mehabad

From the Book:
Karwanî Xeyal
By:
Hedi (1927-2016)
 1 minutes  977 views
le mehabadewe řê têdepeřê
hele ba gyan beserîda bigeřê
geşke bigrê be şiney nerim û nyan
hełmijê carê tirîş bonî jyan
cêy pişûdane direng wexte şewe
êre mîwangir û destew ciłewe
diłe ca derfete bîke giřugał
were damezrê ke cêy toye xeyał
lêreye dił be hemû şit dehejê
hemû cêy bîrewerî lê deřjê
dûrbedûr hêndê çiray diłsûtaw
carubar lêm detrûkênin çaw
hest ewe kem buwe lew çol û çiře
kêwî dabîn buwe bałinde kiře
eger ałoz bê xeyałî xawim
sûçî xurpey diłe û awî çawim
le desim derçuwe yek cê hestim
hemû cêy girtuwe pêy nawestim