, to xuda diłim meşkêne
cêbecê řoḧim bistêne, min ke wa ’aşiqêkî ça bim
were tûrî sîne ey dił, ba be dił bê dîdarî guł
ke dił û diłber bûne yek, çi be arezûy cewabim?
xoş bew demey guł pişkût, şeker debarî le yaqût
lêm la de «wefayîPen name» deykut: to geda min şa bot nabim