wirînge

From the Book:
Karwanî Xeyal
By:
Hedi (1927-2016)
 2 minutes  748 views
her le řêt kewtim û nemzanî leberçî waye
řoj nîye řûy to, keçî çawî leber hełnaye
leşî nerimit le wişey nask eger dařêjim
sed hezar hêndî wişey tir hewesî têdaye
nwandinî meřmeřî sînet le kirasî tenka
wek lerey mangî şewî çarde lenaw deryaye
ser deşêwê le xeyał û le min û, hełbestim
bonî kezyey to eger dê be kizey şewbaye
xemî min boye le jêr sêberî toda deřewê
pirçî to perçeme, bałay to wekû ałaye
mem le êxet serî hełdawe ewîş sertapay
çeq û çoye, tezuwe, lerze, miçuřke, taye
ke henêt biskî leser ladeçê, laley řûte
gerdinîşt ege xał lêbgeřê mînaye
çawî to zor le ewîn edwê legeł min çibkem
mest edirkênê qise û, dwaye deka ḧaşaye
demî ’îsa wekû efsane lelam wa bû bełam
ke bizey tom dî minîş hatme ser ew biřwaye
ḧez dekem qet leserit kem nebê mûyek, çunke
heye peywendî legeł jînî min ew hewdaye
ta kiras dexzê le sîngit memî to dekuşê, bełam
dizî xomałîye, nagîrê be hîç dezgaye
nîye wek şî’rî min ewřo teř û têraw, îtir
qedî şilkî to ke hełbestî xwaye, cyaye
şerim û, awat û, nyaz û, hewesî lê deřjê
peykerî to le ser û sîng û kemer ta paye
hênde şîrin edwêm bo to, lenaw bêşke meger
daye bew şêweye boy kirdibî lay laye
«hêdîPen name» yadî demî toy pê nekira, çare çîye?
xałeke hênde biçûke, be xeyała naye