serxoşim

From the Book:
Sirwey Berbeyan
By:
Qani (1898-1965)
 1 minutes  592 views
serxoşim perwam nîye, bê bak ełêm: ba bê şerab
sêwî tirş û pirteqał û hem henar yaxo kebab
bo mezey mey, bêne saqî, lazmatî noşî mey
meclîsî bezmim tewaw ke, bêne dey saz û řubab
bepele sûřê bide, ba sergiran bin meclîsim
şořşê peyda bike, dił bête ḧałî îztirab
bezmî keyxusrew bîna ke ta sibeynê saqya
bîre û wîskî û meze û qonyax û areq, hem şerab
giştim bo amade ke takû be wêney enweran
seyrî em dunyaye kem, laçê le pêş çawim ḧîcab
çûn minewwer şarezay serkewtinin, terfî’ eken
şertî ewwełyan şerabe û keyf û seyran û ḧîsab
’umrî bêhûdem beser bird, êste bîrim kewtewe
hîç nezan bûn bapîranman, małsûtaw, xanexerab
qani’aPen name toş xot minewwer ke be şê’rî feşqyat
gwê mede hergîz be dinya, diłfereḧ be û kamyab