cwanî

From the Book:
Karwanî Xeyal
By:
Hedi (1927-2016)
 1 minutes  963 views
qafye gerçî telesme û tûşî şî’rî min debê
bê telesmî qafyeş, hełbestî min şermin debê
bar eger lar bû, lemêje her dełên nagate cê
boye karwançî le pêşda fêrî barbestin debê
çawî to řazêkî têda û nemdezanî caduwe
lêwit emma bê bizeş lêm sûre bo miştin debê
bo le nûsînî cwanîda qełem kuřinş deba?
çûn şî’ir le cwanî nedwê, herçî bê zû win debê
cwanî ger bên û hemûyan ser weber şoxê berin
herçî cwanîy ’aleme pakî leber pêy jin debê
şî’ir eger wek heykelî jin nask û têraw nebû
hateranêke, ne bo nûsîn, ne bo bîstin debê
ger evînî jin henawî pê delerzê carubar
wek hewênê, nawî jin hełbestî pê şîrîn debê
bew peřupoye perî nagate jin le cwanîya
bałî wî bo hełwerîn, ew xałî bo dîtin debê
kes le des «hêdîPen name» nebû azarî dîbê û daxekem
taze hatwe lêre tûşî arezû kuştin debê