3

From the Book:
Bîra qederê
By:
Mihemed Uzun (1953-2007)
 8 minutes  290 views

naxwe, min gotbû, heke weha here, cerîde dê bimre. cerîde mîna şitlane, ji şitlê re av divê, ax û tav divê, hunera destên hoste divê. cerîde jî welêye; jê re nivîsevan û xwendevan divê, mewzû û babet divê, belavkirin û firotin divê, bazar divê... de ka ji min, rebenê xwedê re bibêjin, ev hemû pêdvê li ko ne?

- gotna teye, mîrê min, lê ḧeyf bû, alîkarî û xizmetên hawar -ê bêhejmar bûn, bi gotna we, ew kursya milet bû.

- ma ḧeyf û hew! de werin ji min bipirsin... mîna ko min zarokeke xwe, bi destê xwe xistibe gorê... hawar -ê ewçend tesîr li min kir. lê min hew dikarîbû bidomanda, hew dibû...

celadet beg, memduḧ selîm beg, haco aẍa, mistefa û bozan begên şahîn û hin kesên din li ḧelebê, li salona fireh û kevnare ya hotel baronê runiştine. mistefa û şahîn began ew ezmandine gund. piştî bîskekê, ew ê bi hev re herin gundekê ji gundên çyayê kurmênc ko gelekî nêzîkê ḧelebêye. çyayê kurmênc ko ’ereb jê re dibêjin «cebel el ekirad» devereke kurdîye. zana û rêberên kurdan ê, ji bo çend rojan, bibin mêvanê malên mezin ên çyayê kurmênc, mala dîko, mala reş aẍa û mala se’îdê mamo.

gava derd û keser, yan jî kosp û girêkên rojane bîhna celadet beg teng dike, mîna îro, ew xwe davêje derveyî şamê, ber bi gund û çyan. heval û dostên ko ew dibîne û dixiwaze bibîne, gelekî kêmin. tevî ko ew, bi temamê, li şamê bi cîh bûye, zewcye û bûye xwedî mal jî, ew hê jî xwe ẍerîb û derketî dihesbîne. loma jî hevalên wî, kesên mîna wî derketî û kesên ko ji deverên wî yên kevin hatî ne.

- lê belê, tiştê ko herî zêde ez dêşandim, kurt û pistên kurdan bû, celadet beg cixara xwe vêdxe û dibêje. hemî zeḧmetî û dijwarî li milekê, lê berberî, hesûdî, nezanî û paşgotnyên kurdan li milekî. zeḧmetî û dijwarî li ser seran û çavan bû, lê hê jî ez tênaghêm çima kurd ewçend li hember hevûdu kurt û pist dikin? mîna ko min tiştekê xirab dikir yan jî tiştekê xirab bi wan dikir... xebata min, keda min, xwîdana min, şevên min ên bêxew ji bo wan bû, ji bo alîkarya wan bû...

- mîrê min, guhê xwe medyê, mistefa beg dibêje. benîştê mêrê pîs, çîroka mêrê qence. tu bi karekê pîroz rabûyî, eger îro eva hanê fahim nebe, ew ê sibê fahim be.

- herê welêye, ez jî pê bawerim. jixiwe loma min karî karê xwe bidomanda. lê çima ev bedbînî, zikireşî û dilxirabya kurdan a li hember hev? çima?

haco aẍa ko hinekê ji celadet beg dûr runşitye, ji cîhê xwe radbe û tê, li kêleka celadet beg, li ser kursyeke fireh a çermî, rudne. ew destê xwe dide ser çoga celadet beg û bi ken jê re dibêje,

- mîrê min, naxwe, min berê jî gotbû, tu kurdan nas nakî. hin gotnên kurmancan hene ko welê vala û bêsebeb nehatne holê. ew gotin jîna kurmancî ne. mesela kurmancan bi xwe gotne, gyayê ḧewşê ji xwedyê malê re tahle. aha ev gotna hanê hemî derd û kulên kurmancan ên sedan salan şanê dide. heke tu yekê ẍerîb bûyayî û te ev kar ji bo kurmancan bikira, hingê te dê bidîta wan ê çi qîmet bidana karê te. lê hezar ḧeyf ko tu kurmanc y! ma çima kurmanc tu carî bi ser nakevin? tu alîm y, gereke, tu pê bizanî. heke ez li gora tecrubên xwe bibêjim, sebeb ewe ko kurd dijminê hevin, gyayê ḧewşê ji wan re tahle... sala 1925 -an, gava, reḧma xwedê lê be, şêx se’îdê gorbihîşt li dijê jon tirkên nu ko hatbûn ser ḧukim serê rakir, em hemû li dijî wî bûn. dewsa ko em jî pê re rabûna, me û gelek ’eşîrên din ên kurmancan alîkarya tirkan kirin. tevê ko serhildan fireh û bi quwet bû, ew şikya. ji ber ko gyayê ḧewşê ji me re tahil bû û me xwe dabû alyê tirkan! paşî, piştê ko şêx se’îd efendî û hevalên wî li dyarbekirê, di berbangeke hênk de, li pey hev, hatin xenqandin, hişê me hate serê me, lê çi feyde! aha çîroka me kurmancan eve.

çîroka kurmancan dirêj bû û min jî hê nu, deryên girtî yên vê çîroka dilsoj vedkirin. derî girtî bûn, derî li kurdan hatbûn girtin. ronahî divya, lê ronahî li pey deryan bû. mîna ko gote, berî mirna xwe, gotbû; mêhir lişt! hinekî din ronahî... lê li ko, ji ko, çawan? li cîhanê, her miletekê, wext û heyamên cihê hene. her wext û heyam xwedyê rengekî taybetî û cihêye. lê belê, ji bo kurdan ev ne welêye. wan her, bi tenê, wextek û heyamek heye; nezanî û berberî. wext û heyama nezanê û berberyê, bi rengê xwe yê reş, bûye qedera kurdan. u vê qederê jî kurd xistine bin qeyd û zincîran, kirne bindest û xizan, jihevketî û derketî.

kurd bi derd û keser bûn, lê wan bi kirnên xwe, bi rengê reş ê nezanê û berberyên xwe, derd û keserên xwe zêde dikirin. min jî, bi derd û keser, di ropelên hawar -ê de beḧsa derd û keseran dikir û her digot; ronahî. yanê mêhir lişt... (ma tu dizanî ko beḧsa derd û keseran kirin û gotna wan, derd û kesereke çawan kambaxe?..) lê ropelên hawar -ê têr nedkirin. ma hawar li hember vê dîrok, wext û heyama reş, qedera xirab, ji bêyê dilopeke hûnk a bîreke miçqî, çi bû? hîç... lê min ew dilop jî, bi hezar û yek zeḧmetî derdixist; dirav nîn bû, nivîskar nîn bû, xwendevan nîn bû, kiryar nîn bû, dibistan nîn bû, xwendegeh û kitabxane nîn bû, meraq û heza xwendin û nivîsînê nîn bû. heke ez niha bi tenê beḧsa tiştên tunebûyî bikim, ew ê ne rast be, hin tişt jî hebûn; sansora firansizan, kurt û pistên kurmancan, dijwaryên belavkirnê, (carna hin kurd ji ’îraq û tirkyê dihatin, me jî kovar didan wan da ko bi dizî, bibin wan deran), daxwazên bêhejmar ên kurmancan... herê, hawar di bîreke miçqî de dilopeke ava hênk bû. lê min û hevalên min, roşen jî tê de, hew dikarîbû. hejmara dawîn a 26 -an ko tê de şîra min «were dotmam» jî weşya, tu yeqîn bike, bi zêrên dotmamê, derket. wê rojê, li hotel baronê, min şerim kir ko ez qalê bikim, lê heke roşenê, bi fedakaryeke mezin, zêrên xwe nefrotna û ḧeqê çapê neda, hejmara dawîn ê derneketa.

hatna me nîn bû, em ne dewlemend bûn. carna min diçû û di dadgehan de awwikatî dikir. carna jî tercumevanya firansizî. roşenê jî mamostahya ’erebî dikir. hatna me bi zeḧmetî têra malê dikir. zêdeyê wê nîn bû. nav mezin bû, lê tiştekî li ber destan nîn bû. ji ber vê yekê, min têkberên malê û zêrên roşenî difrotin da ko kovar derbiketa. axir... roja ko kovar derket û min ew anî malê, ez mîna zarokan, dîsan, şên û kêfxiweş bûm; zarokeke nu jê hatbû dinê. min ew nîşanî roşenê da. roşenê lê nihêrî û ez pîroz kirim. lê wê weha jî got; celadet abê, ḧeta kengî? ḧeta kengî tu dê bikarbî li ber xwe bidî?..

me, bi şîn û keser cîhek, di dilê xwe de, veda û hawar xiste gorê. çîroka hawar - ê ko sê sal, sê meh û sê rojan domandibû, mixabin, mîna gelek çîrokên din ên qedera kurdî bi dawî hatbû... aha, çîroka hawar -ê jî weha bû ko gelekî li çîroka haco aẍa dihat.

- mîrê min, kî çi dibêje, bila bibêje, te bi ya xwe kir û mucela xwe derxist, memduḧ beg ko taxmekê kincên nu, tevî kirasekê sipî û kirawetekê hewrêşîmî, li xwe kirye, destê xwe dibe ser simbêlê xwe û dibêje. ma te nedxiwest ko xewna xwe biqulpînî ser rastyê? ma te her nedgot ko xewnên me rastya jîna meye? ḧeta te bi xwe li dereke weha nenvîsîbû; bi tenê xewn dikare zora wextî bibe, gava şevên me, xewn û xeyalên şevên me xelas bin, êdî hûn bizanbin ko em jî xelasin?

hingê, hê xeberdana memduḧ beg neqedyaye, bozan begê ko ji bo kêlyekê ji hotêlê derketbû, dikeve salonê û tê nik wan. li pey wî jî du kesên din ên bi şal û şepik hene.

- em divê rabin, bozan beg, bêyî ko rune, li pê, dibêje. rêberên me jî hatne. cîp li ber deryê hotêlê ḧazirin. berî ko êvar dakeve, divê em herin. li gora ko rêber dibêjin, ẍezal û bet jî li dor’alyên kurdaxyê hatne dîtin. eger wergê be, em ê herin seyd û nêçîra wan jî.