gezurbe

From the Book:
Karwanî Xeyal
By:
Hedi (1927-2016)
 6 minutes  734 views
ełêm ewcar nawit bênim
ewcar ełêm bitnasênim
perde le çiř û çawit ladem
bełkû awa benit badem
kewłit awajû kemewe
serî beřey hełdemewe
le řabirdût le akarit
le swêndî par û pêrarit
le pejare û têgîrawît
le daman û ser sûřmawît
le fêłit le layî layît
le şwêne winke û dûlayît
lew zebre ke pêy etasay
mergî le tenîşt da’enay
dîsan ew benazewe
be xot û dostî!! tazewe
beranberim xot edwênî
minî «hêdîPen name»ş ebziwênî
xo min ne xewtûm ne kasim
min toş û ewîş enasim
ew diłřeşe des çiłkine
çîrokî wî lelay mine
sałanîş kewa xot enwand
weřezî xoman pêk deşkand
be nîweřow nîweşewê
kwê ḧestem bû deçûyne wê
ser hendirên, zozk, sefîn
ser goyje û pîrs û metîn
wabû to biřit nedekird
legeł min derit nedebird
leber ewe be espayî
dekşayewe bo deştayî
gołmezman debirde deştê
lewêş destim detgeyştê
deşêway û pesta pesta
hawarit ledû hełdesta
kwêreřêyekit dedîyewe
bewêda xot dedzîyewe
her le çengim řizgar ebûy
derbest serma û germa nebûy
diřkî řê be pêtda deçû
bełam to lelat hîç nebû
eger lenaw agirî sûr bay
pêt xoş bû, her lemin durbay
řêget ebřî be şipřêwî
şew řewît ekird wek řêwî
xot dawîştewe naw telar
naw koşkî hezar be hezar
destit ekird be qisey zil zil
tawanit nedegirte mil
dest û pêwend û muçexor
le řeng û şikłî cor be cor
destyan ekird be hatuço
diłsozîyan der’ebřî bo to
destyan bo le esto deday
dîsan pałyan pêwe denay:
xemêkî zile ew xeme
xwênyan bixoy hêşta keme
qurban ew le kwê to le kwê
ew çon legeł toy pê dekirê
sê çwar kesin bûne çete!!
biço byangire firsete
ser lenwê şanot pêk dêna
her çekî hetbû dethêna
her çend xot taqî kirdewe
her dořay û netbirdewe
zorit yexey xot dadřî
çek bîr û baweřî nebřî
le paş ew hemû çewtîye
min hîçim le diłda nîye
min kuřêkî merd û řendim
min be bełênim pabendim
xom dexwareba nagirim
bo lêqewmanîş agirim
min ełêm başî bipêwe
beşdarî tir beşî pêwe
beşî xot hełgire boxot
heta to mawî bese bot
beşî minîş ba î min bê
ḧeznakem be xwên řiştin bê
çi zistan bê çi behar bê
îşî herdûk laman dyar bê
le dirwêne û werd û şêwê
îtir serman lê naşêwê
yekman bo nîsk û nok çandin
yek bo wiştir leweřandin
ême ke awmał bîn nabê
şitî waman le nawda bê
min marmêlkem pê xoş nîye!!
ba bo to bê qeydî çîye?
leser ew deşte nermeřa
leser ew hemû řełmeřa
ḧeyfe to bew qaçe cwane
bêye naw ew berdełane
min lêre eykem be hoho
toş lew xware were û biço
to danewêłeş neçênî
xo başe meşkêk aw dênî
dirwêne û parawî tûtin
biřînewey xurî û bergin
gêre û şen û bêł weşandin
bełmî çełtuk hełtekandin
hemûy xemî min be mercê
toş fermanî xot bênye cê
aza bî le řawî kulo
nehêłî bêne naw pemo
ême pêkewe teba bîn
çaw ledestî hîç kes nabîn
lew hele kełk wergire
yekyetî şitêkî tire
wa îtir qet wêk nakewîn
bo şayî û şîn bira debîn
le kerî şeytan were xwar
ba des lenaw des nêyn ewcar
«lê lê»y min û «yaleyl»y to
babgirin cêgay «birařo»
toş leser pê û danî zût
her mişt û mał dekey gerut
xot le xwardinim heł dekey
dyare çaweřêy hel dekey
her gutim ewřo na sibey
toş pey be karesat debey
bełam ew řoje her nehat
awez ełêy zîze lelat
ewî gel wîstî to netwîst
çendî min gutim to netbîst
şîrî çewrit hênd xwardewe
xot zige řo fêr kirduwe
êstaş çî ekem têr nabî
bełam takey ebê wa bî?
xo kake gerut aş nîye
parwî zil axir baş nîye
bêtu de quřgit bimênê
lewaneye bitxinkênê
min diłsozî bû kirdim bot
lewaneye bitxinkênê
min diłsozî bû kirdim bot
webałî xot be estoy xot
leser ew bîruřa kone
ke min baş ezanim çone
ezanim řojêk le řojan
birînit lê dêtewe jan
janêk ke bêtu bitgirê
be hîç kes çaret nakirê
ca boye ger be min ekey
wa başe xot firîw nedey
be xot û qemey jengawîy
xot mexe sextî û tengawî
îtir pê le agir menê
bew «gezurbe» t nadenê