benawî to xwaye
be yadî to barzanî nemir le bîrewerî toda îdrîsî xoşewîst
From the Book:
Karwanî Xeyal
By:
Hedi (1927-2016)
6 minutes
1025 views
dûrim le to azîz ewřo
pejarey to hatin koko
xemxorî min bê xebere
gelêk tenyam xeyał were
melî serlêşêwawî xem
bêcge le goşey diłekem
ke wîstî hêlaney danê
be wêraney tir nazanê
xozge xem mewday kem debû
yan temen beqed xem debû
zeman lêm be řiqda çuwe
hemû řêy le min girtuwe
řoj le xełkî hełdêtewe
lih min hełdê, dekşêtewe
mang le min kewtote bîrê
kes wek min mangî negîrê
lêm moř debnewe estêre
be hemuwan lêm degirin sêre
le şewî min řademênin
lewê çaw lêk detrukênin
hest heşyare leşim siře
qełem degrî ziman kiře
ne çaw yarîm eda ne dest
ne bîr edate dest mebest
yek kem hêze, yek bê soye
bîrîş hêndê car namoye
ewî destim bigrê heste
ew bo sipardey serbeste
heste hêzî sinûr peřên
yekeswarî dund û dawên
giř têberbûy bêdengî win
dostî řojî tenganey min
diłpiřî hîç nedirkandû
gencîney duř nedořandû
xezênem gelê çûn ledes
ew dagîr nekirawe be kes
her heste hoy manî mine
heste xeyał eda dine
lêłbûnî çaw karî ewe
řê berdanî esrîn bewe
xo bibne yek hest û xeyał
herdûkyan bo min debne bał
bo êr û ewêm deřfênin
be cwê be gwêmda dexwênin
dembine řijd û lapałan
degeme xêłî hevałan
dêm hêdî hêdî deçme pêş
řê debiřim bełam be endêş
degeł geřanê degřêm
esrîn aw piřjên deka řêm
ewsał min û kořêkî tir
bełam leser gořêkî tir
îdrîs erê kakî jîrim
hawřê, hawsenger, hawbîrim
gel girya ke dîtî to nî
nazanim to bê me çonî?
gelêk mate le to cya
daxwa to çonî be tenya
axo bangî xoşewîstî
lenaw giłkoda debîstî?
awatim bû to bimênî
serî serdarî hełênî
ne daykî weten bişêwê
ne aware quř bipêwê
akarberzî pişûdrêj
neşêwawî bijardebêj
dwênê bo gelê řêberê
ewřo bo mêjû defterê
min demzanî to ew kuřey
zanay, be cergî, bih wirey
toş detzanî min awênem
min wênenwênî bê wênem
bizêk leser lêwan demrê
xeyałim wêney hełdegrê
melêk pê le çîmen denê
ew nexşî pêy hełdekenê
hezar geray wek nuxte û xał
řuḧyan weber dênê xeyał
bêdengîm hawarî dekird
wişey min ew swarî dekird
her řazê ziman deydirkand
ew leser lêwim deyřfand
ḧeyf řoyî ew serdeme
ew dewrane xoş û keme
nawit bestêkî şîrîn bû
elf û bêy evînî min bû
bê to min şûşey şikawim
peřtukî fiřê dirawim
ne wişey cwanim pê weko dê
ne hełbestî berzim bo dê
witem wiřêney derdanin
şî’irim lałn bê ezmanin
wajey bê hest û xustî min
nabne nwênerî hestî min
îtir ne pêz mawe bo wan
ne wexoy deken wêjewan
diryay bîrim dête kelaw
şî’rîşim melî bał şikaw
be tasey towe kobeko
her hełdefřê û nagate to
lawî dił be birînî mandû
awat le diłda nwandû
nełêy ew řiçey dame ber
mawe nebû bîbeme ser
nełêy zû lêtan hełbiřam
daxim piştî çol bû biram
nełêy meterêz betałn
serî kevran bê hevałn
jîn eger wa be berhem bê
qeydî nîye ba wa kem bê
çîrokî jyan dû dêře
min dêrim gut dena zêře
yan lanî mêranî bigre
aza bijî û awa bimre
yan ser legeł jînê mesû
şînî leser şanî bidrû
fermanî lêřan bo şêran
dinyay bispêre be mêran
***
kê řemzî jînî pê ḧel bû
çarenûs beser kêwe çû?
ewřo xoş legeł to edwêm
sibeynê nazanim lekwêm
çunke gelêk şewî waye
sibeyney be dwada naye
jîn be humêd xo řadegrê
wey lew řojey humêd bimrê
le kiłołîm ke to řoyî
le xoşim dekem namoyî
min mam û çawî xewałû
xewnêkî wedî nehatû
hîway sertaserî jînim
ewřo le xewda deybînim
pêm wabû kurd serbexoye
kurdistan be keyfî toye
nemawin kosp û berhełist
kiz û kenefte helperist
çwar lay kewşen parêzrawin
pêşmerge lêy damezrawin
kurdewarî wa xemłêwe
kes cêy wa cwanî nedîwe
kuř û kał dên le baxçołan
gułałey dênin be kołan
lêy piř deken koş û dawên
leber pêy barzanî dawên
baran řewez deşwatewe
panawik lêy dexwatewe
çałe befrêk nîye betał
şîn deçin qaqiř û kiřał
be luzew dê awî xuřên
marî depsênê kef çiřên
kêw nabřê dengî kewî
kêwî bang dekate kewî
şine pîzay řadejênê
nêrgiz pêy le xew demênê
hêro leçkî şoř botewe
pirêskey xoy kirdotewe
swêsin hełdênê gerdinê
hełałe řûy xoy deřnê
beřeza be şiney deşêwê
hêndî perçem lê debzêwê
lebin qopenî kemaye
karg serî pê hełnaye
ba biskî xaw şane deka
gyabend êreyî pê deba
ẍełfî yasawił nêw nêwe
wêjîngê deda be pêwe
demdî be zimanî bilwêrî
şwan bendî dawête bêrî:
hey loloye, hey lê lêye
le kurdistan xoştir kwêye?
ke degeyye bîrî nore
şwanî dedwand be ballore:
her kes le şare le dêye
perçemêkî kurdî pêye
minał dersî kurdayetî
dexwênin be kurdî petî
le dûr û nîzîk hemû cê
yasay kurd beřêwe deçê
her kwê deçî, řadyo û bê tel
degêřnewe çîrokî gel
barzanî le baregaye
destûr her wek caran waye
destî leser gwêy xencerê
cewher le herkan dewerê
mîrî kurdî zor mîwane
ew wek çira lenawyane
hîç kes nîye xo bilwênê
milhuřêk mû napsênê
koşk çendî biłêy terze
wek çyay şîrnê berze
der û jûr û heywan piřn
serok dedwê ewan kiřn:
zor xwên bo ew řizgarîye
řija lew kurdewarîye
îtir wa lewřo bedwawe
êwen û ew xak û awe
desełat bedest xotane
meydenewe des bêgane
beserhatî řojanî çû
lebîr meken bo dahatû
neyar hêşte tîx deswê
daydênê key boy bilwê
be hemû řêyektan dêtê
sed çeşne dawtan dawêtê
neken piştî pê bibestin
eger yek bin pêy dewestin
her çend řêy zor lê debnewe
hêndem dête dest lew xewe
serxistinî kurdewarî
xebat, serwerî, serdarî
hestan, řawestan, newestan
řizgarkirdinî kurdistan
barzanîyekî tirî dewê
nazanim key hełdekewê?