fikirî em yek nexłeyî guł mîwe ber kê kirduwe

pêşwazî le ẍezelî nalîy şarezûrî
From the Book:
Dîwanî Seyd Yaqoy Mayîdeşt
By:
Seyd Yaqo Mayidasht (1808-1881)
 1 minutes  893 views
her kesê lew lebde tamî cur’ey mey kirduwe
xizir’asa xoy le mirdin ta ebed ḧey kirduwe
qudretî ḧeq bîn temaşa ken ke lew yek qetre aw
nar û narengî û lîmo lew şekerney kirduwe
serwî şimşad û sinewber key şemame ber eda
nar mişkîne gułî dawe û hoqey bey kirduwe
nar û narengî û nergis le’il û guł mecan je ney
fikirî em yek nexłeyî guł mîwe ber kê kirduwe
xełq bo yek bosey nîm gyan ew yekî yek gyan awa
bêbefa em teḧere boy ew nîmegyan tey kirduwe
men’î min boçî dekeyn ey zahdanî bêxor
ẍepid dił diłber deka dił meyl ew xeyî kirduwe