5

From the Book:
Bîra qederê
By:
Mihemed Uzun (1953-2007)
 7 minutes  318 views

di nav dengên nalîn û şehwetê de, celadet guh dibe ser dengê musîka kilasîk a gustav mahler jî. dengê musîka mahler, bedew, bi dûzan û awazeke xweş, hêdî hêdî, bilind dibe. hemû deng, hemû awaz, hemû aletên musîkê, di nav ahengeke pir xweş lihevhatî de ne. hemû bi hev re musîkeke bêpayan tînin pê ko hiş dike sermest, dil dike aram.

celadet bi hêdîka çavên xwe vedke û li çavên mezin ên monîkayê dinhêre. çavên wê, kahnya ḧez û ḧezkirnê, mîna du sitêrkan dibirqin. çav mîna zeryayekê ko bi tîrêjên tavê dibirqe, ewçend boş û xweş dikenin. di çavên monîkayê de kahnya heyecanê, zerya ḧezkirnê dixiwîn. celadet, bi germahya ruh û dilê agir pêketî, bi kûrahya heyecana hezê, li sîng û berê cwan, porê zer, çavên zerya û lêvên xurme dinhêre.

- paseratta mya, mya... celadet bi nalîn dibêje.

monîka bêdeng dikene, xwe li ser celadet xwar dike û lêvên wî dixe nav lêvên xwe. agir bi lêvan dikeve, agirê ko bi lêvan dikeve, xwe pêl bi pêl, bi hemû bedenê dighîne. dilê celadet ê agir pê ketye, niha diçrûse, jê çirûsk difirin. bedena monîka ya germ û nerim celadet radpêçe, vedgire. agir ji bedena celadet radbe. monîka tilyên herdu destên xwe, pêhit, dixe nav tilyên celadet û wan diguvşîne. monîka, jina bexçê evînê, yara coşên bilind, dixiwaze herdu bedenan bike yek, hilim, bîhin, deng û pejnên bedenan bi hev ve girêbde.

tîrêjên tava danê êvarê yên mor ji serê çyayên alpê xwe dighînin oda wan. ode di nav ronahyeke sor deye. pencera odê ḧeta dawyê vekirye û bayekê sivk ê paqij tevî germahya odê dibe. monîka û celadet, ji bo hefteyekê, hatne gundekê tenha, sakîn a swîsrê ko di nav gelî, lehî, dahil, gol û çyan deye; sils mara. dinya germ, heyam havîne. lê hawa paqij a zozanan hênke. monîka ko felsefe xwendye û li ser rya feylesofî yê ye, celadet jî wergirtye û bi hev re hatne warê fîluswofekê mezin; firêdrîk nîtşe. monîka ko hemû berhemên nîtşe xetim kirne, ne bi tenê li pey bîr û dîtnên wîye, lê ew ketye pey şopên jyana wî jî. niha ew hatne gundê biçok ko netziscihe havînan dihatê. wan odeyek li maleke pensun pirvate ko pişta xwe daye çyan û xwedyê bexçeyekê xweş û bîreke lêkirîye, kirê kirne û rojên xwe, ji bilî xwendina berhemên nîtşe, guhdarîkirna musîka mahler û yekkirna bedenan, bi gera nav dar û daristan, dahil û newal, gol û çeman ko nîtşe car bi car zyaret kirbûn, derbas dikin.

me dabû pey şopa nîtşe, hem bi bîr û bawerê hem bi can û dil. nîtşe, nivîskar û feylesofê sûdxirab û keserkûr, piştî salên dirêj ên bêdeng û tarî, di destipêka salên 20 -an de, bi carekê, bûbû sitêrka esmanên fîlsofyê û çirûska hevyê ko merv li peyî bûn. nîtşe, xwedyê bedena ecêb jar û fikira ecêb xurit, mîna gelek kesên din, pir tesîr li min jî kir. her gotnekê wî mîna lehyekê gur, her dengê wî yê ko ji nav ropelan bilind dibû, mîna newaleke kûr, her fikireke wî mîna çyayên alpê bilind bû. nîtşe, qedera wî ya keserkûr, tenêtya wî ya bêpayan, derketî û ketîbûna wî ya bêtaswîr, armanc û hedefên wî yên bilind, pir bilind, li min û qedera min dihat. mîna gelek kesên din, min jî digot; nîtşe ji bo min, qedera min, welat û gelê min nivsye. wî «eku homo», «also siprak zaratustira» û eserên xwe yên din ji bo min, bi tenê ji bo min nivîsîbûn. ma gotna nîtşe ya firansizî ko wî her digot, dêkadenit, ketî, ne gotna umrê min û qedera miletê min bû? ma ropelên «also siprak zaratustira» ez nedgîhandim reh û rêçên min ên windabûyî? ma gotnên wî hûyeta min a piralî, ruhê min ê peregende neddan ber zompan?

nîtşe ez bûm, ez nîtşe bûm... çaxa ropelên wî, tevî musîka mahler, ez dibirim serê çyayên cîhana wî ya taybetî, rengîn û dîn, ez weha difkirîm.

mahler, musîka mahler, pêwendya dengê musîkê û dengê ruh û dil jê dîsan, bi xêra nîtşe, bûn pardarên jîna min. mahler, heval û hostayê nîtşe, dijmin û vajyê wî, ruhê min ê pêldar, bi saya nîtşe, hînî aramî û ahengê kir. her çawan tilyên min ên qelaw û bipirç pişta nerim a mîna masyan difirkand, musîka mahler jî ruhê min difirkand.

ez, nevyê mîr bedirxan, şagirtê ovdus, xwendevanê edebyat û medenyeta firansizî, hîn dibûm, min dîsan dest bi şagrityê kirbû; ez hînî ketî û kotîbûnê, neçarê û xizanyê, ruhê daketê û şikestê yê alemanî, bedena nerim a genmê û daristanên wî yên şil û zer, felsefe û edebyata comerd a germenî dibûm. ne bi tenê nîtşe, tevî wî, min gote û bîsmark jî dixiwendin. nîtşe, gote û bîsmark di wan rojan de, ji her tiştî bêtir, ji herkesê zêdetir, dibûn alîgrê min, dibûn dermanê ruhê min ê birîndar. gotnên nîtşe mîna şûrê ji kalanan kişyayî, bi hêz, bi dîsîpiln, her bi xof û hilawestî bû. gotnên gote, yên mîna «uns umispolen hundertawsend vogen, ales rayzit uns, manciherler gêfêlit», mîna hewreşîma herî nerim û tenk, bi sitranên bedew ên xewnan, dilê min difirkandin. heçî gotnên bîranîn û tecrubên bîsmark bûn, wan ez dibirim nik bapîrê min, mîrê welatê bav û kalan, mîrê welatê min ê xewnan. min hersê jî divyan. hersyan jî ruhê min ê şerpeze dicebrandin.

- Fürst, mein Fürst, monîka, bi nalîn, dibêje.

mûyên simbêlê celadet ên reş li ser mûyên tenk ên monîka yên zer, giran giran, digerin. bedena monîka ko bi bîhna ḧez û xwîdanê, bi hêdîka, dilve, xwe, bi hemû comerdya xwe, teslîmî tilyên girs û mûyên serit dike. li gora simbêl û lêvan, beden radbe û dadkeve, mîna ko beden jî guh dide musîkê û bi ahenga wê xwe dilvîne.

- av, dikarî hinekî av bidî min, ez tê bûm, monîka dibêje.

piştê bîhnekê, celadet xwe ji bedena nerim dide alî, ji ser cîhan radbe û ber bi masa biçok ko li kêleka pencerê rawestaye, dere. sitîleke biçok tijî av ko celadet ji bîra bexçê kişandye û tasek li ser masêye. celadet dere ber pencerê, hinekê royê xwe ber bi monîka ko ser ro dirêj bûye, dizîvrîne û li wê û bedena wê dinhêre. bi qasî kêlyekê, ew welê lê dinhêre, bi do re, ji pencera vekirî, li bexçê, bîrê û çyayên bilind ên hember dinhêre. bayekî henk ro, sîng û xwîdana ser pirçên sînga wê mist dide.