3

From the Book:
Bîra qederê
By:
Mihemed Uzun (1953-2007)
 9 minutes  502 views

canan herdu destên xwe dibe royê xwe û digrî, bi deng, bi qîrîn, digrî...

- megrî delalê, celadet beg, bi xwe jî kelgirî, dibêje.

- sevgil ceco, ma tu bawerî ko merv dikare her roj bi taya evînê bikeve, her roj ji yekê no ḧez bike? ez bi taya evîna te ketim, min ji te ḧez kir û hew... hew... piştî te jî min jyaneke hebû; ez jyam, zewcîm, ketim nav refên şênyan, bedena min nêzîkî li bedeneke din kir, destî yekî din li ser bedena min gerya, bîhin û hilma yekê din ji dora min fûrya... lê evîn li min ḧeram bû, ḧezkirneke evînê ji min bi dûr bû, taya evînê, careke din, ruh û bedena min venegirt. ji ber ko tu hebûyî, di kûrahya beden, can, ruh û dilê min de tahim, deng û pejnên te hebûn... ceco... bi dû te re, min fahim kir ko evîn xewneke abadîne, bihuşta ruhe. bi do windabûna wan re, min ev yek fahim kirin...

- çima, tu çima zewcî, celadet beg ji qahwa xwe qultek vedxiwe û dibêje, çima?.. u çima bi yekê dîplomat re?

canan bi destimalê hêstirên çavên xwe paqij dike, bi qasî bîskekê, bi nalîn, li wî dinhêre û paşî nêrîna xwe jê dizvirîne û li derya û pêlên sipî yên deryayê dinhêre.

- ma tu tirkyê, welatên şerqê nas nakî? ez ê çawan bi tena serê xwe bûma û reḧet bijyama? ma di civata mêran û simbêlboqan de, jin dikarin weha serbest û tenê bijîn? min teselya xwe ji te birîbû, hew bawerya min bi pêşeroja me hebû. min kozeke agir berda dilê xwe û biryara zewacê da... wehbî nasê bavê min bû, boşnak bû, têghîştî, nerim, bêdeng û medenî bû... u wê evîn û ḧezkirneke xurit jî, ji min, nedpa. wî tiştekî ji jyana min a bûrî, ji min, nedpirsî. loma ez pê re zewcîm. u min her tişt, ne bi tenê tu, her tiştê jyana xwe ya berê terk kir. weha hîn çêtir bû, ji bo herkesê, her tiştî. eger tu, di wê şeva baloyê de derneketyayê pêşya min, ev jyana no dê, di keser û bêdengya xwe de, dewam bikira. lê tu derketî û hatî!..

- tu dibêjî ko wehbî bey mervekê nerim, bêdeng û medenîye... lê ew dixiwazin min bikujin, bidin kuştin. wan lîsteyeke kesên muxalf ḧazir kirne da ko van kesan bidin kuştin. u di rêza yekemîn a lîstê de navê min heye...

- na, canan li celadet beg dinhêre û dibêje, na, ez ne bawerim. ne wehbî ne jî yên din tiştekê weha nakin. ne ji vê lîsta ko tu beḧis dikî, lê haya min ji lîsteyeke din heye; lîsta kesên muxalf ko divya biketna ber efûya ko mistefa kemal û hevalên wî difkirîn. navê te tê de hebû, tunebû, ez nizanim. lê lîsteyeke wan a weha hebû.

- çîroka efûya wan jî, mîna çîrokên lafontên; derew bû, jê tiştek derneket, celadet beg bi ken dibêje û royê xwe ber bi deryayê dizvîrîne û li dûr dinhêre.

di rojeke xweş a bihara lubnanê de, danê êvarê, celadet beg û canan, bi dizîka, ji otelê derketne û hatne restoraneke navdar a bêrûtê. restoran li ser girê minete el husne. ji rojan pêncişemîye. celadet beg û canan li bexçê hênk ê restoranê roniştine. bexçe sakîne, ji wan pê ve, çend kesên din, ji wan dûr, peregende, roniştine. ji dûr ve dengê tîz ê keştyan tê. derya şîn, pêlên sipî yên derya, lengergeha boş a bêrûtê û keştyên têvel, ji dûr ve, dixiwîn. celadet beg û canan ji bo şîva êvarê hatne. li milekê ew dipeyvin û li hev dinhêrin, li milekê jî ew li bergehên yekta yên bihara bêrûtê dinhêrin; derya mîna xalîçeyeke yekirengê yê şîn li ber lingên wan raxsitîye. şînahyeke pir xweş, pir boş hawirdor vegritye. dar, daristan û deḧil, bi keskahyeke boş, hildikşin serê zinar û çyayên ko dor li pişta bêrûtê girtine. esmana bê ’ewr, mîna perdeyekê li ser şinahya deryayê, bi rengekê şîn ê vekirê, dibirqe. lengergeh, navenda cîhana lubnanê, mîna daykeke dilsoz, keştyên cihê û pirrengî hembêz dike, yan jî wan bi rê dike.

lengergeh; navenda çûyn û hatnê, oxir û xatrê, nêzîkî û dûrahyê... celadet beg û canan, zarokên heyamên çûyn û hatnê, hem dipeyvin, hem jî li lengergehê dinhêrin.

nêrîna me ne bêsebeb bû. cananê biçûya, wê dê, ji lengergehê, xatir ji min bixiwesta û biçûya...

raste, ji rojan rojeke pêncişemyê bû. ew jî ne bêsebeb bû. her roja pêncişemyê, keştyeke nazenîn, sipî û dirêj, bi nazdarî, av diqelaşt, pêl didan ber xwe û dihat, li lengergehê, lenger davêt û diseknî. navê wê keştyê pyêr lot bû. belê, xwedyên keştyê, bi bîrbirneke yekta, navê pyêr lot, nivîskarê firansiz, dostê welatê osmanî û yên rohlatê, xwedyê romana «azyade» ko min hê di zaroktya xwe de xwendibû, li keştyê kirbûn.

keştya pyêr lot, her pêncişemê, ji sitembolê, ji bajarê min ê ko êdî li min qedexe bû, dihat. pyêr lot sitembol danî, bîhna bîra bexçê mala me ya kizlitoprakê danî, tahma masyên bospor û xalîçê danî, kena mezo û nêrîna kesertijê ya dayê danî. wê zaroktê û xortya min, şev û rojên wan û sya jîna min danî.

her cara ko ez li bêrûtê bûm, roja pêncişemyê, ez dadketim lengergehê da ko tiştên ko pyêr lotî anîbûn, werbigrim... u piştî çend sa’etan jî, dîsan, pê re, silavên xwe yên gerimtirîn ji sitembola xwe ya germ re bişînim...

wê roja ko ez û canan li bilindahyên minet ul husin roniştibûn û me li lengergehê dinhêrî, dîsan, çavê me li pyêr lot bû. wê dê, îcar jî, piştî hefteyekê, canan bibra. ez û wê, bi temamî, sîh û sê rojan, li oda xwe ya otêlê, bi hev re bûn. me xwe dabû alî. herkes li me digerya tirk li wê, kurd li min, firansiz jî li me herduyan. kesên ko dizanîbûn, em li wê otêlê ne, bi tenê sisê bûn; ew herdu xortên kurd ên jîr û dostekê min ê ermen, mir. papazyan ko dostê min ê man û nemanê bû... bêguman, wan ji kesekê re nedgotin. ḧeta ji roşenê re jî.

roşen ê bi wî xortê hunermend ê ’ereb, omer malk re bizewcya û ez ê jî di zewac û daweta wan de ḧazir bûma. min jê re soz dabû. lê ez winda bûbûm!.. roşena reben! ew ketbû pey min, celadet amca (yan jî abê) yê xwe. wê cîh nehîştibû, li min pirsîbû. lê ’erd qelşîbû û ez ketbûm binî. loma jî, gava ew zewcê, ez ne li nik wê bûm... (xwedê dizane, ka hingê min di oda me de çi dikir!...) xortan xebera zewaca wê bi min gihandibûn. min, ji dil, serfirazya wê dixiwest. u min dizanîbû ko gava ez ne li şamê bûm, ew diçû mala min a şamê, mal dida hev, gul û kulîlkên dora bîra ḧewşê av didan, xwarna şengê jî kêm nedkir û danê êvaran eḧmedê ferman, dengibêjê min ê ko min bêrî lê kirbû, dibir, digerand.

me, min û cananê çi dikir? em li odê bûn... bi tenê carna, ji bo xwarnê, em derdiketin der, yan jî, gava bihna cananê teng dibû, em diçûn meydana şehîdan, taxa ko hemû sînema lê bûn, û me li fîlmên nûhatî temaşe dikirin. berî ko em ji otêlê derkevin, me li kovara «rêve’im» dinhêrî, tê de fîlmeke no hildibjarit û paşê jê, bêyî ko kes me bibîne, em diçûn û diketin salona tarî ya sînemayê. piranya caran, me fîlmên marlene dîtrîç û گرەێتا garbo hildibjartin. ji ber ko canan bi wan dima! fîlma «lev» gelekê tesîr li me kir. garbo tê de di rola ana karenîna-yê de bû. garbo bûbû canan, canan bûbû ana karnîna!.. piştê fîlmê, bîskeke dirêj, canan girya. fîlmek din ko tesîr li me kir, «mata -harî» bû. serpêhatya mata -harî û bûyerên fîlmî ko di ode û korîdorên dîplomatan de derbas dibûn, dîsan, li jîn û qedera me dihat!..

ez çi bibêjim?.. cananê biçûya, ew ê li keştya pyêr lot swar bûba û terkî min, mêrê xwe wehbî bey, şam, bêrût û welatê germ ê rohlatê bikira...

- canan, ev defter tê bîra te, celadet beg dibêje û ji berîka çakêtê xwe deftera reş û biçok derdixe. te ev dabû min, li sitembolê, li bajarê xortya me...

- celadet... sevgil ceco... tu agir bi kezeba min dixînî...

- ji roja ko te ev defter daye min, ew hertim li nik mine, ew şahîda jîn û ḧesreta mine. tê de gotnên min, gotnên qels ên serpêhatyên min û gotnên yekta yên ovdus hene. «para evîndaran bi tenê eve; dilsojyeke bêpayan û kêfxiweşyeke kin û kurt...» ovdus weha dinvîse, canan...

- xwezî her tişt di destê merv de bûya, xwezî merv bi xwe bikarbûya qedera xwe binvîsya!..

lê nabe... em çi jê bikin, nabe... loma jî weha hîn çêtre.

- ez ne bawerim ko weha hîn çêtre... we ez dizanim tu dê paşî poşman jî bibî... lê heke tu niha weha hîn çêtir dibînî, bila mîna te be.

- nabe, ceco, nabe, ez hew dikarim ji te re bibim yar, hew dikarim li van deran bimînim, hew dikarim ji bajarê xwe sitembolê derkevim... nabe... evîndarê ruhê min, nabe...

celadet beg bersivê nadyê, bi tenê ew li dûr dinhêre û guhê xwe dide ser dengê keştya ko hêdî hêdî ji lengergehê vedqete.