2

From the Book:
Bîra qederê
By:
Mihemed Uzun (1953-2007)
 5 minutes  286 views

ma merv dikare çi bibêje? li cîhê ko çav dipeyvin, gotin xelas dibin. celadet li çavên bavê xwe dinhêre. çavên emîn alî beg ketne kortê, helqeyên li dora çavan zêde û kûrtir bûne. fera çavan vemrye.

- kurê min, emîn alî beg dibêje, her destipêkekê kutahyekê, her umrekê mirnekê heye.

ev, rastya jîn û cîhanêye ko tu kes nikare biguherne. ez jî nikarim...

emîn alê beg bîskekê radweste, çavên xwe ji celadet dizvîrîne, li kulîlkên no bişkovî yên kêleka bîrê dinhêre û bi kurdya xwe ya kîbar û nerim gotna xwe didomîne.

- em ji ko hatin ko! bala xwe bidyê, ez li welatê ẍerîbyê hatim dinê. tu li welatê ẍerîbyê hatî dinê. niha jî me ji welatê ẍerîbyê koç kirye û em hatne welatekî hîn ẍerîb... di dawya umrê xwe de, ez ji welatê bav û kalên xwe hinekê din jî bi dûr ketim. min nedît, lê reḧma xwedê li wan be, yadê roşen, amojna sitî, mamên te têlî û ’elî şamil paşa beḧis dikirin. gotneke mîr bedirxan, kalkê te yê reḧmetî, hebûye. ji roja ko osmanyan ew birne girîtê û ḧeta mirnê, wî hertim ew gotin dubare kirye. wî hertim gotye; ẍerîbî ne tu çeke, pyê xwe tê re meke... lê hezar ḧeyf ko çekê ẍerîbyê bû kincên me, cil û bergên me. xwedê şahîde, min her xwest ko ez vî çekê kambax ji xwe û ji zarokên xwe bikim û bi qasî bihustekê be jî, axa bav û kalan bi dest xînim. lê nebû... helbet te şîret navên, lê belê gotna kalkê xwe ji bîr meke...

emîn alî beg dîsan radweste, li celadet û sanîḧa xanmê dinhêre. sanîḧa xanim ko li kêleka wî ronşitye, ji masa biçok a li ber wan perçeyekî biçok ê portaqaleke qaşkirî digre û dide emîn alî beg. ew purtaqalê werdigre û bi hêdîka dixiwe.

bavo ji portaqal û mandarînan ḧez dikir. di wextên wan de, ew ji malê kêm nedbûn. hebûna wan, qaşlandina wan, xwarna wan kêfeke malê bû. gava em zarok bûn, me ji destê bavo portaqal dixiwarin. lê li misrê êdî wî ji destê me ew werdigirtin û dixiwarin. bavo kal bûbû, bi gotna te, fera çavên bavo vemrîbû.

dya min a rêzdar û bêdeng, her roj, purtaqal û mandarîn diqaşlandin, ew dixistin nav firaqên pahin ên neqşikirî û danên êvaran, gava bavo derdiket bexçê malê û li kêleka bîrê rodnişit, dayê ew, yek bi yek, hêdê hêdî, didayê. bavo ji malê dernedket. ew her li malê bû, dixiwend, dinîvsî û radza. mîna berê ew nedpeyvî jî. ew hertim di nav fikir û gumanan de bû. lê gava kekê min sureya jê re, carna, rojnamayên tirkî danîn, hingê ew fera ko vemrîbû, dîsan vedgerya û bavo ew bi heyecan, rêz bi rêz, dixiwendin. ji wan rojnaman pê ve, bavo hejmarên kevin ên kovara kurdistan ko birayên wê mîqdet û evdirehman li misir û awrupayê derxistibûn, dixiwendin. wê kitabên kevin ên tarîxê û yên li ser welatê kurdan, mîrekya cizîra botan dixiwendin. di wan rojên bi keser û di wê umrê kal de, bavo, bi alîkarya kovar û kitaban, vegeryabû cîhana windabûyî ya zaroktya xwe, ya xewn û xeyalên xwe.

bavo nexweş bû, dilê wî diguvşî. wî kes neddîtin, lê carna nas, dost û ehlê me dihatin zyareta wî. eger dinya xweş bûya, ew li bexçê, li kêleka bîrê rodnişitin. bavo ji bexçê û nemaze bîra bexçê pir ḧez dikir. bîra bexçê kekê min sureya bîra mala me ya kadkoyê dihanî bîra wî...

bavo li bexçê, li kêleka bîrê rûdnişit û purtaqal dixiwarin.

bexçe hêşîn dike, gul û kulîlk dibşikivin. mezyet û qudret av dane wan. di vî danê êvarê de bîhneke xweş ji bexçê difûre.

- kurê min, emîn alê beg, dîsan bi hêdîka û bi kurdya xwe ya paqij, dibêje. em dawacî ne. bi neheqî axa me, mal û mulkên me, ji me hatne sitandin. em ne mîrên kesekî din, lê mîrên ’erd û axa xwe bûn. em doza axa xwe dikin. reḧma xwedê lê be, umrê kalkê te, gelek mamên te li ser rya vê dozê borî. ew îro, her yek li derekê, peregende, di bin axa sar de, çav vekirî, dinvin. qebir û gorên wan jî li welatên ẍerîbin. ji ber bêgavyan, em îro nikarin herin qebrên wan jî zyaret bikin. ji te û birayên te, bi tenê, du daxwazên min hene. yek; hûn jî, mîna bav, kal û mamên xwe dawacî bin, bi ’ilim û îrfan li ser rya dawe û dozê bin. royên kiçk lê herkî ji avên mezin lê seknî her çêtirin. dudo; eger we rojekê bihusteke axa bav û kalan bi dest xist, min ji bîr mekin, hestyên min bibin û nêzîkî qesra bav û kalan, birca belek, li kêleka çemê dijlê, min veşêrin. şitleke dara çinarê jî li ber serê min biçînin... daxwaza min, ḧesreta min, bi tenê eve.

emîn alî beg, dîsan, çavên xwe direvîne. celadet deng nake, tu bersivê nade. ji çavên celadet çend hêstir, bi hêdîka, ber bi jêr dibin. sanîḧa xanim jî digrî. sanîḧa xanim dixiwaze libeke purtaqalê din bide emîn alê beg, lê ew naxwaze. ew, bi nerîneke zîz, li kulîlkan dinhêre. bêyî ko ew nerîna xwe ji ser kulîlkan bizvirîne, mîna ko ji ber xwe bipeyve, ew dibêje;

- xwedê alîkarî we be, kurê min. îşê we çetin, rya we dirêje...

celadet, çavşil, lê dinhêre, bêyî ko tiştekî bibêje yan jî bike, bi tenê lê dinhêre.