1
sal 1935e. li pişta fotografa donizdan a bîra qederê, bi jimarên ’erebî, hatye nivsîn; belê, sal 1935, ji mehan sibat, ji rojan yekşemîye.
sal diqulpin, umrê celadet alî bedirxan û ropelên romana bîra qederê, mîna her umrê têkel û kozmopolît, carna bi lez, carna aram, dighîjin navenda salên sîhan.
salên sîhan; heyamên no, gavên no, hêvyên no û derd û keserên no.
salên sîhan; dirêjahya şevên reş, bêdengya tarya şevê, karkerya gotnên mirî û windabûyî yên kurdî.
u tenêtî... di nav xelk, şênî û xisman de tenêtî...
salên sîhan; biryarên bingehîn ên jyanê.
di fotografa duwanizdemîn a bîra qederê de du kes hene; celadet alî bedirxan û dotmama wî roşen. herdu, li kêleka hevûdu, li ser ryekê seknîne. celadet beg, cixare di destan de, li dûr dinhêre. roşen xanim jî, bi ken, li wî. dunya sar û seqeme. ji ber ko hema li pey wan, tiştekê ko zû bi zû li rohlata navîn nayê dîtin, berf dixuyê. belê, berf... ew li kêleka rê seknîne. rê reşe, lê li pey rê, hemû hawirdor sipîye.
berfê hawirdor vegritye. tevî ko dinya sare, ronahya berfê germahyekê reşandye ser fotografê. ronahî û germahê ji fotografê dixiwîn.
lê royê celadet beg tu tiştî nabêje. ew bi awrê xwe yê ko êdî ji bo xwendevanên bîra qederê nase, li dûr dinhêre. vala û kûr. u hinekê jî pojnî. ew li çi dinhêre? li çi difkire? çi ḧis dike? bêguman, eger zimanê wênê hebûya, wê dê bersîva van pirsan bida. lê fotograf, mixabin, bê zar û zimane. celadet beg rawestaye, di nav pêçyên destê rastê de cixareyeke vêxsitî, destê wî yê din di berîka pantolê wî de, hinekê sitûyê xwe, mîna piranya caran, xwar kirye û li dûr dinhêre. heye ko şaş be, lê merv ji rawest, awir û nêrîna wî dikare derxe ko ḧisên wî têkeln. ew difkire, lê ne li tiştekê, li pir tiştan.
celadet beg, mervê xwedyê jyan û xewnên têkel, di nav ḧisên têkel deye.
roşen xanim, serê xwe hinekê bilind kirye lê dinhêre. bi ḧez û bi ken. ji fotografê baş dixuyê ko roşen xanim ji rewşê razîye. ew kêfxiweşe. wê destên xwe, ji herdu alyan, ber bi jêr kirne, lingê xwe yê rastê hinekê derxistye pêş, sitûyê xwe bilind kirye û li pismamê xwe dinhêre. çavên wê dikenin, ne bi tenê dikenin, ew dibirqin jî.
ew ji ko tên û derin ko? eger merv bi çîroka vê fotografê nizanbe, merv nikare bersiva vê pirsê bide. fotograf, bi tenê, kurte -dema kişandina fotografan nîşan dide, wê kurte demê dike nemir, lê çi mixabne ko fotograf nikare serpêhatya wê kurte dema kişandina fotografê bibêje. loma jî merv divê bi çîroka fotografê bizanbe da ko bikarbe fotogafê vejîne û zimanekê no bidyê. da ko fotograf bikarbin bijîn û dest bi salxdanê bikin.
pismam û dotmam li ser ryekê rawestane, ew ji dereke tên û derin dereke din. belê li pişta fotografê tarîxa kişandina vê fotografê nivsîye, lê eger ew nehata nivsîn jî merv dikarbû ji berfê û kincên wan fahim bikira ko wext çileye, dinya sare.
kincên wan; nîşana wext, dem û salan; nîşana ḧez, tahim û pîvanên wan; nîşana ’edet û ûslên wan, nêrîn û pêwendyên wan.
celadet beg paltoyeke boz û giran, roşen xanmê jî mantoyeke sipî yê hinekê vekirî li xwe kirye.
palto û manto dirêjin, ḧeta ber lingan dadkevin. celadet beg pêşya paltoyê xwe vekirye û destê xwe yê çepê xistye berîka pantolê xwe. pêşya mantoyê roşen xanmê, ḧeta qirkê, girtye. ji bin paltoyê celadet beg, taxmê kincên reş, kirasê sipî û kirawatê reş dixiwîn. mîna her carê, celadet beg, bi gotna firansizan «kostîmeke» reş, gomlegekê sipî li xwe kirne û kirawatê xwe yê reş jî pê ve kirye. rîha wî jî mîna xweye; kin, kurt û qut. porê ber bi paş şehkirî, simbêl, rîh, kincên taxim, kirawat û palto, hemû, pir xweş, li hev hatne. hemû bi hev re tiştekê nîşan didin; rewşenbîrekê heyama xwe, ronakbîrekê şareza, bîrbir û ehlê kêf, mervekê têghîştî û serhildar ê kozmopolît ko ruhê wî bi rengên têkel hatye hûnandin.
herçî roşen xanme, rawestin, nêrîn, por û cil û bergên wê jî, lihevhatî ne. nerîna wê nerim, rawesta wê xweş, lixiwekirna wê no û kincên wê nojenin. bejin, bal û bedena wê, li gora ya celadet beg, gelekê kin û hûre. lê nerîna wê, bi taybetî nerîna wê, germ û bi şefqete...
germahî û şefqeta ko celadet beg di welatê ẍerîbyê de li peye, gelo di nerîna van çavên cwan de ne?..