qani’ ełêt

her sêkman
From the Book:
Şaxî Hewraman
By:
Qani (1898-1965)
 1 minutes  698 views
min û şî’ir û gedayî pêkewe bûyn
be teḧtîq her sê hî yek bûk û yek şûyn
min û şêx û mela her sê be wełła
beheştiman da be şekir û bo seqer çûyn
min û sofî û bizin her sê be řîşîn
le řîşman tê bifkirîn her wekû cûyn
min û kerwêşk û begzade le tirsa
ser û gwê nizim daym her wekû bwîn
min û dêwane û ḧafiz le bo nan
hemîşe qîl û qal û ḧaw û ḧû ḧûyn
min û serkar û mîr bê îş û karîn
ke boye bê wefa û bê şirim û abřûyn
min û şêx zadekanî îstekanê
le paş çendêk! le hey tûr û le her tûyn
min û şêx qani’Pen name û polîs be ḧîzî
be dinya hatîn û wa êstekeş cûyn