qetar

From the Book:
Karwanî Xeyal
By:
Hedi (1927-2016)
 1 minutes  479 views
kê bê wek yarî minî bo bilwê
minî řagirtuwe tenya be mwê
lew hemû derde çilon ser der kem
demkujin, xet be cwê, xał be cwê
dił ke řizgar bê le tîrî biřjang
ew dê şimşêrî biroy lê deswê
berî xir kirdewe bo ser berwê
gerçî seyre, berî wa bo serwê
gwareket min le ḧesûdyan dekujê
ke delerzê û webnan gwêt dekewê
çawî xom xoş dewê her boye ke to
pêy binêye serê, katê detewê
qafłêkî tirî şî’ir û firmêsk
ewe řûy kirdewe to ser lenwê
ba şî’ir ewřo bibête pêşeng
ser qetar bê ew û esrîn ledwê
bo temaşay to ke dêy řadebrî
min dû çawim heye lêk debne hewê
bew hemû naze ke detbînim eřoy
çawî xom řûn debê, řondik şilwê
kes be řazî demî to nazanê
meger awêne we ezman bikewê
yadî to şîrne dena beyt û baw
ewřo kalaye, nîye kes byewê
her mebest dwandinî toye be xeyał
hêdî ger goşeyekî dîncî dewê