gundî dîwałan

From the Book:
Karwanî Xeyal
By:
Hedi (1927-2016)
 3 minutes  539 views
hełkişa îtir ewe zerdey xor
zerdeyan girt pemeyî û ał û mor
ba lepê tund kemewe bend kałan
lêrewe ser biře bo dîwałan
řê degeł weş gelê kem mewdaye
hênde barîke dełêy hewdaye
min be çalakî ke wek tawêrim
ke deřom lêre şeqaw dejmêrim
le her eşkewt û xiřêk řadebiřim
řadewestim biřê hest řadegirim
dîmenî cwane bełam wedyare
řêy metirsî heye bo aware
ta biłêy gundî be daw û kełeke
bedhon zor û be fêł û tełeke
ḧewşeyan tořn û małyan bineye
handerî lêye xerîkî dineye
ziře kurdî wekû kew dexwênin
dest û dił pîsin û dim be xwênin
nasrewn satê, ne řojê ne şewê
bang deken xoyî ewîş çeşnî kewê
deyben û deyxene dawî dujmin
dênne cê mercî şeref dořandin
kurde bo yek debne nêçîrwan
kurd nebê kêy tire nêçîrî wan?
pet û sêdare îtir heł dexrên
lawî têkoşerî pêda dekirên
cař deden ca hemû gund û geřekan
bên û řêyek bixene serkenekan
bên bibînin ke «şehîd aware»
serî çend berze leser sêdare
çon «ḧemed eḧmedPerson» û «řeḧman wetmanPerson»
bo weten mirdin û seryan neçeman
hêşte her çon le gełî û daristan
degeřê dengî bijî kurdistan
gund nîye binkeye bo ajawe
xofroştin lewê êsteş mawe
netewêy kurdin egerçî kurdin
le beranber gelî kurd řû zerdin
nabê diłxoş bê bewe bêgane
kurdî kuştin, ewe kurdistane
ta pitir xwên biřjê lew nawe
şořşî gewretrî bedwawe