ey komełî kurdan
bo yekêtî lawanî dîmukiratî kurdistan
From the Book:
Sirwey Berbeyan
By:
Qani (1898-1965)
2 minutes
905 views
ey komełî kurdane! serim bê be fîdatan
sed qeyser û dara be fîday şah û gedatan
des bigirin be yek, řû kene derbarî xudatan
boç mat û kize şořş û ẍewẍa û sedatan?
hey min be fîday hełmetî meydanî heratan
em firsete axir nefesî kurdî hejare
ger bêtu bifewtê çi biłêm, çone dyare!
sûtandinî dêhat û perêşanîy şare
gwê bigre, çi giryan û çi firyad û çi zare!
wek leşkirî turkane legeł kurdî biratan
têkoşe be xwêngermî, heta mawe ḧeyatit
neşkênî leber tirsî ’edû, ’ezim û subatit
xot ke be fîday kêw û kej û xak û wiłatit
şêrane le dił bigre heway řojî necatit
xotan bibne xawenî heywan û seratan
em jîne çi jînêke, esîrî ew û em bî
řoj řenicberî bê maye, be şew gêjî ... bî
hawserkemî yaran û kiz û mat û beẍem bî
dinya bigeřêy, to le hemû kemtirê kem bî
dek řebbî nejîm, seyrî bikem jînî wehatan!
êwe ke kuřî kurdî wekû bazî nizarin
bo kuştinî bêgane wekû şêrî şikarin
bo bezmî fîdakarî le naw gêtî dyarin
zor ḧeyfe ke wa êste hemû serkiz û xwarin
destî min û dawênî hemû şêx û melatan
ey ’êlî celalî, bigre destî şikakit
berzanî, be ew ẍîrete û tînetî pakit
zerza, were binwaře lebo bêkesîy xakit
bane bigre herkî û begzadeyî çakit
řizgarî biken şax û der û deşt û çyatan
qani’Pen name! min û toyş çake ke her řû le xwa bîn
bo fetiḧ û zefer řanewesîn, des be du’a bîn
bo komełî lawan qezagêřî qeza bîn
her wek meřî qurbanî le meydanî fîda bîn
ta şwênî nemênê le cîhan cewr û cefatan