bêynewe ser qeza û qeder

From the Book:
Çwar Namîlkey Elî Şerîetî
By:
Hazhar (1921-1991)
 24 minutes  948 views
bêynewe ser qeza û qeder

lêtan řûn bê qeza û qeder -wek bawik û bapîr û ême û kolkemelay lê ḧałî bûn- her hîç fiřî beser îslamewe nîye; pêçewaney fermanekanî qur’ane. eger manay qeza û qeder wek emane êjin wabê, herçî le jyan beserman dê, her kospêkî dête berman, berlewe le dayk bibîn le çarenûsman nûsrabê û xoman be berd û dar dadeyn nekirê xomanî lê ladeyn, xwa pêẍemberî bo nardûn? bo pêy sipardûn ke merdim hane biden çake bika û le xirape be parêz bêt? boçe êjin گûناە bikey xwa be agir daẍit eka û eger le řasteřê biřoy le paş mirdin bêstan û baẍit pê eda? eger xom le destim neye řêbazî řast hełbijêrim û qeza û qeder xoy bizanê bo kwê deçim, îtir pend û amojgarî û tirsandin û mizgênî danî bo çîye?

ew terze qeza û qederey ke emřo de mêşkî ême xizênrawe, eger serçawekey wedeyn, demanbate ser efsaney ayînî cûlekekan û çîrokekanî kewnaray yonanyan û çilekêşanî hîndustan. xelîfekanî emewî be hoy mela kilkekanyan xistûyanete kitêb û degeł dîne pakekeda lêkyan dawe; wîstûyane jêrdestanyan wa nezanin detwanin be xebat kirdin le çing zordar řizgar bin. qeza û qeder kirdûnî be jêrçepoke û nabê bibzûn. eşê be zebûnî bijîn. wirde-wirde ew hizir û bîre bê pîre perey send û le naw komełgay îslama teşeney kird. zor kes lew tewezelaney leşî karkirdinyan nebû, em bîrî hewsar be destî qeza û qeder sipardineyan keyf girtî be nawî dîn, be nawî sofîgeryetî, le nawyanda biławey kird. gutyan herçî besertan dê sûçî gerdûnî çepgerde! kesîş be bîrîda nehat ke pêẍember fermûyetî: «qederyekan, mecûsî ometî minin». kes neygut xuda fermûye: «řojê ke herkes her ewey dête berçaw ke kirdûye».

qur’an dełê: «hemû gyanêk barimtey kirdey xoyetî». xwa fermûye: «her gelêk, her komełgayek ke lemewber serinxun bûn, her boye bû xoyan zułmyan le xo dekird». xwa fermûye: «pyaw herçî boy tênekoşê, gîrî naye». tenanet be pêçewaney matryalîsmî dyalkitîk û markisîzim ke lay waye: pêşkewtin û dwakewtin û sîsî û geşî komełgayan be aługořî abûrî û hoy bijîwî merdimewe bestirawe û degeł gořanî keristey bijîwder û berhemhênanî abûrî bîr û baweřîş degořê û bîrî nwêtir dête gořê, qur’an dełê: «xwa le hîç gelêk nagořê ta xoyan diłyan negořn.» wata gořanî komełgaş herkarî be biřwa û bîre nek abûrî û makî jyan.

êsta ême le şwênêkîn sê řêgey lê debêtewe. axo be kamyanda biřoyn? yek ew qeza û qedereye ke emřo le nawman bawe û êmey lê têgeyenrawe. her wek pêşû ew řê xoşkirawe bigrîn û heta demrîn deste û ejno çawman de ’asman bibřîn û des le řeş û sipî nedeyn. laman wabê herçî beserman hatuwe û beserman dê, zor le mêje le çarenûsman nûsrawe û teqelaman xořayye.

yan bideyne ser şopî ew xwêndeware tazaneman ke be buxtan nawman lê nawin řoşnibîr. karubarman her ewe bê be aporey firîwdiraw bixenîn û be kelley konyan naw berîn û hewłîş nedeyn hoy negbetyan nîşan deyn û berew řûnakî seryan xeyn. ke min be bîr û biřway xom ew desteye çepyan deber qeza û qeder zedekanda nîye. her dûk la hîç karêk naken ke bo komeł behrey hebê.

yan ba deynewe ser řêgey îslame řasteqînekey pêşînekan û biřwanîn ewan çyan kird, êmeş bîkeyn. axo ewanîş wek ême her çwar pelyan be gułmêxî qeza û qeder dakutrabû? hêz û biřsityan biřabû? damabûn û tûşî her derdêk dehatin, xetakeyan dexsite ser qeza û qeder? serbarî beła û azarîş, supasî ’asmanyan dekird? çunke qeza û bełay bo nardibûn!

kesêk her tozêk şarezay řabirdûy musułmananî berê bê, dezanê ewan çilon bûn. biřwayan be qeza û qeder her bo çûne meydanî ceng dekar dêna. deyangut leçî bitirsîn? xuda mewday hewday jyanî hemûmanî danawe key bipsê û bimrîn. heta wextî xoman neye, hewday jînman her le dû dê û eger wextî mirdinîş hat -ba le naw qełay pitewîş xo weşêrîn- demangatê. wata her bo meydanî ceng, bo sił nekirdin le dujmin, qeza û qederyan denasî. bełam wekî dî le jyanda bo labirdinî kesasî, bo beranberî zordaran, bo řizgarî û bextewerî le dinyada be bahoy xoyan denazîn. agayan le qur’an hebû; deyanzanî ta xoyan teqela neden, tênekoşên û kar neken, qeza û qeder hîç karyan bo encam nada. nan debê le zewî derxey; le ’asmanewe nabarê. bełê em qeza û qederey ke emřo le nawman bawe û çînî bestezmanî sadey nexwêndewar tewaw biřway pê hênawe, zor le dway seretay îslam peyda buwe. le çîrokî yonan û hîndokanewe řagwêzrawe û bo pêkhênanî arezûy fermanřewayanî lasar denaw kitêb axnirawe û řengî îslamî lêdrawe. destełatdarî xwanenas wîstûyane gelî jêrdest hestî berberekanî kirdinî lanemênê. bo bêgar û serane dan berbar bê û mil dabniwênê û qerebextî û nalebarî kar û barî le qeza û qeder bizanê û gile neka. wirde-wirde ew biřwaye le layen feylesûfan û sofyanewe way pere sand ke nawyan lêna felsefey zanistî musułmanetî û kira be fêrgey dîndarî; herçend ke qur’anî pîroz pêçewaney em bîreye.

qur’an însan beranber be kirdewey xoy, le xoy le komełî dewrî be lêpirsiraw dezanê. nek her însan xoy be tenya bigre endamî leşîşî dekewne ber pirsînewe. «gwê, çaw, dił, hemû ewane berpirsyarin».

sartir derbarey peywendî herxoyî (wicûdî) û řesenayetî miro (asalit ansan) pêwdanêkî way danawe ke beřastî bîrî wa jîrane û pesind her lexoy deweşêtewe. bo miro le komełgada kirdewey çak hełbijardin yan xo be karî napesind hełpesardin, řê û şwênêkî hênde řoşin nîşan deda ke ta emřo hîç fêrgeyêkî dinyayî neytiwanîwe be quleqapeşî řabgat.

sartir dełê: bo geşedan be komełga yan bo keneft kirdinî, akarî tak le komełda, le baweř be dyar û nedyar, le gořanî keristey berhemhênan û biłind bûnî piley abûrî û kiz bûnî, le hemû yasa û destûrî be zor sepaw karître. emcar dête ser şî kirnewey mebest û pêman êjê: tak azade. her karê xoy gerekî bê ewe deka. emcar ew take azade eger dił û derûnpak bê, akarî çak dekar deka û behre be komełga deda.

- çon bitwanîn ew akarçakî to dełêy le napakî cwê keynewe?

sartir weram dedatewe: her babayek lew komełga guşadeda ke têdaye çarî naçar karêkî řeçaw kirduwe guzeranî pêwe deka. ew kabraye zor be hasanî detwanê bedî û başî akarekey ber miḧekî hestî derûnî xoy bida û boy derkewê. eger le diłda ḧez bika lew kareda ke ew deyka hemû hawpîşe û hawkaran wek ew biken û be lasa kirnewekeyan keyfî saz bê, derdekewê ew miroye xawenî akarî çake û qazancî bo komeł heye. dijîşî le dijekey bigre. bo nimûne: qesabêke êjê goşt berx defroşim; bełam le cyatî goşt berx, goştî biznî řeşokî û mû be kiřyarekan defroşê. ḧez naka hîç qesabîtir pey bew gendeł fêłey berin û çaw lew biken. wata em ḧez nekirdine nîşaneye ke ew qesawe xerawe û bê’akare. bełam eger ew qesabe goştî zor baş lew nirxey ke şaredarî boy danawe kemêk herzantir bifroşê, ḧez deka hemû goşt firoşanî şar wek ew biken. wek eweye ke deyewê řê û şwênêk bo hemwan danê û ew arezuwe pake û çakey bikate yasayêk bo gel.

ca êsta bew pêwdane detwanîn bêjîn herkesêk kirdeweyek řeçaw deka, gereke lêkî datewe ke axo em kirdeweye eger lenaw apore teşene bika, be qazancî komełgaye yan zyane? eger ew take tenyaye we@@@dezanê kes be naçarî demelaskey nakatewe û le xoy beder kes awřî wê nadatewe, nakirê gaznidey lê bikirê; wa pike wa mekey pênawê. tak azade û ba be azadî řaybiwêrê. takêkî wayş -xirapîş bê- zyanî bo komeł zor keme. bełam eger tenya her xoy bo xoy nîye û serokî ḧeşamatêke û dezanê herçî ew bîka, ewanîş dedene şwênî û lasay serok dekenewe, le seryetî bo dozînewey karî xoy, bo akarî le komełda ta zor be wirdî û zanayî seruberî pêk nehênê, biřyar neda. em tojînewe û biřyare le felsefey herxoyîda naw nirawe: «diłetepê»; çunke ew take dezanê herçî bîka bo peyřewan debête yasa û řê û şwên û ders û fêrge, nabê wîjdanî řê bida ke cige le karî çake û behreder bo komełgakey lê řûbda.

debřiwanin em şîrînkarî sartire degeł fermûdey pêẍember çon tewaw wek yek dênewe ke fermûye: «heryek le êwe şwanêke û heryeketan erkî berdestanî xotan leser şane».

çend çel û milêkî dîke

wek witman çarenûseke lêman kira be qiřnû, gene û nûseke û çingî le gyanî zîndûman gîr kird û her berman nada. çend şitêkî tirîş heye le îslamî emřoy ême bûne qîlî kewaspî û be pişt milyewe nûsawin; wekû zuhd û qena’et û sebir û tewekul û çendî tirîş; ke depêşûda baş bûn û le dwayîda le şwên xoyan tirazawin. emane le seretada le naw îslame řastekan řêşanderî berzî gyanî ademî bûn û berew xudayan ser dexist; keçî êsta wa le mana serekyeke hełtekawin û têkdirawin û lêkdirawin ke heryekey bote sermayey bedbextî û hêz û pêz le pyaw destênê û berew tenbełî û bêkarî deyřetênê.

bełê em řiste û wişane -ke emřo le naw êmeda binaẍey çareřeşîn û bûne amyanî bêbeşî- le rojgarî seretay îslametîda -wek qur’an û pêẍember basyan kirduwe û wek xebatkeranî îslam ḧałî bibûn- degeł ew manay êstake degwêy ême axnirawin, nêwanyan ’erz û ’asmane.

bedaxewe ew kesaney ke xoyan lêman gořîwe û be pêşeway dînî xomanyan dezanîn, le řastîşda bûne ew elxennasaney be aşkira û be nihênî diłan dexene weswese û cadûgerin; girê le tałî jîn deden; be dem û dił fû le giřî agirî dînsûtên deken. ew çend nawe cwananeyan ke bo watay piř le bayex dandirabûn, le nawerok tekanduwe. be arezûy diłî řeşyan xişt û xał û peřo û pałyan tê axnîwe. biřway řastî îslametî -ke sermayey geşanewey jyan û gyane- kirdûyanete hoy merg û be kesasî û dîlî jyan. bergî cwan û dił pesnidî îslametyan berew awejû poşîwe û têkoşîwin hênde dizêw bête berçaw ke zendeqî xełkî berê û hemû kes leberî hełê.

dînekanî dîkey dinyaş wenebê wek xoyan mabin û deskaryan têda nekirabê, bełam ewan her ewende destyan le dîneke dawe ke zor be hêdî û hêmnî le bîr xełkyan birdotewe û le batî dîn be mandû bûn bo dinya xafłandûyanin. keçî -be naşkurî nałêm- fêłbaz û desbiřanî me dînekeyan bo behrey dinyakey xoyan çerx dawe. em fêłeş lenaw şî’eda betaybetî le mezebekanî naşî’e! pitir birewî sanduwe. ba bizanîn çon? le biřway şî’egerîda wêřay biřwa be ’edałet û îmamet, hana birdin, tika kirdin, parêzgarî, tobe, mişt û małî gyandan (tizkyey nifis), şwênewnke kirdin ke nawman lênawe teqye, be derbeste xo be melayek sipardin wata: teqlîdîş hen ke ewane zor hasane pyawî fêłbaz be heway xoy çerxyan bida û be keyfî xoy baman bida û řaman bida û gurdî xoy le nezan bigrê. ke girtîşyan her car kesêk yan kesanêk wîstûyane hoy bedbextî bidoznewe û bo berberekanê kirdinî des bekar bin, dijayetî û ferq û firûq le naw komełda nehêłn, ew benaw gewrey dînane, be nawî teqye yan teqlîd yan parêzgarî û qena’et û çî û çî destyan be demda girtûn û nûke û cûkeyan biřîwin.

le layekî tirîşewe mêjûy şî’e zor řûdawî lêk cyay têda qewmawe. îmamekan her yekeyan bepêy barî komełayetî û řamyarî ew řojgarey têda jyawin, řewştêkî serbexoyan girtote ber; kem waye wekû yek bûbin û be akar wekû yek çûbin.

bo nimûne: îmam ḧesen sułḧê deka; îmam ḧusên şořişgêře. îmam secad sergermî nwêj û du’aye; îmam sadiq dersê be feqêyan dełê. îmam mûsa le zîndanî harûnda gîrode buwe û taze lêy dernekewtuwe; îmam řeza be řwałet be cênşînî me’mûnê řazî debê. îmamekanî dîkeman xoparêzin. řapeřînî çekdarane û řamyaraney be aşkira be řencî bêwer dezanin û layan waye mayey zyanin. wata her yek le îmaman beranber be zemanî xoy nerît û řê û şwênêkî taybetî û serbexoy hełbijarduwe; xoy le karî îmamanî pêştir le xoy hełbiwarduwe. le songey em cyawazye le akarî îmamanda, řêgey ew gizîkaraney ke hewsarî bîr û biřway komełî sade û hejaryan le destaye û berew qazancî xoyanî řadekêşin, zor text û xoş û bêgrê xo denwênê. deyankira le kam lawe, le çawlêkerî kam îmam pitir qazanc û sûd eben, peyřewanyan berew ewlaye lêxuřn. bo nimûne deyantiwanî biłên: hîm û binçîney şî’etî le cêgay dad û îmamet xoparêzî û ’îbadete. yan le batî şořşî kerbelay ḧusên, aştîxwazî îmam ḧesenyan řanaba û bîr û biřway aporey nexwêndewaryan be lay ḧesenda řadaba. hemû sałêk le bîrewerî ew řojey ḧesen destî le xelîfetî berdawe û bew hoyewe nêwan naxoşî nemawe, bezim û aheng bigîraba û melayan le ser berzekan basî ew kare çakeyan bikirdaye û byan birdayete mêşkî gel ke aştî degeł dujmin û pêkhatin degeł zordar û çawpoşîn le karubarî nařeway destełatdarî nalebar û xoparaztin le kêşe û hera û kuştar û agiresûre le xom dûre -ke îmam ḧesen kirdûye û qazancî xoy têda dîwe- zor řewştêkî pîroze û herkes şî’ey beřastî bê, gereke wek ew îmame nerim û nyan xoy le kêşe bidzêtewe. boç wayan nekird? nazanim.

řêberekanî dînîman egerçî teqye û teqlîdyan kirde şařegî şî’etî, bełam bewende newestawin û řayangeyand ke lengerî şî’ayetî bende be ’edałet û îmametewe. wek deşzanîn le ’elî řa îmameteke damezra. le dway ’elî ḧesen îmamî dûheme. ḧusên le dway ’elî û ḧesen bote îmam. maweyekî çendîn sałeş le temenî guzerawe ta le kerbela şehîd bû. zanayanî dînî ême ke debwaye mêjûy seretay îmamet bigêřnewe bo ser ’elî, yan hîç nebê řojî aşt bûnewey ḧesen biken be seretay mêjûy şî’e yan tenanet řojgarî jyanî ḧusên berle çûnî bo kerbela biken be řwangey mezeb, hatûn řojî ’aşurayan kirdote seretay mêjûy cêgey şanazî şî’e. wata binaẍey mezebman bû be sê şit: îmamet û ’edałet û yadî ’aşuray kerbela. pyaw be serçiłî biřwanê wadezanê karêkî zor baş kirawe. mezebeke zor le pêşû be pêztir û cêgîr buwe; çunke caran ke her leser dû payey dad û îmamet damezrabû, be têkeł bûnî kerbela dû çukłe bote sê çukłe û beroş leser sê kuçke bê, kemtir debziwê û delerzê.

bełam eger be wirdî lêy bitojînewe, derdekewê ke fêłbazan çon twanîwyane serkewn û çend be zîtî û zanayane twanîwyane em hersê agirdanane be yekcarî sard kenewe. em sê serçawe řoşney ke jîn û dîn û xebat û řapeřînyan lê hełdequłê, şilwê ken û řeng û çêje û beramekey wa bigořn ke nek her nexwêndewarî sade, bigre berey řoşnibîrî zana û jîrîş -ke řêberî dadperwer û řapeřînî dijî zordarî û lasarî û xełk çewsandinewe û çînî hejar paraztinyan be dił dewê û ew peřî arezûyane- lew têkeł bûnî sê hîme wehayan ser lêşêwawe ke mezebe serekyeke nanasnewe û layan waye bote mayey dakewtin û mêşk tezîn û zebûnî. obal bestoşim řast deken têkyan dawe.

le wergêřan û têkdanî dînekeşda zor karame û beřapeř bûn. twanîwyane be têkřayî îslametî û betaybetî şî’egerî wa serewnxûn nîşanden ke bew endazey le pêşda dineder û wekarxer û behredar û dił řakêşerî komeł bûn, pitir bîkene gepcař û dijî kar û mayey zebûnî komełga û biřwa û bîrî îslametî, qêzî xełk hełsitênê û dinya lêy bitekêtewe.

çawenořî

par le danişkedey abadan û çend şew pêşîş le ḧusênyey îrşada lew barewe witarim da û behre le çaweřê bûnî derçûnî îmam zemanim şî kirdewe û têmgeyandin ke em çaweřê kirdine pêçewaney bîr û biřway ewaneye ke layan waye bêguman îmam řojêk le berpîwarî deredçê û be karî dinya řadega. pêçewaney xeyałî ew kesaneşe ke dełên nageřêtewe; çunke herdûk la (çi bêbaweř, çi bebaweř) wa dezanin em çawenořî kirdine çarî naçar serdekêşê bo bêkarî û tewezelî.

zor lewaney ke baweřyan bew geřanewey îmamî nedîw hênawe, layan waye koşiş û hewłdanî pyaw bo le tengane řizgar bûn, bo berew asûdeyî çûn, aw le awnigda kutane. debê řawestê ta îmam xoy dê û karî bo pêk dênê. ke bêguman em terze bîr û bawře, gyan sîs deka û pyaw dekate kolkedarêk ke her bo sûtan dest eda.

to destewstan danîşî û dest leban dest çaw bibřye asoy xeyał û lat wabê bo xot hîçit le dest naye û betema bî kesêk řojêk peyda debê û çît gereke ew bot deka, hergîz nageyte mirad û bew peřî henasesardî û dem le pûşî dejî û demrî.

çawenořî îmam kirdin -berawejûy biřway em core kesane- nabê mayey dahêzan û tenbełî bê. debê hoy çust û çalakî û nebezîn û piřkarî bê.

bizanîn çon?

gelêk, komełêk, yan takêk ke debînê dinya piře le zułim û karî nařewa, destełatdaranî lasar hejaran dekirûsênnewe, bêçaran her le nařewa azar deden, tarîkî zułim û zordarî dinyay kirdote şewezeng, bełam dîsan dawênî humêd bernada û biřway waye ew zułme heta ser nabê û řojêk her dê ke dinya be arezûy ew be arezûy lêqewmawanî awałî buxlêtewe. řûnakayî dadperwerî û řewakarî le asoy nadyarewe peyda bibê û xwa řêberêk bo hejaran beřê bika ke bitwanê pêşyan kewê û be gij zordaryanda bika û řizgar bibin. ca debê bew çawenořî kirdine xosazdanî bo ew řoje -ke řêber dê û be gij załmîda deka- lebîr neçê; tewaw amade û teyar bê; zor wişyar bê le tenbełî û xew bêzar bê; ewende çust û bekar bê ke le jêr beydaxî îmamda -her katê hat- xoy binwênê û be şanazî be serbazêkî zor aza werbigîrê û le têkdanî dezgay zułim û le damezranî ’edałet le serzemîn, wek pałey çak, kerxî dirwêney dyarî bê.

le mêjû dexwênînewe ke le řojgaranî pêşîn le zor şwênan sereřay xełkî řemekî, tenanet pyawanî dînîş hemû paş nîweřoy heynî deçûne girêweẍar û tîr’endazî û xoyan fêrî hengêweyî û çapkiswarî dekird. geme û yarî leser diraw, ke le îslamda ḧerame, bo girêwe ẍarî esp û tîr’endazî řê dirawe. zanakanî musułmanan, musułmanyan dine dedan ke swarçak û engêwe bin. xoşyan -wêřay xełkî dîke- tundutoł û be gurd û gurcugoł dekird ke bitwanin le beranber dujminanda destewekerî biken û leş xaw û xilîsk nebin.

ewsake eger byanguta çawenořîn îmamî zeman peydabê û pêşman kewê û le jêr serkirdeyî ewa merdane xebat bikeyn û tuxim û towî zułim û zełałet nehêłîn û hênde ’edałet damezrê ke gurg û meř pêkewe aw bixonewe, demangut řêgey tê deçê ke bitwanin. bełam êsta beranber bew řêberaney ke dîndarî le tenbełîda debînin debê çon bîn?

zor lew řêberaney dînî -ba be gurd û taqetîş bin- layan waye debê xełk wa nezanin hîç tîn û tabşityan heye. ba wa bizanin mam mela leber kemxorî û kem xewtin û nwêj û řojûy fire û zorî, ew hêz û gurdey nemawe le řê řoyştin, le swarî, le řapeřîn û dapeřîn barteqay herzekaran bêt.

melam dîwe xepe û qełew, lařûmetî dû kulêre çewr deka. le jemêkîş be de’esturkan xurêne. mist le wirç bida deyxa. bełam katê le dergay mał deçête der, be hengawî wird û biçûk, be nirke û nałe û nûkenûk, be ḧał pê le zewî denê. debê dû kes des debin hengiłî bigirin newek serengirê berê! eger le gundêk bo gundêk sefer bika û swarî ker bê, debê yekêk lîngî berz bikatewe û yekêk pał be paşłyewe nê ta serkewê. ew xo bêhêz nîşandaney nawî wîqar û heybetî pyawanî xuday lê nirawe. ca çon pyawî hênde parêzgar û dîndar wekû lawêkî herzekar xoy hełdate ser piştî esp û bareber?

em terze miftexorane ke wek zerû leser xwênî merdim jyawin û dejîn û deyanewê her pałkewn û parûyan be demewe ken, řengî dîn û çawenořî hatnî îmamî zemanyan dew tewezlye hełsuwe û pîneyan pêda girtuwe. dełên ême gumanman leweda nîye ke řojî xoy îmamî nedyar dêtewe û her karêkî hemane ew boman deka û herçî arezûy diłmane pêkî dênê. ta ewîş teşrîf nehênê hîç karêk ledes me naye. baş herwaye řawestîn û çawenoř bîn.

emcore fermayşane karêkî kirdote ser gel ke lay waye nabê be gij zordarî lasarda biçê. nabê leser małî tałankirawî xoy hera bika. ba be jyanî tał bisaçê û le jêr çepokî dujmina binałênê û humêdî be xoşî nebê û tenya çawî herlewe bê ke key îmamî nadyarî peyda debê û defryay dê.

nexêr herkes biřway wabê ke debê be temay îmam deste û ejno dabnîşê û be jyanî ḧîz û siłamet qinyat bika û be awatî çawenořî îmamewe hemû jînî be niza û giryan bibûrê, hełekare û hîçî le hîç nezanîwe.

serçawey ew çawenořye biřwa be řewtî tarîxe û humêde be dadperwerî xuday mezin. xwa fermûwye: «le zebûrda nûsîwmane em zemîne kelepûre bo pyawçakan.» ’elî lem barewe dełê: «eger pitir le yek řojîş temenî dinya nemabê, xwa hêndey mewda dedatê ke em awate bête cê».

çawenořî û humêd be ayndey xoştir, cige lewey ke le hemû ayne ’asmanîyekanda -betaybetî le qur’anda- bas kirawe, le naw ẍeyre dînanîşda, le naw dîn dujminanîşda, bawî hebuwe û bawî heye.

mak peristanî kimonîst layan waye mêjû byewê û neyewê ewe řewtî řojgare: çînî çewsawey kirêkar sermayedar le naw deba û xoy ebête fermanřewa leser zemîn. bełam aya her be humêdî ew řoje hîç kar naken û çawenořn bê mandû bûn em awateyan bête dî? nexêr. dezanin berberekanî û xebatî bêpsanewe û řenc kêşanî xoyan nebê hergîz bew awate nagen.

xuşkim! biram!

wek zanîman çawenořî bo dwařojêkî řûnaktire, hanederî çalakye. bew merce fêłbaz û desbiř têkî neden. tewekul, ḧec, qena’et û sebrîş lew babeten. ḧec bêcge le kobûnewey musułmanan le şwênêkda û agadarî le beserhatî yektirî sê pendî zor piřbayexman dexate bîr: ba zor le tenganeşda bîn, diłsard û nahumêd nebîn; des le teqela û koşiş û dawakarîman bernedeyn; çawman le bezey xudaş bê û laman wabê xuda kesî bêkesane û firyařesî bêdesane. hatuçoy hacer le nêwan sefa û merwa ke hełweda bû le şwên aw, şeş car ew nawey pişkinî, hîçî nedî. dîsan her nahumêd nebû; le koşiş wiçanî neda. hewsarî çarenûsî xoy, řołey saway becêhêştûy, be bezey xwa sipardibû. koşşî bêpsanewe, hîway behêz, ewsa tewekul be xuda hemû awatî pêkhêna û le ḧewtemîn hatuçoda hem aw, hem awedanî peyda kird.

’elî le germey şeřîda pendî řołey xoy da’eda: «kêwîş bibzûn, eto mebzû! didan beser yekda bêne! serit be xuda bispêre! pêt le zewî biçeqêne! çaw bibře ewpeřî şeřge! hîç bîr le xot mekerewe! serkewtin le xwa bizane!».

lem amojgaryey ’elîda koşiş û sebir û tewekul -wek bo musułman pêwîste- xo denwênin. tewekul manay wa nîye to hîç meke û hemû karit be xwa bispêre û pałdewe. ’arebêk le lay pêẍember gutî: min wiştirekey xom be temay xwa berhełday byaban dekem. fermûy na. ejnoy bibeste û ewsa be xuday bispêre!

sebrekeş -her wek tewekul- le wata be behrekey xoy ladrawe. zor hełeyn ke pêman wabê eger zułmîşman lê bikirê, azadîman le naw bibrê, mafî řeway xwapêdawman berpê bidrê, lesermane sebir bikeyn; bo řizgar bûn hewł nedeyn. xwa ke fermûy sebirtan bê, nyazî tewaw pêçewaney em fikireye. qur’an dełê: «ey ewaney baweřîtan be îslame! sebirtan bê û le yektirî cwê mebnewe!». em ayete bo xezakeran hatuwe ke le meydana biçeqin û harîkarî yektir biken. le şwênêkîtir fermûye: «ey pêẍember! haney musułmanan bide ba şeř biken. bîst le êwey xawen sebir beser dûseta zał debin. set le êwe hezar lewane deşkênê ke baweřyan be xwa nîye; çunke ewan dehîç nagen. êsta xuda ke dezanê sistîtan denaw dekewê, erkî serşantan sûk deka. eger setî pişû leser xotan hebê, be ser dûseta zał debin. hezarîştan berengarî dûhezar bin, be îznî xwa serdekewn. xwa degeł xawen sebrane».

em amojgarî û fermane xuda le cengî bedirda bo pêẍemberî narduwe. ew sebrey xuda wîstûye wata: le şeř pêdagirtin, wata berengarî kirdin, wata kemîş -ke heqxiwaz bê- nabê leber zorî nařewaxwaz û xwanenas dest danewênê û bibezê.