çaweřê

From the Book:
Karwanî Xeyal
By:
Hedi (1927-2016)
 2 minutes  761 views
řazî min win nakirê taze heta dîdem heye
kar le ḧaşa derçuwe, dîde ewendey nem heye
ay le des dîde û diłî xom, çim beser hat, ey çilon
yan le tay ewda delerzim, yan miçuřkî em heye
şêt heye agay le karî xoşewîstî her nîye
ew be dêwanem dezanê, min pejarey wem heye
małî awa bê evîn çîrokî hênd lê kewtewe
leyl û mecnûnîş tewaw bê, dastanî mem heye
xał û lêwî çone daxwa hênde cûtin pêkewe
wek bizanim wirde řazêkyan wekû hawdem heye
bade nîn wajey min û tînûy evîn wa mest deken
her dełêy peymane peywendî legeł bestem heye
min xemî xałêk dexom, tenya ewende û hîçî tir
lew cîhane gewreda her ew xeme wirdem heye
çaweřê bûm çend be çend bo dîtnî, emma nebû
ew nehat, yan her leber çawî min ewřo tem heye?
şî’ir û bade, mestî dênin wek yek emma seyre pêm
bo le serxoşîy şî’irda, hêndê řengî xem heye
bêwefayîm gerçî lê dîwe bełam bew ḧałewe
hêşte her bo nazî wî, kiřyarî wek min kem heye
«hêdîPen name» bełgey zore bo hawar û şînî nîweşew
ger peřî perwane sûta, şahîdî wek şem heye