zimanî êstay edebyat

From the Book:
Serincê le Zimanî Edebîy Yekgirtûy Kurdî
By:
Ezaddin Mustafa Rasul (1934-2019)
 4 minutes  823 views

ke wate em şêwe nûsîney êsta le beşî zorî kurdistanî ’êraq û êranda pêy dexwênrê û denûsrê û zimanî edebyate, şêwe nûsînêkî yekgirtûy kurdîye ke hemû xawenanî kirmancîy xwarû (sine, silêmanî, soran, mukiryan) û nûseranî kurdî (goran) û hendê nûserî kurdî luř bekarî dehênin. ême natwanîn be hîç corêk bem şêwe edebîye biłêyn şêwey silêmanî, çunke her wek nûsînekey xoy, tenanet nûsînî şa’îran û nûseranî şarî silêmanîyş legeł qisekirdinî naw małyanda cyawazîyekî biçûkî her heye. herweha wirde wirde gelêk wişey em beşe dyalêkit û dyalêktaney tirî têkełbû her wek hendêk bineřetî giramatîkî ewanîş cêy xoy tyayda dozîwetewe û hendêk le cyawazîyekanî fonetîkî xełkî silêmanîyş lêreda cêgey nebotewe.

zimanî edebîy yekgirtû lêreda le serçaweyek deçê ke le seretakeyda, wate le jêr zemîneda, çi le dîmen û tam û pêkhatnîda her awî řûne û birîtîye le dû beş: haydirocîn û beşêk oksîcîn (H2O) bełam ke maweyek be jêr zemînda deřwa zor řegezî tirî têkeł debê û ta lûtkey têrbûn le awekeda detwêtewe û ke be řegezî tir geyşit, hendê le twawekey pêşû dadenê û hendê şitî tir detwênêtewe. ta le encamda û lew kateda ke hełdequłê le encamî enalîzda her (H2O) dernaçê, bełkû şitêkî tir derdeçê ke řegezî yekemî awe, herçende dîmenî derewe û řwałetî her le awî sade ya le awêkî petîy řûn deçê.

bem çeşne ew zimane edebîyey êsta buwe be zimanî edebîy yekgirtûy nawçeyekî firawanî kurdistan û ew kurdaney be sê dyalêktî kurdî dedwên, bew zimane dexwênin, denûsin û, zimanî nûsînî edebyatyane. ew zimane le seretawe le şarî silêmanîda bû be zimanî edebyat û biław bowe û hemû ew têkełbûn û twandinewe û řoçûney beserda hatuwe ke beser zimanî edebîy yekgirtûy hemû gelanda dêt, ta debête zimanî edebîy hemû neteweke. em zimane legeł şêwey qisekirdinî şarî silêmanîda cyayîy heye, herçende řewałetekey her şêwey ew şarey pêwe dyare.

bełam aya em zimane edebîye yekgirtuwe buwe be zimanî yekgirtûy hemû netewey kurd? ger nebuwe debê bipirsîn aya netewey kurd emřo dû zimanî edebîy yekgirtûy heye ya yek? aya zimanî edebîy kurdî kirdin be dû le geł řêřewî mêjûy netewey kurd û qazancî zeḧemtikêşanî ew neteweyeda deguncê ya na? aya peydakirdinî dû zimanî edebî legeł pêdawîstekanî bizûtnewey azadîxwazaney gelî kurd (kurdayetî)da yeke? ger yek nebêt, ew çeşne hewłe le mêjûy netewey kurd û kurdayetîda be çî dejmêrrîn? paş wiłamî emane aya em zimane edebîye yekgirtuwe êsta le qałbî êstayda lê dê û detwanê bibê be zimanî edebîy yekgirtûy hemû netewe? we çon detwanîn ew řêbaze bidozînewe ke mêjû bo dirustibûnî zimanî edebîy yekgirtûy hemû netewey danawe û çon emey êsta way lê dekirê ke bibê be binkey peydabûnî ew zimane?

lem lapeřaney dwayîda hewł dedeyn bepêy řay xoman û bepêy ew baweřey le encamî xwêndinewe û tecrubewe peyda buwe, wełamî em pirsyarane bideynewe.