her kesêk

From the Book:
Sirwey Berbeyan
By:
Qani (1898-1965)
 1 minutes  598 views
her kesêk şahî perist, bo axrî řîswa debê
da’îm û derhem xerîkî mexmese û ẍewẍa debê
şahîdî em îddî’ame, her le şada dyarîye
’edłî şahî pehlewî key her wekû kîsra debê!?
xermen û meḧsûlî kêwî bêstûn her nałe bû
herke tûy mecnûn bikêłê, fîrqetî leyla debê
nefseket şehwetperiste, bêtu gwêçkey lê girî
îş û karit of le çawî selme û ’uzra debê
tyatřoye nefis, bazî pare boç berba edey!?
tyatřo herkes biçê tyaya tiřo û řîswa debê
małepîtênî minałe şerit û beynî ’aşiqan
pyawî ’aqił çon be karî hîç û pûç şeyda debê
ḧurmetim nazanin êwe ey kuřanî kurdisan
paşî mergî «qani’Pen namey» key qani’ê peyda debê!?