şînî hevalan

From the Book:
Karwanî Xeyal
By:
Hedi (1927-2016)
 1 minutes  1657 views
sał û mang dên û be lez tê depeřn
melî serbestin û tîjbał û peřn
le geřanî zewî sergerdanin
nobe degirin leserî û nazanin
kê lejêr sêberî wan serdekewê
kêye řojî wekû tarîkeşewê
kên hejaran exene bend û daw
çîye tawanî gelanî damaw
çiłke hewrê ke berî řoj egrê
be pişûy ba leberî la edrê
dûkełî gund û çyay sûtawe?
yan henasey kuřî bab kujrawe?
ne şewan gwê edene şînî kes
ne be řoj řojîş ełê tawan bes
suř û xul xwardinî çerxî kone
werh biřwane bizane çone
be hemû řengewe xoy denwênê
qet leser řengî berê namênê
geřî dîlane degořê û degeřê
bûkî awate cwan heł depeřê
daxekem ew xeřekeş wek caran
degeřê û her le dijî bêçaran