ziman, zimanî yekgirtû, zimanî edebîy yekgirtû
ziman ke hoyeke lew hoyaney ke mirov be komełewe debestê, le seretay dest be peydabûnyewe ta dwa şêwey daçespandinî emřoy řîze řûdawêkî dîwe. řenge her zimane û řêbazêkî taybetîy xoy bûbê, bełam wek le hemû dîmenêkî jyana têgeyştine taybetîyekey felsefe debînrê, ke hemû şit «giştî» û «taybetî»y tyaye, hemû zimanêkîş le řêřewî dirustibûnî xoyda bem «giştî» û «taybetî»yeda têpeřîwe. dîmenî giştîy berewpêşçûnî hemû zimanekanî cîhan yeke û her zimaneş řêbazî taybetîy heye.
encamî berewpêşçûnî ziman eweye ke gelêk ya neteweyek «zimanî yekgirtû»y xoyî debêt.
carî wa heye zimanêk le encamî têkełbûnî çend dyalêktêkewe peyda debêt, ya carî wa heye zimanî neteweyek le têkełbûnî zimanî çend gelêkewe peyda debêt; eweş debêt ke řegezî ew çend zimane yek bêt ya cyawaz bêt.
hendê car ke wiłatî gelêk dagîr dekirêt, zimanî gele dagîrkiraweke lenaw deçêt. řûdawî waş le mêjûda heye ke gele dagîrkereke zimanî xoy lebîr çûbêtewe û zimanî gele dagîrkiraweke zał bûbê.
derbarey çeşnî dirustibûnî zimanî kurdî ta êsta çend lêkołîneweyekî başman lêre û le derewe heye. eme basî êstay em nameye nîye. bełam ewey lem base werdegîrê eweye ke herçend zimanî yekgirtûy kurdî le çend dyalêktêkewe peyda buwe, bełam dirustibûnî zimanî yekgirtû fewtan û nemanî dyalêkit nageyenê, çunke zimanî yekgirtû şitêke û dyalêkit şitêkî tir.
legeł geşesendinî zimanî yekgirtûşda dyalêktekanî zimanîş her yeke be řêgeyekda geşe destênin û debne gencî wişewergirtin û dewłemendkirdnî zimaneke. peydabûnî zimanî yekgirtû zortir bestirawe be peydabûnî netewewe —mebes neteweye be manay ’îlmîy taze . bełam, zor car pêş eweş ke mercekanî netewe le gelêkda tewaw bibêt, ke ziman yekêkyane, zimanî yekgirtû peyda debê.
zimanî yekgirtûy kurdî demêke peyda buwe, bo selmandinî emeş ba bizanîn ew mercane çîn ke zimanêkyan pê debêt be zimanî yekgirtû. fîlolojekanî hemû cîhan êsta leser ew baweřen ke yekbûnî sê şit le çend dyalêktêkî zimanda ew zimane ekat be zimanêkî yekgirtû. em sê şiteş emanen:
1. giramatîkî ziman
2. fonetîk
3. bineřetî ferhengî ziman
ewaney markisîzim eken be çiray bîrkirdineweyan le hemû zanistêk, debê le řûy zimanewanîyewe agadarî munaqeşekey nêwan «mař»y zana û «sitalîn» bin. eweş dezanin ke sitalîn le katî xoyda her giramatîk û bineřetî ferhengî zimanî kirdibû be nîşane bo yekêtîy ziman. bełam fîloloje markisîyekanî êsta «fonetîk»yiş eken be nîşane û mercêkî tirîş ehênne kayewe, ke řenge hendê lew zanayaney bizûtnewey azadîxwazaney gelan be dirustikerî hemû dîmenêkî mêjû û jyan nazanin, be nawî zanist û mewzû’îyetewe dan bew merceda nenên. ew merceş «řay mîllet»e derbarey zimanekey xoy. bo nimûne, pêş şořşî meznî oktober, le basekanî zimanewane řûsekanda enûsra dyalêktî okiraynî û dyalêktî bîleřûsî, bełam paş ew şořşe zimanewane sovêtîyekan enûsin zimanî okiraynî û zimanî bîleřûsî çunke ew dû gele xoyan be gelî serbexo dezanin û zimanekeyan be zimanêkî serbexo dezanin—herçende şovênîye řûsekanî pêş oktober emanyan be netewe nezanîwe û zimanekeyanyan be dyalêktî řûsî zanîwe.
zimanî kurdî, be hemû dyalêktekanyewe, be zimanêkî serbexo û yekgirtû ejmêrrê.
hendê le zanakan, betaybetî bêganekan ke dêne ser basî zimanî kurdî û dyalêktekanî, tenya le dîmenî cyawazî nêw dyalkitekan dedwên, bełam lêkołînewey wirdî hendê zana ewe deselmênê ke ziman yek zimane.
katê ke em base deçête qałbî ew lêkołînewe firawanewe ke basman kird, pişt be zanist ewe deselmênîn ke giramatîk û fonetîk û bineřetî ferhengî hemû dyalêktekanî zimanî kurdî yekin; wirde cyawazîye ke heye, her eweye ke le dyalêktî hemû zimanekanî cîhanda be zyadewe heye. eme řay gelîş lewlawe buwestê, ke le her kurdêk bipirsî: «le hewlêr le mardîn ya kirmaşan ya hewraman ke ew zimaney pêy edwê çîye?»
nałê: «soranî, kirmancî, luřî, goranî (hewramî)» bełkû ełê: «kurdî.»
zimanî yekgirtûman heye. zimanekeş çwar dyalêktî gewrey heye û her dyalêktîş çend liqêkî lê ebêtewe. em dyalêktane ne yek egirin û ne debê yek bigirin û ne yeknegirtinyan debête bełgey nebûnî zimanî yekgirtûy kurdî. bełkû manewe û geşesendinyan zimane yekgirtuwekeman û zimanî edebîy yekgirtûman dewłemend ekat.
pirsyar êsta derbarey «zimanî edebîy yekgirtû»e ke eme şitêkî cyawaze le «zimanî yekgirtû.» hendê kes lay waye zimanî edebîy yekgirtûman nîye, wa dezanim zortirî şarezayan, ewey zanist eken be çiray bînîn, leser ew řayen ke zimanî edebîy yekgirtûy kurdî le sedey nozdehemewe destî kirduwe be dirustibûn û řêgey xoy girtote ber û le geşesendinaye. zimanî edebîy yekgirtû şitêk nîye ke arezûy em paşa ya ew zana dirustî bikat, herwek şitêkîş nîye ke çend zanayek bepêy nexşeyek ya ketelokêkî amade dirustî biken. bełkû mêjûy netewe xoy zimanî edebîy yekgirtû dirust ekat û her neteweyeş řêbazî taybetî xoy heye le dirustkirdnî zimanî edebîy yekgirtûda. ademîzad dirustikerî mêjuwe, bełam mêjûy gelanîş řêřewêkî heye berew pêşewe ke be ademîzad nagořdirê, ba bo maweyekîşî kospî bihênrête řêge. le dirustibûnî zimanî edebîy yekgirtûşda, zanayanî neteweyek bewey ke le mêjû egen û zanaşin, detwanin «pêşbîn» bin û bizanin mêjû berew kwê eřwat û ewanîş le geł berewpêşçûnda bin û nebne kospî sereřê.
zanayanî kurdîş detwanin legeł ew řêřeweda bin ke zimanî edebîy yekgirtûy em sedeyeman le sedey nozdehemewe girtûyetye ber û xêratir berewe pêşewey berin.
ke wate demêke zimanî yekgirtûy kurdî peyda buwe ke zimanî kurdîye û xasyetî taybetî xoyî le řûy giramatîk û fonetîk û bineřetî ferhengewe heye û hemû netewey kurd be zimanî xoyanî dezanin, legeł eweşda ke zimanî kurdî çend dyalêktêkî cyawaze û her dyalêkteş çend beşedyalêktêkî lê debêtewe. ewey zana tufîq wehbî be «bêçuwe dyalêkit – lihce»yan da’enêt. bełam xasyete yekgirtuwekanî ew zimane kurdîye le hemû dyalêkit û beşedyalêktekanda debînrêt. her yeke lem dyalêkit û beşedyalêktane xasyetî cyawazî xoy heye, ke le zimanekey cya nakatewe û naykat be zimanî cyawaz, bełkû şeqłî taybetî dyalêkit û beşedyalêktî cyay edatê û samanî wişey cyawazî eřjête naw zimane yekgirtuwekewe û debête serçawey wişey hawcor, ke zimanî edebîy yekgirtû sûdî lê debînêt û pêy dewłemend debêt. kewate demêke guman leweda nîye ke zimanî yekgirtûy kurdî heye, bełam ewey ta êsta leserdiwan û lêkołînewey dewêt zimanî edebîy yekgirtuwe.