çon kiçêk

From the Book:
Sirwey Berbeyan
By:
Qani (1898-1965)
 2 minutes  814 views
řojî yekşemme le weqtî zedenî şu’ley xewer
duxterêkî xoşsîyerim kewte pêş meddî nezer
çon kiçêk? zułfî wekû řeşmarî serşanî zuḧak
çon kiçêk? tewqî serî şu’le wekû nûrî qemer
çi nezaket be tebessum, çi nîhanî be dehan
çi minewwer be zerîfî, çi tewehhum be xeter
şerte wextê nezerim xiste eser řûmet û lêwî
hênde le ber zorîy hewa ’iczî derûn çû be heder
be ẍirûr û ceşem û ẍulẍuleyî wesłî senem
tacwer mîslî geda, şêrîş wekû ker le nezer
hełmetim da be serî’î, ke piřim daye surênî
wek esed weqtê demaẍî bifřênê le beqer
wextê lew simte ełêy goye fiřêmda derpê
ḧeşefey tund û řeq û kułke le pişt hate ḧezer
ferbeh û sûr û sipî, mîslî milî dêwane
qinc û serberz, be daym wekû beydaẍî sefer
wekû marî succe řoyşit be kuna ta win bû
gehê sakin le derûna, gehê sarî sereder
ḧałet û cezbe û şewqî be sera hat hatewe
milkeç û sîs û kiz û siste wekû şêxî seḧer
qani’aPen name bezim û tereb besye le ser beḧsî zufaf
dił teła, şewqî ẍezeł [bote] beden narî seqer