perî

From the Book:
Karwanî Xeyal
By:
Hedi (1927-2016)
 2 minutes  746 views
wirde wirde giřî taset ewe dê damdegrê
minî řagirtuwe ew heste, xwaye nemrê
perdeyî şerim diřaw her nedra maçî demî
çendî pařamewe min ew nedřê, ew bidrê
min her ew dem ke gutim mest buwe çawit dîtim
heqî wîm pê dedrê gerçî heqî xom dexurê
to be ałqey kezî hênde qedî şûşt megre
çun ewîndarî to zincîrî dewê meyke zirê
wek xeyał nask û wek befrî nwa nerim û nwêy
ey be koylet bê xeyałî min û daney befrê
seyre pêm ew xo le hełbestî mina denwênê
mem leser sîngî wîye bo diłî min bote girê
ewî çawî řeşî to dwênê şewê be minî kird
qetî ew kare be xeyyamî nekird awî tirê
řêjnî baranê le hewranewe seyranî çîye
were seyrê ke le min sîng û berok dadexrê
«hêdîPen name»‏ dûr mawe le deryay edeb û nirxî nîye
îtir ew jîne ke bê «hêmin»y dê řadebrê
boye kuřinş debeme ber hemû cêy ew şare
şînî ew, bîrewerî ew le «mehabadLocation» dekirê
xozge bew bexteweraney le penatin «hêminPerson»
ewî serberzî ewanîşî newê, ba bimrê