5

From the Book:
Bîra qederê
By:
Mihemed Uzun (1953-2007)
 10 minutes  323 views

mîrê min, mîr bedirxan, tu yî xemrevîna dilketyên welêt, haco aẍa dibêje û bi rêz û rêzdarê kevrê turba mîr bedirxan radmûse.

yên din, celadet beg, kekê wî sureya beg, memduḧ selîm beg, mistefa û bozan begên şahîn, osman sebrê, qedrî can, ḧusên aẍayê îbiş, miḧemed zilfo aẍa, mele eḧmedê şûzî, husnî berazî û hin kesên din, yek bi yek, tên û turbe tewaf dikin.

roşen xanim û dya wê jî tevî wanin. roşen xanmê keça xwe ya berşîr daye dya xwe û li pey mêran, bi tûlekê reş pêçayî, tê û li ser turbê radweste.

danê sibeyekê yê bihara 1934 -an, nevyên mîr bedirxan û hezkarên wî hatne serdana wî. mîr bedir xan di goristana kurdên şamê, ruknedîn de veşartîye. bermalya wî roşen jî, li kêleka wî, li dereke, veşartye. mîna her cyên din, li şamê jî kurdan xwe sipartine çyan, hilkişyane sîngên çyan, pişta xwe dane çyan û wan li quntarên çyan, ji salhyê, navenda bajêr, hinekê bi dûr, taxek ava kirne. tax ber bi gopkên çyê bilind dibe, xanî li ser hevin. xanî bêdûzanin, mîna koxkan, bi lez ava bûne. ew ji xanyan bêtir dişbin konan, konên koçeran ko dê di demeke kin de, dîsan, ber bi deverên din, koç bikin.

lê tax gor û goristanekê heye. tax li miryên xwe xwedî derdikeve, wan li nik xwe vedşêre. hemû meznên kurdan li goristanê, peregende, bêdûzan, veşartî ne. ji şêxê terîqeta neqşîbendî û şayrê navdar mewlana xald ḧeta mîr bedirxan, hemû di quntarên çyayên kurmancan de, di xewa ebedî de ne.

- mîrê me, pîrê me, memduḧ selîm beg dibêje û li kêleka gorê, li ser totkan, rodne. binhêre, em, nevyên te, hemû hatin. berî niha bi şêst û şeş salan, te ji vê dinya kambax xatir xwest. lê ji wê rojê û vir ve, gyanê te yê pak hertim li ba kurdane, bi wan reye, ji wan re rêberî dike. hemû kurd, her kurdekî, dixiwaze mîna te be, li ser rya te be. zane û têghîştî, mîr û serekeşîr, aẍa û beg, mele û şêx, gundî û zeḧmetkêş, têkoşer û şervan, jin û pîr, herkes dixiwaze li ser şopa gyanê pak ê mîrê xwe be. tu reḧet bijî.

ji roşen xanim û dya wê pê ve, yên din jî li kêleka gora mîr bedirxan rodnin. celadet begê ko li nik kevrê gorê ronşitye, bêdeng, bi destê xwe yê rastê, gya û nefelên ko li ser gorê hişîn hatne, jêdke. kekê wî sureya ko êdî por û simbêlê badayî sipî kirne û westyayî dixuyê, li hember wê ronşitye û bi destê xwe axa gorê rast dike.

- mîrê min ê ’ezîz, haco aẍa dibêje, bav û kalên min, ’eşîra hevêrkan, ehlê cizîra botan, bi te re bûn, di xizmeta te de bûn... bav û kalên min digotne min; tu bi quwet bûyî, xurit bûyî, hêza te qewîn, qilafetê te di şûnê de bû. rîha te dirêj û şehkirî bû. tu mervekê sade bûyî, te her gotye, «bila ehlê min ziktêr, gundyên min xwedyê bixêryên vêxsitî bin. bila şorba nîskan li ser êgir, nan li ser tenûrê, mîh û beran, berx û kahir li ber derî bin. bila teyr û tûrên me aza bifirin, şêr û pilingên me serbest bipekin... daxwaza me ji xwedayê alemîn bi tenê eve...» bav û bapîrên min digotin, te ji bilûrê ḧez dikir, kitabxana te hebû, birca belek, qesra te ya navdar, ji alîm û zaneyan re vekirî bû.. cihû û file, keldanî û êzîdî jî ehlî te bûn. li ber çemê dijlê, li qiraxên ava zelal, hertim dawet û dîlan bû. agirê newrozê ji serê çyayê herekolî kêm nedbû. tu bi şeref û heysyet bûyî, te ji xwe, ji jin û zarokên xwe, ji ehil û şênyên xwe, ji war û axa xwe ḧez kirbû. te ji rebê alemîn û qasîtê wî ḧez kirbû, tu bendewarê wan bûyî. tu ji gotna xwe re xurit, ji destê xwe re sivk û şûrê xwe re giran bûyî. haya te ji dinê û bayê felekê nîn bûye, lê tu mîrê kurdan ê nemir bûyî, mîrê min...

haco aẍa, hinekê, radweste, li dora xwe dinhêre, ji berîka çakêtê xwe qutya cixarê derdixe, cixareyeke pêçayî dibe devê xwe û bi hestê vêdxe. u ew dîsan, çavên wî li ser celadet beg, xeberdana xwe, bi hêdîka, didomîne,

-mîna ko ew li ber xwe bipeyve,

- mîrê min ê cîhbihuşt, em bi çîrok û efsaneyên te mezin bûn, me zaruyên xwe bi çîrok û efsanên te mezin kirin. hê jî gundyên botî li ser te rîwayetan derdixin. ew dibêjin, tu û xocê xizir hevalên hevin, hûn bi hev re li hespên kihêl swar dibin û derdikevin seyrana welatê kurdan. hûn li ser çem û behran derin, hûn dibin hevalên teyrên eylo û sêmîr. tu li ser hespê xwe yê sipî, bi kirasê xwe yê sipî, mîna melayke û fêriştan dixuyî. tu hê jî têyî xewna me. ji bilî me, nevyên te sureya û celadet jî li virin. gereke ko tu bizanbî, em li ser rya xewna te ne...

em li wir, li ser gorê, welê dipeyvîn... gotnên me xweş û bêşk di cîh de bûn. lê te dî ḧalê gora mîr bedirxan jî bidîta! kevrên gorê xwar bûbûn û yek jî şikestî bû. axa gorê jî çûbû û hema çi bigre gor bi ’erdê ve bûbû yek. hezar şahîd jê re divya ko merv bikarbûya di nav wê goristana biçok de gora mîr bedirxan bidîta... rêberê kurdî û kurdanyê bi ’erdê ve bûbû yek... u kurdekê, ji bo xwedê kurdekê, aqil nekirbû û gor çênekirbû...

ez çi bibêjim?..

heçî ez bûm, min dikir, nedkir, nikarîbû ew perên pêwist bidana hev, da ko gor bida çêkirin. (min nedxiwest, ji bo vê yekê, ji kesekê jê deyn bikira.) dawyê min gor da çêkirin; axa pîroz ji cizîra botan da anîn, kevrên nehît dan şehkirin, mermerên fireştî dan anîn, hosteyên yekta peyda kirin û li dora gorî xanyekî biçok ava kir. gor bû zyaret, bû meclîs... u roja ko lêkirna gorî temam bû, min jî wesyeta xwe kir; eger rojekê ez bimryama û îmkan nîn bûya ko kurdan ez li cizîra botan, nik birca belek veşartima, hingê nas û xizmên min divya ez li ber lingên bapîrê min, mîr bedirxan, veşartima... (mixabin, me gora dapîra min roşen xanma ko, li sitembolê, gava ez hatbûm dinê, bi destên xwe ez şuştibûm, nikarîbû peyda bikira.) kî dizane, heye ko ropelên bîra qederê ḧeta wan rojan jî herin?

em vegerin ser wê roja serdana mîr bedirxan. kekê min sureya ji misrê hatbû. ew demeke dirêj, bi qasî çend salan, li amerîkayê jî mabû, çûbû û hatbû. wî, li wir, kitabek li ser kurdan, bi îngîzî, weşandibû. wî bêrî li me kirbû û hatbû. memduḧ selîm beg ji antakyayê hatbû. haco aẍa ji welêt hatbû. yên din jî her yek ji derekê hatbûn; em bûbûn peregende û roj bi roj, ji hevûdu, bêtir, bi dûr diketin. gerçî, bi qewlê kalemêran, cer di rya avê de dişkya, lê bi min welê dihat ko em, hêdî hêdî, winda dibûn. gotnên wê rojê, bêguman, xweş bûn û me pê hewcedarî jî hebûn. lê belê, qal û beḧsa xewnên mîr bedirxan, bi tenê hêvî bû.

mîr bedirxan, di gora xwe ya besît de, bûbû nemir û hêvî. ew bûbû bedewî û sipehîtya hêvyan. lê belê ew bi tenê hêvî bû. hêvyên pêşerojê. helbet her mirovî, herkesê, her gelî hêvyên rojên bê divên. lê hêvya min bi xwe, roj bi roj, ji hêvyên rojên bê nedma. kurdan, ḧal û rewşa wan cîh li hêvyan teng dikirin, ew difetsandin. kurdan hevûdu dixiwarin, di nav behra dijîtê, berberê, hesûdê û dexesyê de, nefes li hev û hêvyan diçkandin. çi mixabin ko hêvyên rojên bê jî bi vê ’edeta hevûduxwarnê û zihnyeta hesûdya bêmane girêdayî bûn. loma jî xewn û hêvî, bi tenê, mîna xewn û hêvî diman...

wekî din?.. wekî din hîç tiştekî nîn bû. min dinvîsî, kovara xwe derdixist, rojê sê -çar qedeh konyak û du şûşe araq vedxiwarin, bi qasî sîh îstikanan qahwe vedxiwar û du pakêt cixare dikşandin. tiştekî din nîn bû... lê tiştekî ko di wan rojan de ez kêfxiweş kirim, zaroka roşenê bû. belê, roşenê zarokeke mîna topa nûrê anîbû dinê. keçkek, keçkeke şêrîn. navê keçkê useyma bû. wê rojê, useyma jî bi me re bû, wê jê, cara yekemîn, bapîr û dapîra xwe zyaret kirbû.

kesên ko hatne gorê zyaret bikin, radbin, ji mîr bedirxan xatir dixiwazin û ji goristanê derdikevin. rê teng û kortin. ew, kom bi kom, bi dîqet, ji ryên fetloke, ji çyê dadkevin. celadet beg, haco aẍa, roşen xanim û dya wê li pey hemûyanin. haco aẍa dikeve milê celadet beg da ko bikarbe bimeşe.

- mîrê min, haco aẍa dibêje, weha nabe, em ê, paşê jî, biştexiln, lê weha nabe...

- çi weha nabe, mamo? celadet beg, bi ken jê dipirse.

- mîrê min, te dît, kurd dibêjin; mêr bê xweyî dibin, jar dibin; jin bê xweyî dibin, har dibin. tu pirî jar bûyî. weha nabe... tu dê ḧeta kengî bê xweyî bijî? ḧeta kengî tu dê bi eḧmedê ferman û şengê re bijî? weha nabe! em ê te bizewcînin!

- dîsan çîroka zewacê! celadet beg, bi ken dibêje. naxwe min, gelek caran, gotbû, ez naxwazim bizewcim. şayrê sûryê ebu -ela’ gotye; ez îro bûme qurbanî wan kesên ko ez anîme dinê, lê kesekê din ê nebe qurbanî min.»

- ezbenê, tu xwedê, dev ji van gotnan berde, dev ji felsefê berde. çîroka sefîre xanmê jî êdî xelas... salê te li ser çilane, tu mîrekî kurdan y, tu ne li ewrupayî, lê li şamê dijî.

roşen xanim ko li kêleka wan dimeşe, piştigritya haco aẍa dike.

- mam haco rast dibêje, ji er dê ḧeta esmanan. celadet abê, em divê te bizewcînin. li der û dorên me keçên zaf rind hene. ez ê, bi xwe, ji bo te, lê bigerm. hevalên min hene, nas û xizmên me hene. ez ê yeka rind, xwende, bi esil û biterbye bineqînim. eger ew ne bi dilê te be, em ê li yeka din bigerin. lê tu divê bizewcî.