pîtî «ş»

From the Book:
çepkê le gûllalle sûrey Şarezûr
By:
Ali Sharazouri (1930-1982)
 3 minutes  963 views
şarezûr geřam kanumekanî
cwanim nedîwe wek kiçe germyanî!
***
şakelim xwarduwe «şîrwane» pêwe
kilkey «şêx lenger» bom qate û lêwe
***
şil şil bimkutin herwekû qawe
bo derman bişêm bo gilîy ew çawe
***
şwan we hoho meř we kořewe
jin we «şeqîle»y dû gułeng şořewe
***
şût nekird we xom darit bo bêrim
şût kird we boze destit we kêrim!
***
şût nekird we xom wek peřî tawis
şût kird we boze wek mangay awis!
***
şût nekird we xom wek darî xene
şût kird bew bozey gul û bogene!
***
şûgul şûmirdû şûmayesîrî
eme cwanîte quř beser pîrî
***
şûgul şûmerde şûmirdarobû
wek kerî çerçî piştewxiwaro bû!
***
şořî bałaberz megre behane
lîmom le kwê bû bem çiley zistane?
***
şořî bałaberz wêt û wîjdanit
çen pencey cahêł kewtuwe le gyanit?
***
şerit bê le daxî biçme dałanî
demî min we ban wirde xałanî
***
şerit bê le daxt biçme zemawen
hełgirim kilîl bişkênim pawen
***
şerit bê ledaxt biçme nîzamî
bo kułe dem çermû şêwe hewramî
***
şerit bê le daxt terkî dinya kem
keşkoł hełgirim ’esa peyda kem
***
şerit bê le daxt dûhem le qînit
keprê bibestim bo meřdoşînit
***
şerte bisênim cêbê be pare
bo emserewser řêgey «byare»
***
şerte bisênim cêbê ser betał
bo hatuçokey cadey «zerdehał»!
***
şerte bisênim xincer şîne têx
bo gwîçkebřîn daykî kiçe «...»!
***
şerte bisênim qemerey twête
bo hatoçokey mał bawkî şête!
***
şerit û bêşertît me’lûmî dawe
axo le kwêy tir binyatit nawe!
***
şerit û bêşertit me’lûmî kerden
paşgezîm nîye ta we řoy merden
***
şertî diłdarî key weha ebê?
to min dapoşî, xot sermat ebê!
***
şemał bîşanê yeqey ketanit
germay germyan derçê le gyanit!
***
şewan şewnałe řojan řořome
yekcar pejarey dûrîyekey tome!
***
şewqî mangeşew le řoj betere
maçî demeket keley şekkere
***
şewgarî emşew le lam sitem bû
çen le yar biřyam le ’umirim kem bû
***
şewgarî payîz dił nařazîye
bo lay kê biçim? kê lêm řazîye?
***
şew le nîwey şew day le derwaze
day le ziřey mîl biřnewî taze!
***
şewgarî payîz nebřayewe
agirekey dem kuł nekujayewe!
***
şewê le şewan tême dizîtan
dest exeme ban memkey gurcîtan
***
şîrîn ho şîrîn, şîrîn şemame
diłekey to çone, minîş her wame
***
şêtan şêt ebin, eçin bo «kabe»
xo min şêtî tom, beçke esḧabe
***
şêxt şehîd kird, mela sergerdan
xo min şêtî tom, hey bawan wêran!