guftugo legeł dulber

From the Book:
Çwarbaxî Pêncwên
By:
Qani (1898-1965)
 1 minutes  692 views
ey dulberî afaq ne tenya min û bulbul
şeydakerî dewran, çi huşyar û çi ẍafil
sewda zede û şêt û perêşanî fîraqîn
em ’alemî îmkane, çi mecnûn û çi ’aqil
çawit ke le her leḧze dû sed nergisî pes kird
wêranî eka mułkî xîred, babî tewekkul
ey menzerî enwarî ḧeqîqet be nezaket
şagirde le ser sîḧrî birot, murşîdî babil
pêkirawe be sed tîrî birot, cergî hunermend
bêçareye îla be teter, pêçî selasil
destî tereb û qelbî teř û kelleyî piř şewq
her sê be fîday xałî leb û perçem û sunbul
sef sef ke dewestin sefî ’uşaq
ger řû nekene taqî birot mucirim û batil
xwênî diłî ’aşiq ke řija dawênî girtî
te’sîrî ewe qani’Pen namey wa kirduwe be bulbul