hawîn

From the Book:
Karwanî Xeyal
By:
Hedi (1927-2016)
 3 minutes  776 views
more her wa deçeqê sê û çwar
textenerd her degeřê wek peřgar
tawî hawîn wekû gencî bê bin
dê ke dabeş bê le dost û dujmin
tîşkî zêřîn degrê berz û newî
serî zêř kiftî germ dadê zewî
her kwê ḧestem û dûre tawê
peřî awałeye piřşing dawê
serdekêşê le kunî koşk û telar
sirte dedzê le demî dû diłdar
hîçî lê win nîye her çî cwane
şane, ta bazne, ta pawane
wek diłî gencî ewîndar be behar
germe hawînê leşî řût û hejar
baẍ û bêstan û řezî kirç û kał
be hetaw û be şiney pîre şemał
řengî sawayî degořn degenê
sêw be řûy tuknî bê pê dekenê
dar deřazêtewe wek bûkî sûr
bendekî mîwe dekate bermûr
daykî diłsoz û qij ałozî tirê
korpełey şîrnî de baweş degrê
barî lê qurs ebê darî awis
çetir engêwê ebête tawis
be nezer hermê sinûrî deşkê
des le şatû biden abřûy detkê
be memey zerdewe deyken be giro
sîngî narinc û berokî lîmo
lakewn pelkî henar û hencîr
perde namênê lelay cwan û pîr
sîkero bê minete liq bileqê
hułû namerde zirawî deteqê
qerełû nakirê derçin řeş û řût
de gełay şîn dexzên taq û cût
şořebî ger le berubon berîye
sêberî wî wekû bałî perîye
xişłî zêřî heye gêlas dyare
boy heye naz be perengî gware
her sipîndarî řeben hîçî nîye
qujbinê degrê lecêy nobeçîye
serî cût bende le îşda qałe
dwênê cûtêr buwe ewřo pałe
deẍił û danî degenê dêm û beraw
werdî her mawetewe nîwe tewaw
zû de firyay nekewê co depeřê
debê çî îşî tire lêy bigeřê
cêy wirînge degrê ax û dax
bawî dê das û hesan û kełeşax
laye dirwêneye layek gêre
seretay kwêrewerî werzêre
swałe guł perşe lecêy xoy ke bizût
danî lê deřjê ewîş wek guł řût
genme zerde ke be sałî teřesał
awedanî bewe ’embar û çał
bereket deřjê le dar û dîwar
ne kewîş dête jimare ne teẍar
bextî nasazî feqîr û damaw
nûstuwe û řojê debînî ke hetaw
serdekêşê wekû řojan le swê
kê hetîwbare şikartey depwê