4

From the Book:
Bîra qederê
By:
Mihemed Uzun (1953-2007)
 6 minutes  425 views

êdê wexta çûynêye. wext, wexta barkirin û çûyna şerê girane. celadet û hevalên wî yên din ên zabit radbin ser pyan û ber bi konan belav dibin da ko xebera çûynê bi eskeran bighînin û li ser wan bin, wan îdare bikin. ro hêdî hêdî li pey zincîrê çyayên torosê hil tê. dinya çiksayî, hinekê hûnke. dinya hê no hişyar dibe, hê no çile û zivistaneke xedar li pey xwe dihêle û ber bi germahyê bi rê dikeve. îro li vir, her tişt mîna xewnekê, mîna kitektên efsaneyekê, yan jî yên romaneke nojen, dixiwîn...

celadet di nav qapûtê xwe yê eskerî de, bi aramya destê sibê, li dora xwe dinhêre. çyayên giregir û bi heybet, zozanên hêşîn û hûnk, esmana paqij û gewher, tîrêjên rengîn ên royê, refên teyr û qulingan, keryên pezê gundyan, dengê seg, rûvê û wawîkan, hîrehîra mehîn û hespan, dengê sitranên zîz ê eskeran, bergehên yekta yên torosî... ev hemû, perçeyên roja no, mîna mehfûreke rengîn û tarîxî, li ber celadet dixiwîn.

na, ne welêye. ew ne mehfûrên tarîxî bûn, ne jî kitektên efsane û romanekê. ew rastya wê rojê, perçeyên rastî yên jîna min, yên romana bîra qederê bûn. em li ser rya dûjehê, yanê li ser rya mirnê bûn. dewleta osmanî ketbû ser rya mirnê û em ber bi mirnê diçûn...

dewleta osmanî, bi dek û dolabên aleman û îtîḧadçyan, êdî pir vekirî bûbû hevalbendê alemanan û ketbû nav şerê mezin. sitola osmanî, bi alîkarya alemanan, di behra reş de girtibû ser wapûr, noqar û keştyên rûsyayê û ew dabûn ber topan. paşê jî sitolê avêtbû ser bajarê odesayê. êdê tîr ji kevanê firyabû... siltan miḧemed reşad, ew ḧukmidarê bêdeng û nazk, bi zora îtîhadçyan, «cîhad -î muqedes» îlan kirbû. cîhada ko li gora wacbên îslamî divya ji bo «îlay -î kelîmetulah» îlan bibûya, niha ji bo piştgirya alemanan îlan bûbû. dewleta osmanî û ordyên wê êdî ketbû nav gulokên agir ên dûjehê. êdî li ser hemû tixûbên wê şer hebû. êdî hemû kesên osmanî, çi tirk û kurd, çi ’ereb û arnawid, çi çerkez û boşnak, di nav şer de bûn.

şer, şerê man û nemanê bû, yê agir û şewatê, yê li ser pira siratê bû. şer xurit û بێەمان, xedar û kambax, bi bahoz û tofan bû. wê herkes, her welat û dewlet, her gel û netewe, herkes û şexis dabû ber xwe û ber bi gorê dibir. wê rojê, wê em jî dibirin.

rastya wê rojê weha bû. lê ji alyekê ve jî gotna teye; şer xewneke, kabûseke. tê de hiş û mêjî, mantik û wîjdan nîne. tê de ḧisên xweş ên biratî, wekhevî û dostyê nînin. bi tenê tê de berberî û dijminatî, lêdan û xirakirin heye. belê, ew kabûse, bi ser mervan de tê, beden û canan dikuje, gyan û ruhan dişewtîne, însanan û însanetyê kavil dike û dere. u gava kesên ko li pey kabûsê mane, jî hişyar dibin, ew hew dikarin mîna berê bijîn. nîvmirî, zîz, kesertijî, çavê wan li ser rya mirnê, ew jî êdî bi tenê rojên xwe yên «mayî» temam dikin da ko bikevin pey kabûsê û herin...

wê roja zozanê çyayên torosê, em li ser rya enya şer, bi gotna osmanyan «şark cephes» bûn. sal 1915 bû. şer pir germ bûbû. agirên şer pêl bi pêl bi ser welêt de dihat. welat bûbû dûjeh, merv tê de difetsîn, dişewtîn. herkesê ji xwe û ji der û dora xwe dipirsî; çima? ji bo çi? ji bo kîjan amanc û hedefan? bi sed hezaran, bi milyonan merv dihatin kuştin, xwîn diherkî, bajar dişewtîn, xirbe dibûn... lê çima? ji bo min û me kurdan jî bersîv nedyar bûn. em ne ji rewşa welêt û kargirên wê îtîhadçyan razî bûn ne jî ji rewşa kurdan û kurdistanê. syaseta îtîhadçyan hem li dijî welatê osmanî hem jî li dijî kurdistanê bû. lê çare nîn bû. em di nav şer de bûn. welatê osmanî welatê me bû jî. divya me ew biparasta. loma kurdan jî, ji bo parastina welêt, çek hildan û ketin nav refên ordya osmanî. em, kurd û bi sedan endamên malbata bedirxanpaşazade, ketin ber bayê şer û her yek bi derekê de çûn.

«şark cephes» bû para min. min cilên eskerî li xwe kirin û ez bûm zabît. di destipêka şer de, sitembolê, roniştevanên sitembolê, nedçûn şer. lê gava xeberên nexweş ên enya çanaqalê hatin û hejmara miryên wê enyê gihîştin sed hezaran, birîndar bûn çar sed hezar, hingê çek û pûsad bi sitembolyan jî hate girêdan û ew jî ketin nav refên şer.

wê roja çyayên qaym û kevnar ên torosê, em li rê bûn, ber bi «şark cephesî», ber bi qeda û bela, ber bi mirnê, diçûn. sitembol, bav û dya min, mal û malbata min, şehrîban, canan, bîhna beden û hêtên wê û gustîlên me li pey mabûn. gotneke kurdan heye, dibêje; me berê xwe da oxrê, pişta xwe da felekê. lê belê, wê rojê me bervajyê vê gotnê dikir; me pişta xwe dida oxrê, berê xwe dida feleka xayn û fetbaz...

tabûra ko celadet pê reye û ji bo bîhnivedana çend rojan, li zozanên torosê, li quntara çyan, kon vedaye dê niha, dîsan, bikeve rê. topên giran ko ew dibin enya şer, hinekê ji konan dûr, rêzkirî ne. ker û hêstir, ga û gamêş, qantir û bergîrên tabûrê, li ber devê qelîşekeke çyan, diçêrin. ji konan dûr, li jêr, gund, xanî, rê û xaçerê dixiwîn. jyan îro, hê no, bi aramî û bi hemû bedewya xwe, hişyar dibe. mîna ko jyan ne di nav şer deye, mîna ko roj ne ya şere. jî ewçend bi dûr, ewçend cihê, jyan li vir xwe li rojeke no digre.

lê celadet û tabûra wî dê bikevin rê, tabûr xwe dide hev, kon radbin, çek tên girêdan, ḧeywanên barên giran tên şidandin, zîn li hespên kumêt û qemer dikevin, teng û qûş li wan tên şidandin. tabûr li rêye, ew ê xwe li enya şer bigre, xwe dirêjî alyê din ê şer, şewat û mirnê bike... mirin dikeve rê...