çîrokî xoş

From the Book:
Karwanî Xeyal
By:
Hedi (1927-2016)
 14 minutes  2791 views
eylûlî sałî şest û yek
hatme derê, destim da çek
daykim be giryan kewte dûm
bełam min derbestî nebûm
geřamewe gutim daye
ew giryane bekar naye
ta ewřo min kuřî to bûm
ewřoş wa le xem xelestûm
îtir kuřî kurdistanim
dayh qezay toş legyanim
temenim bibuwe ḧevde sał
ne qeyre bûm ne zor minał
taze çend dinkê gendemû
le laçawim peyda bibû
be mûkêş hełm dekendin
gelê car demzanî çendin
hatin gutyan lew serane
şeř û hełła û pêk dadane
kurd û ’ereb lêk řasawin
pyaw le małanda nemawin
destim bo îşê nedeçû
agirêk hat û têm berbû
hełgîra sebir û qerarim
xwên dekułê lenaw demarim
ca boye her çend pařawe
cwabî daykim her nedawe
cilk û nan û hêndê penîr
le pareş ewî kewte gîr
destim dayh berew binar
awřîşim dedawe car car
heta awa bûm le bistû
daykim çawî her lemin bû
hest şitêk nîye bisrewê
minîş eger řastit dewê
ke dîtim daykim damabû
giryanim le ewkê mabû
milî řêgem girt û hatim
řoyştim berew awatim
heta geyme lay çekdaran
le pê dekewtim êwaran
ke çûm çek nebû bim denê
bê çek min nebûm betenê
lenaw eşkewtê dayan nam
sard û siř û çol û besam
gutyan to lêre çay lê nê
yekîş dê awit bo dênê
hêz û liq û pel her nebû
herçî ba mefrezêk deçû
xwa û řastan wa řêk kewt
qafłe hat le bosey kewt
cema’et destyan řê xistin
wek siłqî rûtyan lê kirdin
ewcar girtî bextî çewt
tifeng we ber minîş kewt
detgut xwa xenîy kirdûm
çunke her çek bû arezûm
ewcar legeł dû xizmî dûr
bûyne neferî ḧemesûr
ḧemeş çî? wek şêrî pirçin
aza, bełam tûře û tosin
her mefrezeyek derdeçû
kakî xotyan her legeł bû
ne nadîm dehêşt ne mexfer
xewyan nebû şûtî û ’esker
bo parêzî nîweşewê
kê hebû we pêş min kewê?
zor car le senger heł destam
le pêş debabey dewestam
awa têpeřî çend be çend
heta caşetî perey send
ew dinya bê serubere
piř bû le seyr û semere
hêndê bê karey hełmisaw
lêk kowebûn bo çaw û řaw
cele debûn ne yek ne dû
leber wan řêgey kes nebû
genc deřoyn ledway pîrî
xoyan dekuta bolay mîrî
her caş bû lecaş hełdengut
herjyekey lelayek deygut:
qurban ca sê çwar çete çin
tenbê kirdinyan leser min
le to sinduqî ser bemor
çekî zor û dînarî bor
kurd kuştin xemî ême bê
qurban xemî hendêt! nebê
her ew bełênî pê dedan
debû be cîfiřk lêdan
lesera dehatne derê
ewcar kê bê û baryan berê?
wêkřa be deştê wer debûn
le mey bê tawan ber debûn
şeřî wanim pê giran bû
dena ’eskerim be milan bû
ta řojêk berî beyanî
le sengerda hêndem zanî
girmeyek hat le lay jûr û
lew cêy ḧeme surî lê bû
hejandî dewruberî min
gił werî le pişt serî min
dway wîş teqe destî pê kird
her çwar dewrey gîra bû gird
şew ke pêşmerge xewtibûn
caş le girdî serkewtibûn
hicûmyan hêna çi hicûm?
min kem le şeřî wa kewtûm
le pêşda her be narincek
dwayî be hemû core çek
şwênî meyan da ber destiřêj
be ’uqde dû, bombyan hawêj
tozî hawen û arpîçî
wabû kes kesî nededî
caş dehat û ’esker ledû
bab agay le kuřî xoy nebû
şeř bu heta nwêjî şêwan
bar nîştibû leser lêwan
le tînwan û le bê awî
bosom dehat le henawî
tarîkan hîmdad geyştê
caşî dagirtin le piştê
cengey sêre hełgîranê
cêy caşan kewte nêwanê
naçar bûn kişane dwawe
bełam şeře top her mawe
şew tarîk û enguste çaw
cema’et wa pirş û biław
çon hewałêkyan bizanim?
her lêy geřêm? çon detwanim?
layek wa mandû ke lela
layek nîgeranî ewla
xeyałat neyhêşt bixewm
naçar bûm hestim serkewm
laytim hełgirt û çûm geřam
bełam xozge her neçûbam
lewcêy narincek teqîbû
pê çałêk ’erzî diřîbû
ew termaney le řêwe dîm
yek ḧeme sûr bû, yek selîm
herdûkyan zêde aza bûn
her pêkeweş destebra bûn
îtir hêzî ejnom nema
be çepok beser xom dada
her lêre û kujraw ewende
xwaye le cêgey tir çende
şew ta sibeynê nîweřo
her ałozî bû hatuço
layek qułke hełdanewe
layek term hênanewe
٭٭٭
derdim ta biłêy girane
bełam her wek gutuyane:
şem deşsûtê û her xamoşe
zor gutin her qur’an xoşe
min ledway şeřî ew şewe
cêy ḧeme sûrim girtewe
hełdesûřam min lew çatir
her bibûme parçêk agir
be řoj lewser, be şew lewber
deçûme ser nadî û mexfer
bo ser her nuxteyek deçûm
yekem nefer her bexom bûm
ke gulle dehat le pesta
min çaktir řiqim hełdesta
wek gurg bo xişpey deçûm
derbestî mirdin her nebum
hêndey desřêjyan lê kirdim
her pêwebûm û nemirdim
bewey kem le gwên kes nîye
nemdezanî tirs çîye
demgut: çi mał bê, çi gyan bê
be qurbanî kurdistan bê
lew nawçeda hêzî dujmin
netrey çûbû le tirsî min
lenaw qişłe lenaw senger
xewyan nebû caş û ’esker
řoj legeł řojî qał debûm
beser cebheyda zał debûm
were seyrî ke lewsawe
gullem le sîngîda mawe
kun kunin řan û tenîştim
bûne bêjing sîng û piştim
şeř dirêj bowe çend be çend
her hat û şořş perey send
ewcar leşkir tenzîm kira
hêz û betalêwin dandira
hevałekanî xom be gel
nawyan lê hênam bo ser pel
çunke gelêk boyan ça bûm
legełyan her wek bira bûm
min xizmetî wanim dekird
fermanî hemuwanim debird
piley ser pelîm pê dira
bełam erkîşim zyad kira
le her çwarlam eberewber
yan caşî lê bû, yan ’esker
şew û řoj teqe û girme bu
qet min hedadanim nebû
zor pê neçû ledway ewe
dengoyan biław kirdewe
daykim be fetay zerdûyî
xeberî hat be mirdûyî
pêm nekira biçmewe kinî
bo dermanî, bo naştinî
gutyan: axrî xeman bê
gutim: fîday kurdistan bê
٭٭٭
herwa çû ne sałê ne dû
her hat û şeř gerimtir bû
mîrî le kwêy hicûm dekird
şořş hêzî bo wê debird
wa bû le nawçey cebarî
nardyanme hêzî řizgarî
pelêk hemûy kuře kuře
wek hełoy ew çya û çiře
teqe bo wan layî layî
şeř bo wan govend û şayî
ḧewtêk şeř bû bełam çi şeř
şeřêkî dijwar û bedfeř
mîrî çendî kird û kirand
her çend gulle topî barand
pêy nekira bistê bête pêş
her kelakî kirdin řakêş
le řojî ḧewtem bedwawe
mîrî hêzî xoy kêşawe
bełam dway eweş nesrewt
katêk lewê ser nekewt
le řizgarî û le şarbajêr
řûy kirdewe deştî hewlêr
lewêş beynêk be xoyda hat
ta wek wê kird şiř û şałat
leşkir hat wek gurgî birsî
bêstaney xiste metirsî
lew xware lew deşte pane
meqeřî hêz bû bêstane
ewcar debû lêre û lewê
komek bo wê weřê kewê
le hêzekan çi liq, çi pel
dawayan dekird bebê tel
bełam ewîş be zor nebû
her kes dawxiwaz baye deçû
lewêş pelî ême yek cê
gutyan ême eçîne wê
٭٭٭
ledway şûştinî şitumek
sazkirdinî çek û fîşek
neman hêşt ḧewtû têpeřê
bo dêgełe kewtîne řê
cêy wîş kewtote binarî
beynî heye heta şarî
yekşemme şeř destî pê kird
wek yek desûta deşt û gird
gutim şeř bełam meḧşer bû
mirdin hat û pêman werbû
ḧez nakem hîç bişêrmewe
bełam çonî bigêřmewe
le tenîştê û le řûbeřû
gulle dehat û xwên deçû
bomba le fiřoke detraza
tixêł debûn mêrî aza
řengî mêrxasan çiřjabû
hîway jînê zor kem mabû
leber toz û dûkełî tank
ne estêre dyar bû ne mang
řoj le qîřî werdirabû
sêrh be řojîş nemabû
çwar dewrey deştê senger bû
gulle le nawyan teter bû
doşke delerzî û deřşawe
çî xwardibûy deyhênawe
ewdem kuřan têk dexuřîn
gulle tîjtir tê depeřîn
sarux ew deştey dekêła
asin goştî hełdeşêla
bazarî gulle be birew bû
witebêjî hemuwan ew bû
bo naw kendî, bo nadyarî
narincek debû be dyarî
ziman wîşk û gerû tał bû
her lê kujraw bê xeyał bû
ew cêy tank řêy tê nedebird
top lewê simkołî dekird
hemû cê tirsî leser bû
her kes xemî xoy leber bû
٭٭٭
pelî ême û ’elî biřnu
dêgełeman ledes dabû
dêgełe binarew binar
gund û le gundî berew xwar
cademan her dabêştibû
hêndeman mîn lê naştibû
teqînewe zor car debû
bełam pêşmerge dyar nebû
nebû ’esker hatba û çûba
le bose řizgarî bûba
pêşmerge awa be cerge
boye nawyan na pêşmerge
kê bê û lawî way xoş newê
yaxwa derdî we min kewê
senger dû pêşmergey bes bû
cêy here girîng sê kes bû
bełam meřwane jimare
pêşmerge yek be hezare
şeřêkî zor berbiław bû
bełam her çî bû tewaw bû
sirûştî şeř her wa buwe
małwêranî her leduwe
şeřî ewcarîş her wabû
xwên bû, term bû, beła bû
bełam sereřay ewane
demangut: bo kurdistane
ewendey bû hêzî mîrî
nehatî hat berewpîrî
lewêş dîsan lûtî şika
hêndey tirîş ḧeyay tika
destî pêşmergey girt xwa
ledûy hêzî ẍedrî neda
ewcarîş çol bû cê mołî
şiřey xistewe ser kołî
şel û kutyan bo hêz birdin
bo tîmar û derman kirdin
her çend bê şehîdîş nebûyn
her pêman wabû baş derçûyn
lenaw kuřan bû be şayî
be hełpeřkê û pîrozbayî
٭٭٭
min wa nexwêndewar û gêj
çîrok û çîřeş wa dirêj
eger bew deme heraşe
tûşî hełeş nebim başe
ke wez’î aẍay qoř bowe
caş dîsan lûtî şoř bowih
çûn le her cêye şeř debû
pêşeng ew new nebê kes nebû
îtir luşke û cûte û xirme
lêyan bû be luşme û piřme
bew şikane wek kerî dêz
lay kes ne řûyan ma, ne řêz
demyan le kurtanî nabû
kes karî pêyan nemabû
٭٭٭
şeřêk ke şay şeřekan bû
şeřî dołî xelekan bû
şeřî wa her nabêtewe
yaxwa biřwa û neyêtewe
ew şeře wa dengî dawe
êsteş lenaw xełkî qawe
lewêş her girimh û zirme bû
lewêş ew bezim û řezme bû
lewêş tirs be lêşaw bû
ewî xoy girtiba pyaw bû
sarux řûy le herkes dekird
nefesî pê ḧepis dekird
debabe řêgay demaştin
şořeswarî hełdedaştin
gulle deykirde kiřêwe
her detgut telesmî dêwe
řiq diney engêwey deda
gulle wek mar pêwey deda
ew şwêney dûre agir bû
le koşî dayk çatir bû
şeřîş zanistêkî heye
ewîş lelay pêşmergeye
gelêk sał bexowe buwe
ta ew zanistey fêr buwe
şeř hemû fêł û dihoye
şeř bê fêł bûbê diroye
le şeřêda derfet bêne
řaweste parêz bistêne
eger hełkewt naw benaw
hêzî dujminî bixe daw
ledûy xotî bikih řakêş
řêy bo çol ke ta bête pêş
dwayî gerûy lê bigrewe
dîlî bigre řewe řewe
aza řojêk demrê naçar
tirsenok řojê hezar car
tirsenok manga bekełe
hełdê û kełegay legełe
şerme řegeł her kes kewê
to ew şermezaret newê
***
ew giłom û řawe řawe
le xełkanîş nebřawe
le cêyek ke şeř dademird
le cêy dî destî pê dekird
ême ne cêman bû ne şwên
bûyne hêzî zerbet weşên
derbestî mirdin her nebûyn
le kwê şeř ba ême deçûyn
çi le şaxî, çi le deştê
destî ême deygeyştê
hêzî xebat, hêzî kawe
bałek û çyay ew nawe
karux û zozg û bê xał
ḧesen beg çyay bê hevał
gořez û dawênî qendîl
kełe çyay ser be mendîl
le bêtwate û hêzî sefîn
cê nebû êmey lê nebîn
ta ew řojey şořş têk çû
ḧałî ême her ewe bû
yan tirs bû kwêrewerî
yan lelawe û derbederî
٭٭٭
xo min êsteş her ew merdim
pejîwan nîm lewey kirdim
xemî wem nîye nesrewtim
heta le dest û pê kewtim
sum nîye wa desteşkaw bûm
damna řaburdû û dahatûm
sum leweş nîye bê małim
hejar û řût û řecałim
beweş řazîm bê bijîwim
min ewe cergî biřîwim:
xizmetî min pak bizirin
caş le min be qedertirin
deçîh her dezga û dergayek
řû bikeyh her baregayek
şwênî girîng her bewane
her caş fermanî řewane
destew dawênî caş nebî
řêt naden bo cêyek biçî
çi dayre, çi seyterh
hemû cê caşî lesere
ne karê bê wan ser degrê
ne têpeř bûn bê wan dekirê
le parh û puł çyan bwê
pekyan leser hîç nakewê
tirombîl û koşk û telar
pêyan dawin hezar hezar
dełên: kê kirdî û kê xwardî
wey ew witem çend lebar dî
ew cêy caş xoy lê badeden
řêy bênirxî wek min naden
xizmet sûkî way ledû bê
to biłêy xeyanet nebûbê?
biłêy caş şerîftir nebin
biłêy pyawtir nebin le min?
biłêy min eqiłim têk çûbê
ewey kirdim hełe bûbê?
caş le kardan, caş mekukin
qaremanî wek min sûkin
çakî řojê! pakî şewn!!
lenawendan dûr nakewn
çunke makey kurdayetîn
ber kojey ser kurdayetîn
êsteş ew xaynî caran
kospe le řêgey řêbwaran
qařemanêk dê řadebřê
caş hełdestê yexey degrê
xot ezanî caş qallore
xoy hebê nawî kilore
her çende be řwałet zorin
le zor birew çaw şořn
ke gutim: kurdistan yan neman
min boyem bo bîden bewan?
boye deçim senger bigirim
eřo wa le birsan bimirim?
ḧaşan le şeř û karesat
qet bezeyyan bemnida hat?
key caş destî lê parastim?
caş kêheyan manî xwastim?
kê be xwênim tînû nebû?
kê şermêk girtî řûbeřû?
min birsî bim xayn têr bin
kar bedestîş wa bê xêr bin
çima kurdayetî waye?
dek hełî negrî xudaye
ta lepê kewtim řencim bird
kes nîye biłê: bo kêt kird?
sî sał şeřî partîzanî
le kê dyare? kê pêy zanî?
çibem ewřo le kurdistan
bote dołpa, destewstan
diłsoz çendî biłêy kize
bawbawî despîs û dize
çi helperest, çi ber hełsit
hîçyan pekî xoyan nexist
řêzyan heye hetademirin
padaşî gewreş werdegirin
eger toş ewet pênekira
eger wek min heqit xura
mełê: çûm řizgarîm estand
biłê: çum qumarim dořand