...

From the Book:
Serincê le Zimanî Edebîy Yekgirtûy Kurdî
By:
گۆران
 1 minutes  799 views
eger dwênê mamostakan
yek sułtanyan pê egeyan,
emřo ebê mamostay kurd
danîşê û be řawêjî wurd
řêgay pêgeyandin danê,
bo milyonan, nek sułtanê!
le bêşkey bin her sêberê
sibey eger bête derê:
xanzadê, selaḧeddînê,
kake memê, xatû zînê...
ewsa bestey bê xemîman
çi hî pênûs, çi demîman,
be taqe yek zarî şîrîn
şax piř eka le pêkenîn!
ewsa: «xanî», xanîy serdem
be zimanêk enûsê «mem»
ke pêy edûn «nalî» û «meḧwî»
wek «qubadî», wek «mewlewî»!

- goran